Bi sedan ciwan û jinên ciwan yên herêma Cizîrê tevlî merasîma bîranîna şehadeta şehîn Zîlan bûn. Merasîma ku bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Kongra Star li hola Beylesan a navçeya Amudê ya kantona Qamişlo hate li darxistin.
QAMIŞLO – Bi tevlîbûna bi sedan Ciwan û jinên ciwan her wiha bi sedan welatiyên ku ji tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê û bi diroşmeya ” jin li ser piyabin ji bo Efrînê” û ” serî hilde, şerbike, Efrînê azad bike” ji bo 22mîn salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan merasîmek hate li darxistin.
Merasîm bi deqek rêz girtin dest pêkir. Piştre axaftin hatin gotin.
Li ser navê Kongra Star Mizgîn Ahmed her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Qamişlo axifîn.
Di axaftinan de çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan hate pîroz kirin û hate gotin: şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî xof û tirseke mezin kire dilê dijmin de.
Piştî axaftinan merasîm bi şanoyek ku li ser çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan ji laiyê koma şano ya Hesekê ve hate pêşkeş kirin bi dawî bû.