Ciwan û jinên Ciwan ku li hember dagirkeriyê li Qendîlê xwe kirine mertalên zindî bi merasîmekê çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan”Zeyneb Kinacî” bi bîr anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Merasîma bi deqîqeyek rêz girtin dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Ciwanên Welatparêz Zîlan Pêncwênê axivî.
Pêncwênê têkildarê salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan wiha axivî, “Em weke jinên ciwan û Mertalên Zîndî şopdarên xeta şehîd Zîlan ya fedayî ne. Em ê li ser hîma vê xetê li dijî hemû dagirkeriyên li Kurdistanê rawestin.”
Zîlan Pêncwênê diyar kir ku yên li dijî êrîşê dagirkeriyê dernakevin û bêdengin jî hevparê dagirkeriyê ne û bang li herkesê kirin ku li dijî dagirkeriyê bisekinin û got ku divê li çiya, deşt û bajaran herkes li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de bin.
Zîlan bang li jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê jî kir ku ji bo parastina rûmeta gelê xwe berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.
Merasîm bi dirûşmên, ‘Bimre dagirkerî’, ‘Li dijî dagirkeriyê Serî Hilde’ bi dawî bû.