Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê ku serdana mertalên zindî yên li Qendîlê kirin bang li pêşmergeyan kirin ku bi gerîlayan re di heman çeperê de li dijî dagirkeriyê berxwe bidin û ragihandin ku ew ê bi riheke berxwedêr li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di saet 13.00’an de Jinên Ciwan yên Başûrê Kurdistanê serdana mertalên zindî yên li Qendîlê kirin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
Bi navê jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê Zîlan Mûsa axivî û diyar kir ku ew weke Tevgera Jinên Ciwan heya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike, wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Zîlan ku her wiha got ku ew ê ti carî rê nedin dagirkeriyê û got, “Çawa li Şengal û Rojava berxwedan li dijî dagirkeriyê hebe, em ê jî li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin.”
Zîlan Mûsa bang li HiKûmeta Başûr jî kir serî ji dagirkeran re netewîne û got, “Divê hikûmeta Başûr serî ji dagirkeriyê re ne tewîne û gotin neyêne ser şerefa gelê Kurdistanê.”
Zîlan di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hêzên pêşmerge jî kir û wiha axivî, “Pêşmerge çawa ku berê li çiyayên Kurdistanê çek di destê wan de bû û paşê gerîla vê berxwedanê ji wan dewr girtibe, divê niha di çeperên berxwedanê de mil bidin milê gerîla û li dijî dagirkeriyê rawestin. Em ê weke jinên ciwan bi riheke berxwedêr li dijî dagirkeriyê rawestin.”
Daxuyanî bi dirûşma, li dijî dagirkeriya Tirk ‘Serî Hilde’ bi dawî bû.