Ciwanên herêma Firatê berê xwe didin herêma Cizîrê ji bo tevlî meşa dirêj ya ciwanan ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê li darxistin bibin.
KOBANÊ – Di çarçoveya qonaxa duyemîna ya hemleya SERÎ HILDE ku di bin silogana “SERÎ HILDE, ŞER BIKE, EFRÎNÊ RIZGAR BIKE” hate destpêkirin û piştî bangewaziya Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ciwan dê li bajarê Dêrikê kom bibin û bi meşeke dirêj berê xwe bidin sînorê Sêmalka û derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Ciwan wê ber xwe bidin herêmên Başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike.
Hêjaye gotinê ku ciwanên herêma Cizîrê jî di van kêliyan de lî bajarê Dêrikê kom dibin.