Dersim Dag ku yek ji parlamenterên herî ciwan e, bi gotina “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” dixwaze li meclîsê bibe deng û rengê ciwanan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dersim Dag a 22 salî ku ji HDP’ê hate hilbijartin, bû yek ji parlamenterên herî ciwan. Dersim Dag ji bo bibe dengê ciwanan cihê xwe li meclîsê girt. Dag sala 1996’an li gundê Aşagidolay ê navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû. Hê 5 mehî bû, malbata wê ji neçarî koç kir û heta 18 saliya xwe li Stenbolê ma.
LI ZANÎNGEHÊ TEVLÎ KARÊN SIYASÎ BÛ
Ji ber ku malbata wê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih girt, Dersim Dag jî li nava partiyê mezin bû. Dersim Dag, ku di dibistana seretayî de xwest bibe psîkolog, li lîseyê xwest bibe rojnamevan, di dawiyê de biryar da ku Beşa Ziman û Çanda Kurd bixwîne. Dag li beşa Wêje û Zimanê Kurd a Zanîngeha Artûklû ya Merdînê xwend û dema li zanîngehê bû bi rengekî çalak tevlî karên siyasî bû.
YEK JI ARMANCÊN XWE EW E KU LI MECLÎSÊ KOMEKE JI CIWANAN AVA BIKE
Dag ku di wê baweriyê de ye, divê ciwanên hêza bingehîn a zanistî û pêşveçûnê ne bibin xwedî mafê gotinê, bi vê bîr û baweriyê biryar da ku di nava HDP’ê de tevlî siyasetê bibe. Dersim Dag li Amedê hate hilbijartin û wê li meclîsê bibe deng û rengê jin û ciwanan. Dersim Dag ku bi dirûşma “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” bi rê ket, yek ji armancên xwe ew e ku li meclîsê komeke ji ciwanan ava bike.