D- Di Dema Derketina Kapîtalîzmê De Rewşa Ewrûpayê:
Di qonaxa koledar de bi pêvajoya hilweşîna Împaratoriya Romayê re krîza dawî ya kûr bû, ne Xiristiyantiyê û ne jî Îslamê jêre çareserî dît. Sistema wan a bi navê ‘Nîzama feodal’ an jî ‘şaristaniya serdema navîn’ ji rêçeteyên rahibên Sumer û Misrê pirr zêde cihê nebûn, bi rêçeteyên metafizîk ên bi zehmetî têne fêhmkirin çi bi bernameyên siyasî, çi jî bi çalakiyan civak xistin ‘tarîtiya serdema navîn’ û jê wêdetir ne tiştekî din. Gelek çandên di serdemên destpêkê de hebûn, tinebûn. Krîza Romayê ji aliyê mîrasgirên wê ve hatiye mezintirkirin. Civakên di qada şaristaniyê de weke ‘taîfeyên cennet û cehennemê’ di dora xwe de rawestiyayî û bi vê armancê ji bo şer bikin ref bi ref rêzgirtine, weke pêjnên dikin reprep û dimeşin, disekinin, hema bêje ev dinya me li derveyî jiyana zindî hatiye hiştin.
Li gorî vê tabloya ku min ji aliyê teorîk ve bi xalên sereke rêz kir, di rewşa berçav de em çi dibînin?
a- Qewmên pêşî Xiristiyantî qebûl kirin Grek, Ermenî û Asûrî, bi fethên Îslamî re beşekî mezin qadên wan ên dîrokî-çandî ji destê wan derketin. Hînê hewl didan û dixwestin bi awayekî hem li hemberî Romayê nasnameya Grek, hem jî li hemberî Bîzans û Sasaniyan nasnameya Ermenî û Asûriyan mayînde û xurt bikin, ketin ber pêla fethê ya Îslamî û van gelan ji ya di destê xwe de beşekî mezin dan, ketin rewşeke gelekî trajîk û qadên çanda manewî û maddî yên hezar salan ji dest dan. Yên weke qewm bûn xwedî gelek desketî û belav bûn Ereb û Tirk bûn. Kurd û Farsan bi tenê karîbûn hebûna xwe biparêzin. Li miqabilî vê, bi saya Xiristiyantiyê yek ji qewmên herî zêde bi ser ket Rûs bûn. Li hemberî Rûsan Tirk, Tatar, Moxol û heta Çînî bûn aliyê binketî.
b- Qebîleyên Ewrûpayê bi rêya Xiristiyantiyê kar û xisara xwe xistine weznekê. Di nasnameyên qewmî de bi sedema baweriya hevpar hin pêşketin çêbûne û bûne sedem arîstokrasiya rahiban û piştre jî çanda kevin a derebegan beşekî mezin ê zindîtiya xwe ji dest bidin. Serî li aliyên serdest ên neolîtîkê hatiye tewandin û asîmîlasyon li ser hatiye ferzkirin. Lê rastiyeke dîrokî ye ku cara pêşî di vê demê de hêmanên neteweyî bi awayekî mayînde derdikevin holê.
c- Xwecihên Efrîka, Emerîka û Awûsturalyayê nikarîbûn çanda xwe ya resen biparêzin, li hemberî Xiristiyantî û hinekî jî li hemberî Îslamtiyê demeke dirêj nasnameyên xwe ji dest dane. Çanda Hindê jî li aliyê binketiyan cih digire. Li hemberî van dînan, Çîn newêrîbû belav bibe.
Şaristaniya serdema navîn bi gotina min qonaxa duyemîn a şaristaniyê, li şûna krîzê çareser bike rê li ber encamên wê kûr bike vekir û bi vî awayî Ewrûpa bûye xwediyê rewşeke stratejîk. Ewrûpa di şerê şaristaniyê de têk biçe wê bi temamî têk biçe, lê wexta bi ser bikeve jî wê serdestiya wê ya stratejîk misoger bibe. Bêguman şerê şaristaniyê di navbera du hêzên stratejîk ên serdema navîn de ye; li Ewrûpa û li ser Ewrûpayê şerê Misilmantî û Xiristiyantiyê ye. Ji texmînan wêdetir rewş gelekî tevlîhev e.
Em wexta tên digihîjin sedsala 15. Xiristiyantiyê li tevahiya Ewrûpayê belavbûna xwe temam kiriye, ketiye dema qraltiya pîroz û derebegtiyê. Împaratoriya Roma-Germen di wê îdîayê de ye ku mîrasa Romayê dewam dike. Lê belê hevrikên wê yên li ber radibin hene. Qraltiya Franseyê di serê van hevrikan de tê. Xanedaniya Habsbûrgê ya Awûsturyayê weke hêzeke nû mezin dibe, bi heman îdîayê radibe. Çartiya Rûsyayê ji zû ve xwe weke Romaya Sêyemîn (piştî ketina Stenbolê) îlan kiriye. Qraltiya Polonyayê weke çandeke nû bûye Xiristiyan, ji bo pîroztiyê bi destê kesî ve bernede herî li pêş e. Ingilîstan û Franse di nava şerê sedsalê de ne. Xiristiyanên Spanya û Balkanan di rewşa xweparastinê de ne. Bajarên Îtalyayê dibin kapîtalîst û li aliyê din jî ji Ronesansê re pêşengiyê dikin. Çav li rê ye ku bajarekî mîna Romayê mezin bibe, yekîtiya xwe çêke û di nava Ewrûpayê de bibe mînak. Heta bi qirika xwe ketine nav hevrikiyê. Xwelihevrakişandina wan dijwar e. Bi tenê di warekî de kêrhatî bûn; di nava dused salên dawî de ji bajarbûyîna Ewrûpayê re pêşengî kirin û kapîtalîzma bazirganiyê li Ewrûpayê belav kirin û derfeteke stratejîk amade kirin. Bi îhtimaleke mezin ev derfeta stratejîk ji Ewrûpayê re wê bibe şensekî mezin. Sedsala 16. wê vê yekê piştrast bike. Şerên Xaçperestan weke hêvî ji wan dihat kirin bi encam nebûbûn. Diyar nîne ka Ewrûpa wê bibe çi.
Tam di vê demê de Erebên Misilman hînê di ser Îberîk-Spanyayê re bi awayekî stratejîk gefan dixwin. Carekê ketine Franseyê bi zor û zehmetî ew derxistine. Eger ew bereyê ji dest bidin Ewrûpaya Xiristiyan wê bibe mîna mêtingehekê û bi temamî tine bibe. Împaratorên Osmanî di ser Balkanan re bi bayê birûskê gihiştine Awûsturya-Macaristanê û gihiştine ber deriyê Polonyayê. Eger neyên rawestandin, weke Romayê dibe ku hebûna çandî û siyasî ya Ewrûpayê jî biqedînin. Tirkên Osmanî û Erebên Endulus-Spanyayê baş dizanin ku li hemberî Ewrûpayê serketineke temam bi dest nexin, ji sedî sed wê gav bi gav berepaş têk biçin. Dewleta Altinordû ya dewama Moxolan e, di ser Derya Reş re her kêlî dibe ku êrişê bibe ser Ewrûpayê.
Çend xisletên Ewrûpayê yên rehê xwe kûr hene. Rêûresma demokrasiya qebîleyan hînê teze ye. Gelên Ewrûpayê pirr zêde neketin nav sîstema koledar a şaristaniyê. Seresere li Xiristiyantiyê serwext bûne. Zêhna wan bi tevahî nehatiye fetihkirin. Nexasim xeta bakur bi vî rengî ye. Têkiliya wan bi jiyana xwezayî re xurt e. Dema herî teze û bi lez a bajarbûnê dibînin. Bajar ji ber ku împaratortî û qraltiyê zêde nas nakin, aliyê wan ê demokratîk bi hêz e. Li cem wan hemûyan rêveberiyên nîv-demokratîk hene û ev rêveberî di nava xwe de konfederasyonan ava dikin. Serweriyên din û yên li derveyî îradeya xwe bi hêsanî qebûl nakin. Bi tevahî derebegî û qraltiyên têne damezrandin teze ne. Ezmûn û qabîliyetên wan ên ji bo temsîla Ewrûpayê kêm e. Di Seferên Xaçperestan de pirraniya wan daweşiyane.
Li hemberî vê şaristaniya Îslamê xwedî ezmûn û tecrûbe ye. Li pişt wê dinya berê ya şaristaniyê heye. Pirsgirêkên desthilatdariyê baştir nas dike. Ji xwe gelekî razî ne. Ji ber ku bawer dikin, dîn û pêxemberê axir zeman temsîl dikin hînê zêdetir dogmatîk in. Di Seferên pêşî yên Xaçperestan de têk neçûn û rêyên bazirganiyê hînê di bin destê wan de ne. Di bazirganiyê de jî hînê serdest in.
Dema mirov di çarçoveya van rastiyan de binêre, mirov ê bi hêsanî bibîne ku Ewrûpa pirr kûr di nava krîza şaristaniyê de ye. Tehlûkeya Îslamê ango tehlûkeya Tirk û Ereban roj bi roj mezintir dibe. Konstantînopolîs ketiye destê Osmaniyan, Fatih Siltan Mehmed esker kişandiye başûrê Îtalyayê bajarê Otrantoyê. Îslam bi xwe weke dîn û qewmên bi xwe re dimeşîne bi temamî ji bo Ewrûpayê veguheriye kabûsekê. Xiristiyantî şêweyekî şaristaniyê yê karibe serî bi vê kabûsê re derxîne nîne. Jixwe timî têk diçe û wenda dike. Ji bo şer xeta bi tenê Viyana maye. Eger ew jî bişkê êdî rawestandina Îslamê û Tirkan gelekî zehmet e.
Di vê rewşê de gelekî manedar e ku bajarên Îtalyayê xwe bi bazirganiya kapîtalîzmê digirin û Ronesansê datînin holê. Herdu tevger jî ji bo Ewrûpayê di heman demê de pirsgirêka man û nemanê ne. Ji ber vê yekê, bûyerên li nîvgirava Îtalyayê diqewimin di asta çarenûsê de diyarker in.
Du hêzên krîzê çareser bikin ango Xiristiyantî û Îslam bi îdeaya mirovatiyê ji tarîtiya hilweşîna Romayê rizgar bikin û bigihînin ronahiyê rabûn, lê çi di nava xwe de çi jî bi helwestên wan ên li beramberî hevdu krîz mezintir kirin û ji nû ve rê li ber pirsgirêkên rizgarî û rohnîbûnê vekirin. Ewrûpa yan wê krîza ku du hêzên temsîla qonaxa duyemîn a şaristaniyê girantir kirî û xistiye himbêza wê, çareser bike, yan jî wê weke Romayê hînê bêtir noqî tariyê bibe.
Tam di vê nuqteyê de divê em bipirsin ‘kapîtalîzma’ ku me derketin û hilatina wê ya di sedsala 16. de xistiye ber lêpirsînê, dibe ku bi kêra çareseriyê bê. Ev pirs bi dijwarî dikeve rojevê. Xisletên derketin û hilatina kapîtalîzmê dibe ku ji krîzên Îslamiyet û Xiristiyantiyê yên serdema navîn a derengmayî re (sedsala 14. û 15. P.Z.) bibe şensekî çareseriyê. Ya rastî, ezmûna sedsala 16. a Hollanda û Ingilîstanê şensê çareseriyê rohnî dike. Lê wexta ku em van xisletan ji nêz ve hûrûkûr dikolin, em dibînin û me hewl dabû nîşan bidin ku vê carê di qonaxa sêyemîn a şaristaniyê de rîsk heye ku krîz ji krîza du qonaxên pêşî yên şaristaniyê hînê mezintir bibe û li tevahiya dinyayê belav bibe. Kapîtalîzmê karîbû di warê şer, siyaset û ekonomiyê de xwe weke yekdestdar bibîne û ev jî sedema krîza bingehîn a tevahiya dîroka şaristaniyê ye. Hem berhema krîzê ye, hem jî krîzê bi xwe hildiberîne. Dikare krîzê li zeman û mekan belav bike. Lê ev nabe çareserî. Bûyerên ji sedsala 16. heta sedsala 21. diqewimin gotinên min bi zêdeyî piştrast dikin.
Ji niha û pêve wê du sernavên me Dewleta Netewe û Îndustriyalîzm bin. Kapîtalîzmê di dîrokê de cara pêşî weke hêmanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkên civakî ev amûr kirin dewrê, ji lewra em ê van amûran bixin ber lêpirsînê û di beşa encamê de ez ê hewl bidim guftûgo û hukmên xwe der barê krîza rejîmê, krîza şaristaniyê ango kapîtalîzmê de bigihînim encamê.