Lê dîsa jî hînbûna bi çavan pêşketineke muhteşem e. Ev gotin têne fêhmkirin: ‘Xwedê ji bo xwe bibîne gerdûn afirand.’ Hukmê Hegel ê ji bo hayjixwehebûnê ‘Geist’ dibe madde têkildarî dîtinê ye. Dibe ku dîtin yek ji armancên pêkhatinê be.
Zewq û hisên êşê xwe weke zindîtiya havyan didin hiskirin. Herdu his jî hayjêbûna ji jiyanê bi bîr dixînin. Herçiqas bi zewq bibe ewqasî haya xwe ji jiyanê dibe, jiyanê qebûl dike; dîsa çiqasî êşê bikişîne ewçend haya xwe ji jiyanê dibe, lê derdê jiyanê nayê kişandin û dewamkirin. Herdu jî ji bo hînbûnê du dibistanên baş in. Zewq û êş ji bo hînbûnê gelekî giranbuha ne. Zewq mirov baş hîn dike, lê dikare rê li ber her dînîtiyê veke. Dîsa êş mirov baş hîn dike, ji lewra jî pirr bi hêz dike ku mirov qedir û qîmetê bide jiyanê. Dawiya zewqê nêzî êşkişandinê ye, lê di dawiya êşê de şensê jiyaneke bi zewq gelekî zêde ye. Jiyan ji bo cihêtiyên di navbera xwe de nîşan bidin, xwe pirr bi zewq û bi pirr êşkişandinê hîn dikin û datînin holê.
Ji ber ku têkiliya di navbera jiyan û mirinê de têra xwe xwedî karektereke metafizîk e, ya rast ew e ku mirov vê yekê di mijara civaka insên de lêbikole û li ser raweste. Di dabaşa heywanan de yek ji xusûsên divê mirov li ser raweste mijara goştxwarinê ye. Cîhana heywanan bi tevahî xwe bi nebatan xwedî dike û wisa jiyana xwe dewam dike. Goştxwarin hewcedarî û pêdiviyeke nebenabe nîne. Lê komeke mezin a goştxwiran heye. Divê em van çawa rave bikin? Pirr zêdebûn gefan li jiyanê dixwe û ev xusûs dikare bibe hêmanek ji bo em mijarê ji hev derxînin. Bi têkiliya cinsî zêdebûn rêyeke dewama cinsan misoger dike, lê wexta ev zêdebûn sînorê xwe derbas bike, dikare derfet û îmkanên jiyanê tine bike. Mînak bi lez zêdebûna mişkan dikare nebatan tine bike. Heywanên mîna pez û dewaran jî dikarin qira nebatan bînin. Her weha di cîhana çivîkan de zêdebûneke bê tewazun heye. Di rewşeke welê de jî mar, şêr û baz li ser kar in, ev jî bi armanca tinekirinê nîne, ji bo cîhana heywanan hebûna xwe dewam bike weke mecbûriyetekê derdikeve holê. Heye ku bi tehlûke be, mirov vê dabeşbûna rolan a di xwezayê de bê edaletî bibîne. Lê di vir de wezneke nazik heye. Kengî ev wezin hat xirakirin û naverast tijî mar, şêr û baz bibin, hingî li dawiyê wê kêm heywan bimînin. Xwe bi serûberkirina sîstemên xwezayî tiştekî gelekî balkêş e.
Em ê li ser zêdebûna bi têkiliya cinsî, girîngiya bi serûberkirina wê di civaka mirov de, cihê wê di dewamkirina jiyanê de û têkiliya wê bi exlaq, bi awayekî berfireh binirxînin. Eger em mirov weke hêmanê bingehîn ê mijara xwe destnîşan bikin û ji nû ve li têkiliya wî ya bi cîhana biyolojîk re vegerin, em ê karibin bibînin ku bi tevahî xisletên jiyanê di mirov de xulase hene. Bi tevahî xislet û taybetmendiyên jiyanê yên em ji heywan û nebatan dizanin, em dikarin li cem mirov bibînin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku mirov hem armanca pêşketina cîhana heywan û nebata ne, hem jî warisê wan e. Ruhberekî di ser mirov re belkî mirov weke feraziyekê bifikire. Jixwe di mirov de qabîliyeta mezin a fikrê belkî jî dike ku pêkhatineke nû, hewce neke. Qabîliyeta fikir û hînbûnê ku xisleteke bingehîn a zindiyan e, weke pêşketineke mejî li asta herî jor e. Xwenaskirina gerdûnê bi mirov dibe. Ayeta di Pirtûka Pîroz de dibêje; ‘Ji bo bême naskirin min insan afirand’ belkî jî bi vê maneyê ye.
Bêguman mirov ketina serhev a zindîtiya heywan û nebatan hemûyan e, berevajiyê wê ne rast e; ango hûn bi tevahî heywan û nebatan bidin serhev nakin mirovek. Di vir de hewce dike ku em mirov weke cîhaneke cihê bibînin û li ser rawestin. Mebesta me ew nîne ku em bi têgihiştina gerdûnê ya ‘navend-mirov’ rabin. Ez qala panteizmê (yekîtiya xweza-xweda) jî nakim. Ez hewce dibînim ku ferqa mirov weke cinsekî xweser rave bikim. Mirov ewçend girîng e ku hewce ye bi awayekî cihê were nirxandin. Ya sêyemîn, wê wextê girîng e ku em bibêjin; mirov di civakeke xweser de xwe pêkaniye û ji bo rejîm û lêgerîna heqîqetê rêbazeke manedar e, û hêja ye, em wî weke cins bikin mijara xwe.
Qutbûna mirov ji ‘prîmatan’ di warê qonaxên pêşketinê yên cinsan de ji bo mijara me girîng nîne. Bêguman hem di cîhana heywanan û hem jî di cîhana nebatan de gelek mînakên bihevrebûnê yên dişibin kom û civakan hene. Gelek cure û texlîd, heta kom hene, neçar in li gorî xwezaya xwe bi hev re bijîn. Dar bê daristan, masî bê col-kerî nabin.
Lê civaka mirov jî weke wî xwedî xislet û taybetmendiyên cihêwaz e. Belkî jî civak bi xwe mirovê herî payeberz û bilind e. Yan jî civak ew organîzasyon e ku mirovê jor û bilind afirandiye, wê biafirîne. Eger em mirov ji nava civakê biavêjin nava daristanê, ew ê nikaribe xwe ji prîmatbûnê xilas bike. Wexta em çend mirovên din wekî wî/wê bidin cem, ya dest pê bike, wê pêvajoyeke mîna li cem prîmatan destpê bike. Heman tişt ji bo cîhana heywanan nabe. Ev rewş bi xwe jî nîşan dide ku qîmeta civaka mirov gelekî cihê ye. Rola avakirina mirov a civakê û avakirina civakê ya mirov jî bûyereke bêhemta ye.
Bêguman mirov nebe, civak jî nabe. Lê mirov eger civakê bi tenê ji koma mirovan bihesibîne şaşiyeke girîng e. Civaka bê insan ji prîmatan wêdetir nikare bibe tiştek. Civaka bi insan dibe xwedî hêzeke mezin. Xwe digihîne hêzeke mezin a fikrê. Belkî jî biryara mirovekî (teqandina bombeyên nukleerî) wê karibe dinyayê hemûyî wergerîne çolekê. Ev insan dikare derkeve ezmanan. Dikare vedîtin û keşfên bê sînor bike. Em ji bo hêza civatbûnê nîşan bidin van mînakan didin. Herçend avakirina civakê mijara ‘sosyolojiyê’ be jî ya em dixwazin ji hev derxînin û analîz bikin tiştekî din e. Avakirina rejîma heqîqetê û xwegihandina zanînê, wer xuya ye; bê civak nabe. Her tiştê li cem ferdekî diqewime divê civakî be. Em li vir tenê behsa heywan û nebatan, û heta qala ew mirov ê warisekî gerdûna kîmyewî û fizîkî ye, nakin. Em behsa wî mirovê ku bi civakê çêdibe dikin.
Modernîteya kapîtalîst jî di navê de, sîstemên şaristaniyê hemûyan mirov ji dîrok û civakê qut lêkolan. Ya rastî, pêkhatin û fikir, û her çi tiştê der barê mirov de ji dîrok û civakê qut, weke berhema ferdên jor-civakê hatin destnîşankirin. Ji vir jî qralên tazî û li piştperdeyê, xwedayên bi maske û bê maske hatin vedîtin. Jixwe wexta em têgihiştina xwe ya der barê civakê de hûrûkûr bikin, em ê karibin van xweda û qralan hemûyan analîz bikin, û nîşan bidin ku ji kîjan fikrê tên, fikra wan ji kîjan pêkhatinên civakî derketiye, û bi taybetî jî em ê destnîşan bikin ka çavkaniya wan çawa sîstemên civakê yên zordarî û mêtingeriyê ne.
Yek ji pirsgirêka bingehîn a rêbazê ye ku têkiliya civak-mirov manedar nîşan bide. Bacon û Descartes ku xwe gelekî zanistî dihesibînin, wexta pirsgirêkên xwe yên rêbazê guftûgo dikin, wer xuya dike ku haya wan ji civaka di navê de ne nîne. Em îro baş dizanin ku civaka ew ketine bin tesîra wê, sîstema dinyayê ya bi navê kapîtalîzmê ava kiriye. Li ser navê vê civakê îro welatên mîna Hollanda û Ingilîstanê hene. Rêbazên ava kirine, ji wan fikrên civakê ne, derî heta ser piştê (heta dawî) li kapîtalîzmê vedikin.
Wê wextê, eger em civaka mirov weke kategoriyeke bingehîn bibînin û pê dakevin, em dikarin çi lêbikolin?
a- Civak pêkhatinek e ku bi xisletên xwe mirov ji heywên vediqetîne. Me ev xusûs têra xwe rave kir.
b- Çawa ku civak ji aliyê mirovan tê avakirin, civak jî ferdên mirovan ava dike, çê dike. Di vir de xusûsa bingehîn a divê were fêhmkirin ew e ku civak an jî kom bi destê mirov, bi qabîliyeta wî hatine avakirin. Civak pêkhatineke jor-mirov nîne. Ji ber ku bi kûrahî di bîr û hafizeya mirov de cih girtine. Herçend ji totem heta xwedê weke nasnameyekê xwe nîşan bidin jî di encamê de eşkere ew bi destê mirov hatine hûnandin. Eger insan tine be, civakeke totem û xweda dewam bike tine.
c- Civak ji aliyê dîrok û mekan ve bi sînor in. Bi gotineke din, dema civak têne avakirin zemanekî wan û şertên wan ên cografîk hene. Avakirina civakan ji dîrok û cografyayê qut nîne. Utopyayên civakan ên bê zeman û di her şertî de dibin, xeyalên tewş in.
Mijara dîrokê, ji bo zindiyan bi giştî, ji bo mirovan bi taybetî zemanê ew pêve ne, îfade dike. Di serî de demsal-werz gelek dem û dewran di pêkhatina cinsan de zarûrî ne. Jixwe ti pêkhatin tineye, dema xwe nebe. Tê fêhmkirin ku têgîna ‘ebed-ezel’ jî bi taybetî tenê ji bo ‘guhertinê’ ye. Ango ya naguhere û ya tenê bê zeman e, guhertin bi xwe ye. Têkiliya dîroka bi civakê re hînê zêde û dem kin e. Ji bo gerdûnê behsa mîlyaran salan tê kirin, lê ji bo civakan wexta behsa hezaran salan hat kirin, belkî têgîna demeke dirêj were bi karanîn. Demên zêde ji bo zeman têne bi karanîn, roj, meh, sal û sedsal in. Mekanê civakan jî bêtir têkiliya xwe bi hebûna heywan û nebatan re heye. Li herêma qutban û ekvatorê civak îstîsnaî hene. Dewlemendiya heywan û nebatan li herêmekê dikare ji bo civakan jî zemînekî baş çêke.
Gelek dînan û ekolên fikrê yên di nava rêûresma dewlet û hîyarerşiyê de avabûn, sîstemeke ji mekan û dîroka civakî qut, hewldan weke çarenûsekê li ser zêhnê mirov ferz bikin. Çawa ku tê îdîakirin; hin qehremanan dîrok ava kirine, hin şîretkarên dînî û fikran jî sîstemên dîn û fikrê yên ji civakê qut ava kirine. Fikra kapîtalîst gelekî cih dide zanistê, lê tevî vê jî nemaze der barê civakê de fikra xwe dispêre ferd bi taybetî dike esas. Kîjan sîstema fikrê ya felsefî û dînî rê li ber çêbûn û şikilgirtina civakê vekiriye timî di tariyê de tê hiştin. Têra xwe îspat bûye; çawa ku zeman û mekanê civakê ferd ava dike, bi taybetî ferdên bi formasyonekê rabûne jî di şikildana siberojê de roleke avakirinê bi cih tînin. Ji lewra jî pirsgirêkên rêbazê û têgihiştina li heqîqetê, hêmanên dîrokî û mekanî weke şertên sereke ferz dikin.
d- Yek ji xusûsên girîng jî ew e ku rastiyên civakî di karekterê avabûnê de ne. Pirrî caran mirov pê dixapin ku saziyên civakî û pêkhatinên wan rastiyên xwezayî dibînin. Rejîmên rewakirinê yên sîstemên civakî xwe weke wê hîç neguherin û pîroz in, pêşkêş dikin. Pirr bi rêkûpêk weaz dikin ku xwediyê saziyên xwedayî ne, û wer hatine wezîfedarkirin. Di modernîteya kapîtalîst û civakê de gotina dawî tê gotin, saziyên lîberal îdîa dikin ku alternatîfa wan nîne, û heta hewl didin enjekte bikin ku ‘dawiya dîrokê’ ye. Tim û tim behsa destûrên bingehîn û rejîmên siyasî yên naguherin û nayên guhertin dikin. Herhal em dikarin bi dîrokçeyeke kin bibînin ku ev pêkhatinên naguherin û nahejin, temenê wan bi tevahî sedsalek jî nîne. Di vir de ya girîng ew e ku mirov bibîne çawa bi gotinên siyasî û îdeolojîk rojane fikir û îradeya mirov girê didin. Kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê gelekî hewcedariya xwe bi vê retorîka siyasî û îdeolojîk heye. Bêyî retorîkeke xurt a îdeolojîk û siyasî rêvebirina civakên îro gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê, organên medyayê gelekî pêşdebirine û xurt kirine. Dîsa pirraniya saziyên fikr û zanistê bi kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê ve hatine girêdan.
Em çiqasî karibin fêhm bikin ku rastiyên civakî ew rastî ne ku tim û tim hatine avakirin, em ê ewqasî jî karibin hukim bikin ku ji nû ve avakirin û xirakirina wan hewcedariyek e. Rastiyên civakî yên naguherin û nayên xirakirin nînin. Jixwe xirakirin û dejenerekirina saziyên zordar û mêtinger yek ji şertê jiyana azad e ku jê nayê gerîn. Em wexta dibêjin; rastiya civakî, mebesta me bi tevahî sazîyên maddî û îdeolojîk ên civakê ne. Ji ziman heta dîn, ji mîtolojiyê heta zanistê, ji ekonomiyê heta siyasetê, ji huqûqê heta hunerê, ji exlaq heta felsefeyê di qadên civakê hemûyan de rastiyên civakî timî di şert û mercên munasib ên zeman û mekan de têne avakirin, xirakirin, restorekirin û yên nû têne pêkanîn.
e- Girîng e ku mirov bi awayekî sûbjektîf li têkiliya ferd û civakê nenêre. Ferdên di nav dîrokê de şikil girtine, beşdarî tevahiya qadên civakî dibin yên ku zimanekî xwe yê diyar û rêûresmên xwe hene û me ew qadên behskirî jimartibûn. Ne weke ku ew dixwazin û li gorî dilê xwe beşdar dibin, li gorî rêûresm û saziyên civakê berê û bi nazenînî amade kirine beşdar dibin. Ji civakîbûna ferd re hewldaneke mezin a hînbûnê divê. Ango kengî ferd çanda rabirdûyê ya civakê ji can û dil qebûl kir, wê demê dikare bibe endam û mensûbê wê. Ji bo mirov bibe civakî, timî hewcedarî bi hewldanekê heye. Her çalakiya civakî di heman demê de çalakiyeke civakbûnê ye. Ji lewra ferd, ne ku weke dixwazin, li gorî civak dixwaze ava dibin û nikarin xwe ji vê yekê xilas bikin. Ji ber ku civakên li mêtingerî û zordariyê vekirî bêguman civakên hîyarerşîk û çînî ne, daxwaza azadî û berxwedanê ya ferd jî wê her hebe. Ferd wê civakbûna bi koletiyê tê avakirin ti carî bi rizadilî qebûl neke. Dîsa wê qebûl neke ku bi civakên mêtinger, biyanî û cuda re bibe yek û wê li dijî asîmîlasyonê jî li ber xwe bide. Lê dîsa jî wê hewl bidin ferd di nava çerxên saziyên perwerdê û zordariyê yên civakê de bihelînin û heta tine bikin. Çerxên civakî wê mîna aş, bihêrin û li gorî xwe ji ar û hevîr amûran çêkin. Çi nakokiyên navbera saziyan, çi jî mirovê li ber xwe dide wê her tim di nav civakê de li gorî mêzînan li hev bikin û cihekî bigirin. Ne hêza civakê ya mutleq a helandinê heye, ne jî ferd şensê xwe heye bi tevahî ji civakê qut bibe.
Xulase, mirov dikare civakê bi helwesteke nêzî rastiyê li ser mînaka insan bi xebatekê, bi rêbaz û rejîmên heqîqetê lêbikole û bigihîje encamên manedar.
Ya çaremîn, zêhnê mirov gelekî di asteke nerm û qayişokî de ye, ev yek jî dike ku xebatên me manedar bibin. Mirov xwezaya zêhnê insên nas neke, îdeayên heqîqet û rêbazê tewş in.
Dema me hewlda zêhniyeta mirov nas bikin, me timî behsa dualîbûna wî kir. Di mejiyê mirov de lob a rastê beşê pêşketî yê fikra hisî ye û di warê beridandinê de kevintir e, lob a çep a mejî jî li gorî fikra analîtîk e, û timî li pêşketinê vekiriye, ji ber vê xisleta xwe gelekî nerm û qayişokî ye. Di cîhana heywanan de his û fikir nêzî asteke wekhev in. His bi refleksên bi şert û bê şert bersiva tiştên hîn dibin didin, ango pêdiviya wan bi cih tînin. Ev reaksiyonên di nava kêliyan de rûdidin. Heman reaksiyon li cem mirov jî hene. Mînak beden yekser bersiva agir dide. Ji bo vê hewcedarî bi fikra analîtîk nîne. Lê ji bo derketina girê Everestê hewcedarî bi analîzkirina sedan şert û mercî heye. Kengî jî bi tevahî şert û merc hatin analîzkirin, paşê biryara ketina ser rê tê dayîn. Di fikra hisî de para pêxapandinê nayê pirsîn. Xwestek û ajoyên hundirîn çawa reaksiyon nîşan bidin, welê tevdigere. Fikra analîtîk dikare bi salan biajo. Rêbaz, xebat û gera me ya li heqîqetê neçare xwe bispêre vê fikrê. Nîzama xebatê ya zêhnê me neyê naskirin, agahî û zanîna me der barê rêbaza rast û heqîqetê de wê xweber û sererast bin. Wê wextê berê pêşî divê em zêhnê bi xwe baş nas bikin.
Xisleta yekemîn a zêhnê me ew e ku gelekî nerm û qayişokî ye. Em dikarin bibêjin, ji bilî zêhnê me bi tevahî tiştên di gerdûnê de çêbûne di warê hilbijartina azad de şensê xwe pirr bi sînor in. Mirov mumkîn e ku qadên azadiyê bi neqebên teng bifikire. Em nizanin di pêkhatinên gerdûna makro û perçikên jêr-atoman de hilbijartina azad çawa diqewime. Lê belê em dikarin li curbicuriya gerdûna heyî binêrin û vê yekê bi encama cîhana perçikan, bi tevgera nerm a di gerdûna makro de û bi qabîliyeta hilbijartina azad a mumkîn dibe, fêhm bikin. Di mejiyê mirov de jî ev neqeba nerm û qayişokî ya bi hêsayî ditewe gelekî fireh bûye. Herî kêm em di warê potansiyelê de xwedî asteke tevgerê ya azad a bê sînor in. Bêguman em ji bîr nakin ku ev potansiyel tenê bi civakbûnê re wê çalak bibe.
Xisleta duyemîn a zêhnê me ew e ku nermbûna zêhniyeta me bi qasî ku li têgihiştinên rast vekiriye, li têgihiştinên şaş jî vekiriye. Li ser hîmê vê xislet û taybetmendiyê, di tevna his, zext û nermbûnê de her kêlî dibe ku ji rê derkeve. Ji ber vê bi mekanîzmayên êşkence û zextê yên armanca wan nêçîra hisane polîtîkayên gêzerê28 esas têne girtin û ev yek jî bi xapandin û kirinên çewt re têne meşandin. Nîzamên hiyarerşî û dewletê yên bi hezarên salan e, li ser zêhna mirov zordestiya xwe danîne, bandorên gelekî mezin lê kirine, hema bêje zêhniyeteke li gorî xwe ava kirine. Yek ji xisleta zêhnê ew e ku pirrî caran bi xelatdayînê dibe nêçîr. Li hemberî vê, zêhnê me xwedî xisleta berxwedanê ye, ji bo dîtina rêya rast û xwe gihandina heqîqetên mezin jî taybetmendiyên bêhemta nîşan dide. Di van wesfên mirovên mezin de rola zêhna wan a serbixwe diyarker e. Hilbijartinên azad herî zêde kengî zêhn serbixwe dibin pêk tên. Di navbera têgihiştinên dewlemend û serxwebûnê de têkiliyeke nêz heye. Ji serxwebûna zêhnê mebest ew e ku hînê zêdetir dikare bi pîvanên adil tevbigere.
Me got, di binê têkiliya edalet û rastiyê de pergala gerdûnî heye. Wê wextê mirov dikare bibêje; zêhnê karibe adil bibe, li gorî pergala gerdûnê ew zêhn e ku şensê hilbijartina azad bi dest xistiye. Ji bo vê jî dîroka azadiyan weke hêzeke mezin a perwerdekar (dîroka civakî) zêhnê me perwerde dike û ji hilbijartinên azad re amade dike. Nêzîkatiyên psîkoanalîtîk hewl didin kûrahiya zêhnê me bipîvin ku her diçe zêde dibe. Psîkoanalîzm weke qadeke nû ya zanînê her diçe girîngiya wê zêde dibe. Lê belê psîkoanalîzm bi serê xwe ji bo gihiştina agahiya rast û kêrhatî têrê nake, ji ber ku ferdê/ferdî serbixwe lêdikole. Ango tu ji civakê qut bi mirov dakevî ev yek wê rê li ber agahîgirtineke ne tekûz û kêm veke. Ji bo vê kêmasiyê temam bike vê gavê sosyopsîkolojî jî diyar e ku rola jê tê xwestin nalîze. Ma sosyolojî hîmê wê rast hatiye danîn ku sosyopsîkolojî encamên rast bide. Bi psîkolojiyê em dikarin zêhnên mirovan baş nas bikin. Em dikarin mirov weke super-heywan bi psîkolojiyê nas bikin. Lê belê em ji bo naskirina mirov weke heywanekî civakî, hînê em li serê meselê ne.
Em têdigihên, eger bêyî ku em pêkhatina zêhnê xwe baş nas bikin sîstema rêbaz û zanînê bisewirînin, encamên serketî jî êdî xweber û tesadûfî ne. Lê em zêhnê xwe rast û bi kûrahî nas bikin û bigihînin pozîsyona azad-hilbijartinê (azadiya civakî), ji bo têgihiştineke rast, rejîma zanînê û rêbaza me wê bersivê bidin. Di van şertan de xebatên me yên li gorî rêbazê tevî agahiyên rast ên gihiştine hev, wê îhtîmala ku em bibin ferdên azad û civakeke azad mezintir bikin.
Ya pêncemîn, xisleta mirov a di karektera metafizîk de ji alî sîstematîka agahî û rêbazê ve mînakeke bê hemta ye. Rêbaz û zanista xwegihandina agahiyê (epîstemolojî) kengî xisletên mirov ên metafizîk hatin analîzkirin dikarin hînê bi kêr bên. Ji bo avakirin û afirandina metafizîkê serwextbûna li mirov dibe mijareke girîng a lêkolînê. Yek ji pirsgirêkên civakî ya herî kêm hatiye analîzkirin ew e ku em negihiştine wê astê; em mirovê metafizîk nas bikin. Mirov çawa dibe metafizîk? Sedema vê kîjan pêdivî û hewcedarî ye? Aliyên wê yên erênî û neyênî çi ne? Bê metafizîk jiyan dibe? Taybetmendiyên sereke yên metafizîkê çi ne? Gelo metafizîk bi tenê di qada fikir û dînî de ye? Têkiliya di navbera metafizîk û civakê de çi ye? Weke tê zanîn û bawerkirin, gelo metafizîk dijberê diyalektê ye, mirov dikare bi wê bi sînor bike? Em dikarin pirsan di vî warî de zêde bikin.
Madem mirov sûbjeya bingehîn a zanîna me ye, hingî divê em ji wesfên bingehîn ê vê sûbjeyê, fikra metafizîk û saziyên wê nas bikin; naxwe wê îdîa me ya xwegihandina agahiya têrûtijî ji vê çavkaniyê kêm bimîne. Em behsa qadekê dikin ku çi sosyolojiyê, çi jî psîkolojiyê ji xwe re hîç nekirine derd û pirsgirêk. Di serî de qada dînî, gelek ekolên fikrî weke metafizîk hatine qebûlkirin, û vê yekê kiriye mirov nikaribe ji nava pirsgirêka metafizîkê derkeve. Metafizîk yek ji xisletên sereke yên mirovê civakî ye, û di hîmê nêzîkbûna me ya pirsgirêka metafizîkê de jî ev taybetmendiya wî heye. Metafizîk avakirineke civakî ye ku mirovê civakî nikare jê bigere. Eger em mirov ji metafizîkê bikin, em ê wî/wê yan wergerînin heywanekî super (Ev têgîna Nietzche ji bo Elmanan bi kar aniye di dema Elmanya –Nazî- de hatiye îspatkirin) yan jî wergerînin kompûtureke super. Mirovatiyek e ku gihiştibe vê astê, gelo çiqas şensê wê heye weke mirov bijî?
Em niha binêrin ka mirovê metafizîk çi ye.
a- Exlaq xisleteke mirovê metafizîk e.
b- Dîn xisleteke girîng a metafizîkê ye.
c- Tevî şaxên xwe hemiyan huner dikare tenê weke metafizîkê bê binavkirin.
d- Mirov civaka sazîbûyî, û heta civakê bi tevahî weke metafizîkê bi nav bike, li cih e. Bi gelek xisletên din ku em karin rêz bikin, gelo mirov çima û çawa dibe metafizîk?
Yekemîn, kapasîteya fikrê ya mirov e. Weke gerdûna hayjixwebûyî mirov, ji bo dehşeta (hem ji alî êşê, hem jî ji alî bexteweriyê) ketiye navê bidebirîne, neçar maye xwe weke hebûnek di serfizîkê re çêke. Jixwe wekî din nikarîbû ji heqê bextewerî û êşên fizîkî derketa. Ji bo mirov karibe xwe li hemberî şeran, mirin, şehwet, xwestek, delalî û wekî din ragire sazî û fikra metafizîk hewcedariyên welê ne, dest ji wan nabin. Hewcedariyên behsa wan tê kirin jî ji bo pêk werin; xwedê tine be, xwedê tê vedîtin, hûner tê çêkirin, agahî û zanîn tê pêşdebirin.
Ji aliyekî din ve, mirov metafizîkê weke ji fizîkê wêdetir bifikire, ne hewce dike bê mehkûmkirin û ne jî pesnê wê bê dayîn. Ya rastî, hebûnek e, herî zêde zorê dide sînorên metafizîkê, mirov e. Mirov ji fizîkê wêdetir metafizîk e, û sedema vê yekê jî ji karektera wî ya ontolojîk e. Ti maneya xwe jî nîne ku mirov tenê weke fizîk mayînê biparêze. Ya rastî, tenê weke fizîk mayîn wê rê li ber bi navkirina ‘mirovê mekanîk’ veke. Ev, ji alî Descartes ve ji zû ve bi têgîna weke ‘ruh’ hatibû binavkirin ku ravekirineke wê ya zanistî tinebû, û bi vê xwestibû xwe ji vê pirsgirêkê xilas bike.
Ya duyemîn, civak bêyî exlaq dewam nakin. Ji bo vê jî hewcedarî bi metafizîkê heye.
(SIBE DEWAM DIKE)