Kongreya ciwanên Reqayê û gundewarên wê ku bi armanca avakirina meclisa ciwanên Reqayê îro di satên sibehê de hate li darxistin bi dawî bû.
REQA – Kongreya ku bi diroşmeya “Ciwanên Reqa pêşengên gohertinê ber bi Sûrya pêşerojê” li hola Altac ya bajarê Reqa bi tevlîbûna bi sedan ciwanên Reqa û gundewarên wê her wiha ciwanên herêmên Firat û Cizîrê hate li darxistin.
Kongire bi deqek rêz girtin dest pêkir. Piştre dîwan hate hilbijartin. Piştî wê axaftin hatin gotin û kongire li ciwanan hate pîroz kirin.
Piştî axaftinan rapora salane ya ciwanên Reqayê hate xwendin û nîqaş hate meşandin.
Kongireya ku beriya kêliyekê bi dawî bû di dawiya wê de komîte û hevserokê meclîsê hatin hilbijartin.
1- Hevserokên Meclisê” Ahmed Alsalim û Meha Mihemed”
2- Komîta siporê” Neşwa Alşêxan û Ismaîl Alhiwêş”
3- Komîta rêxistinkirinê” Malik AL- Abdelah û Mizgîn AL-Abid”
4- Komîta ragihandinê” Ahmed Alhemud û Sacîda AL-Abdela”
5- Komîta perwerdê” Hisên Al-Ibêd û Leîla Al-Abid”
6- Komîta çand û hûner” Ahmed Silêman Alnasir û Meram Salih Albûş” .