Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Geverê 8 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, li Şaxê derb li helîkopterekê hate xistin û li Bedlîsê jî leşkerek hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25’ê Hezîranê saet 19:45’an li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girê Şehîd Hozan ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin.
LI GEVERÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gorî daxuyaniyê, ji 2 baskan ve derbên xurt li çeperên leşkeran hatin xistin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
DERB LI HELÎKOPTERÊ HATE XISTIN
Navendê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên gerîla 26’ê Hezîranê li helîkoptereke bi tîpa Skorsky dane ku ji Sêrtê ber bi navçeya Şax a Wanê difiriya.
Hate ragihandin ku derb li helîkopterê ketine û helîkopter neçar maye ji herêmê biçe.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, gerîlayên YJA Starê 25’ê Hezîranê saet 11:45’an li yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girekî navbera herêmên Şêx Cûma û Katilê yên Bedlîsê dane.
LI BEDLÎSÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
Navenda Ragihandinê diyar kir ku di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên xwe bi helîkopterên Skorsky danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker ku bombe li herêmê barand, heman rojê danê êvarê vekişiya.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk roja 26’ê Hezîranê saet 13:30’î bombe li qada Şehîd Xeyrî ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.