Çalakiya mertalên zindî ku li dijî dagirkeriya dewleta Trik li ser Başûrê Kurdistanê li Qendîlê di 8 Hezîranê de ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 19’e mîn de dewam dike û roj bi roj pişgiriya çalakiyê ji aliyê ciwanan ve zêde dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro jî bi dehan ciwanên ji Kerkûkê hatîn beşdarî berxwedana ciwanên Mertalên Zindî bûn. Ciwanan li çihê çalakiyê daxuyaniyek dan.
Ciwanên Kerkûkê diyar kirin ku ji bo bibin mertalên zindî hatine Qendîlê. Ciwanan bal kişan ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê û gotin ku ji bo xwedîderketina Başûrê Kurdistanê li Qendîlê ne.
Ciwanan eşkere kirin ku di wan demên dawî de êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne û gotin; “Bila dijmin bizanibe, bi ti awayî em rê nadîn ku xaka me were dagirkirin.”
Ciwanan da zanîn ku xaka Kurdistanê neya firotinê ye û wiha destnîşan kirin; “Weke Kerkûkê em ê careke din rê nedîn ku ev xak were firotin. Ji bo vê yekê em amadene canê xwe jî bidin.”
Ciwanan bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê kirin û ji wan xwest ku xwedî li Kurdistanê derkevin û beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bibin.
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên, ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde, ji bo azadiya Rêber Apo serî hilde, ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê serî hilde, ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê serî hilde’ bi dawî bû.