Îro di saet 08.30’an de komek Jinên Ciwan yên Têkoşer bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwan yên Ranya, Sengeser, Qeladizê û Qendîlê jî tevlî karwana ji Silêmaniyê bi rêketiye bibin û ji wir jî serdana mertalên zindî bikin.
Karwana jinên ciwan piştî ku gihîştin Qendîlê wê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere bikin.
Komelên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer 8’ê Hezîranê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiya mertalên zindî ya dorveger li Qendîlê dane dest pê kirin û kon vedane. Her roj gelê Başûr û pêkhateyên cûda yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya çalakiya mertalên zindî serdana Qendîlê dikin.
Piştî ciwanên Başûrê Kurdistanê ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî biryar dan ku ji Rojaya bimeşin Qendîlê û helwesta xwe ya li dijî dagirkirina Kurdistanê bidin nîşandan.