Di çalakiyên Colemêrg û Sêrtê pêk hatî de leşkerek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî raghandina dewleta Tirk diyar kir ku li herêma Neqeba Şêr a gundê Gêman a girêdayî navçeya Çelê ya girêdayî Colemergê ya Bakurê Kurdistanê , di çalakiya ku bi roketê ji hêla gerîlayan ve hate lidarxistin de herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Li herêma gundê Dagdaş a girêdayê navçeya Dihê ya Sêrtê jî, dema leşker diboriyan, teqînek pêk hat û leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn.