Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE ciwanên Rojavayê Kurdistanê di 21 vê mehê de meşeke dirêj li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê û bi taybet êrîşên li ser Başûr û Qendîlê li dardixin.
QAMIŞLO – Meşa ciwanan wê ji navenda ciwanan ya bajarê Dêrikê di saet 3:00an de wê destpêbike û ber bi sinorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bimeşe, wê ciwan hewl bidin ku di deriyê sînor yê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û berê xwe bidin herêmên ku dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe li ser dide meşandin.
Di vê çarçoveyê de endamê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Çekdar Dawê ji ajansa me re axivî û got: Me wek Kordînasyona Ciwanên Kurd bangewazî kiribû ji bo meşeke dirêj û li ser vê esasî di 21 vê mehê de em berê xwe didin sînor û hewl bidin ku derbasî milê Başûrê Kurdistanê bibin û berê xwe bidin herêmên ku niha dewleta Tirk a dagirker êrîşî wê dike û wek mertalên zindî li hember wê bisekinin.
Dawê axaftina xwe dewam kir û got: em wek ciwan çi ji me bê xwestin emê bikin, em êrîşên li ser xaka Kurdistanê qebûl nakin. em bang li hemî ciwanan ji hemû pêkhateyan dikin ku li hember dijminê mirovahiyê bisekinin.
Her wiha endamê Kordînasyonê yê bi navê Birahîm Sofî ji axivî û got: Armanca me ji meşê em piştgiriya Gerîlayên ku li hember dewleta Tirk a dagirker şerdikin û em dijî vê dagirkeriyê bisekinin.
Em mesajekê ji dewletên navnetewî re dişênin ku li hember van dagirkeran bisekinin. dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn dixaze Kurdan tune bike û dixwaze vê dagirkeriyê li ser minbic ji bimeşîne, her wiha êrîşên ku li ser Başûr Kurdistanê û bi taybet Qendîl ji bo tunekirina Kurda ye.
Sofî di dawiya axaftina xwe de got: Em wek ciwan heta dawî li berxwe bidin û şer bikin. em sozdidin ku emê li pişta Gerîlayên xwe bisekinin û berê xwe bidin Qendîlê li dijî dagirkerên Tirk şer bikin.