Civak tenê bi hukmekî azadane dikare bi exlaq were bi rêkûpêkkirin. Sovyeta Rûsyayê û Firewnên Misrê tevî rasyonelîteya xwe hemûyî jî hilweşiyan. Em dikarin vê jî bi mehrûmbûna wan a ji exlaq rave bikin. Rasyonalîte bi serê xwe nikare civakê dewam bike. Belkî karibe civakê bike mîna robotan, yan jî heywanekî pêşketî, lê nikare mîna insan biparêze. Em hinek taybetmendiyên exlaq bijmêrin: xweragirtina li êşê û bi cihanîna hewcedariya wê, bi sînorkirina zewq, xwestek û şehwetê, zêdebûna mirovan ne fizîkî bi pîvanên civakê ve girê dide; li gorî tercîha guhdan û guhnedana rêûresman û dîn biryarê dide. Mînak; têkiliya cinsî ya mirov pê zêde dibin bi pîvanan girê daye û ev li cem mirovan hewcedariyeke pêwîst e. Em zêdebûna şêniyan kontrol nekin civak dewam nake. Ev mijar bi xwe jî pêdiviyeke zêde bi exlaqê metafizîkê nîşan dide.
Ya sêyemîn, mirov bi hunerê xwe cîhaneke xwe ya xas bi xwe diafirîne. Civak tenê bi afirîneriyên di qadên bingehîn ên weke deng, resim, mîmarî û wekî din de xwe dewam dike. Ma mirov li civakeke bê muzîk, edebiyat û mîmarî dikare bifikire? Afirîneriyên di van qadan hemûyan de têne maneya metafizîkê. Bi van afirîneriyan civak dewam dike û bêyî wan civak nikare dewam bike. Huner bi têgihiştineke metafizîk hatiye hûnandin û hewcedariya insan a estetîzmê tedarik dike. Mirov çawa dikare bi exlaq qencî û xirabiyê ji hev bike û maneyê bidiyê, bi hukmê xweşik û nexweşik jî maneyê dide tevgera hunerî.
Ya çaremîn, qada rêveberiya polîtîk jî bi gelek hukmên metafizîk tijî ne. Qada polîtîk bi xwe pirr bi xurtî ji avabûnên metafizîk pêk tê. Em nikarin polîtîkayê bi qanûnên fizîkî rave bikin. Jixwe rêveberiya bi qanûnên fizîkî yên zêde robotî ye; bi dirûvekî din ‘rêveberiya keriyan’ a faşîzmê ye. Eger em bibêjin; di qada polîtîk de maneya tevgera azad heye, wê wextê em careke din karektera metafizîk a mirovê polîtîk destnîşan dikin. Gotina Arîsto ya dibêje; ‘Mirov heywanekî polîtîk e’ zêdetir vê rastiyê bi bîra mirov dixe.
Ya pêncemîn, bi taybetî divê em bibêjin; qadên mîna huqûq, felsefe, dîn û heta qada zanistî (scientism) bi metafizîkê barkirî ne. Em dizanin di civaka dîrokî de ev qad bi tevahî ji aliyê çend û çawatiyê bi berhemên metafizîk tijî ne, û barkirî ne.
Piştî ku me di jiyana ferd û civakê de giraniya metafizîkê tespît kir, em niha dikarin ji bo nêzîkatiyên hînê manedar gav ber bi pêş ve biavêjin.
1- Nêzîkatiyên metafizîk di dîroka pêşketina xwe de xwe yan bi tevahî mezin kirine û weke heqîqeta bingehîn nîşan dane, yan jî ji aliyê dijberên xwe ve hatine rexnekirin û bi tevahî weke qadeke qelp û dekûdolabekê hatine dîtin, weke gotin û têgihiştinên mirovan dixapînin û rastiya wan nînin, hatine hesibandin. Di herdu nêzîkatiyan de mirov dikare îdîa bike ku yan haya wan ji têgihştinên civaka dîrokî nînin yan jî mijar zêde mezinkirine û nepixandine. Xusûsa herdu têgihiştin jî haya wan jê nebûye ew e ku metafizîk ji kîjan xislet û hewcedariya civakî peyda bûye. Beşê metafizîkê mezin û bilind dike, têkiliya bi cîhana fizîkî re daye aliyekî, mîna ku bêserûbinî azad be, xapiyaye. Kesên di vî beşî de têkiliya fikir û ruh bi cîhana maddî re yan înkar kirine yan jî berevajî kirine ku di nîzamên ser xwedayî re gelek caran insan rakirine payeya xwedê, di cîhana fikrê de bist bûne û zêde mezinkirine. Bêguman bûyerên em behsa wan dikin, bandora nîzama dewlet û hîyarerşiyê li ser wan zêde ye.
Beşê girîngiya metafizîkê înkar dike jî, cîhana materyalîst, şaristaniya maddî di van demên dawî de rasyonalîte29 û pozîvîtîzm kiriye ala xwe û êriş dike, dibêje: her tiştê bêhna metafizîkê jê tê nexweşî ye, amûrên xapandinê ne, divê bi tevahî bêne redkirin. Lê paşê pê hat hisîn ku bi taybetî pozîtîvîzm û rasyonalîteya modernîteya kapîtalîst xwediyê wê ye, rê li ber têgihiştina jiyanê ya ‘keriyê faşîst’, ‘mirovê robot-mekanîk’ û ‘sîmulasyonê’ û her wisa tinekirina hawîrdorê û hilweşandina civaka dîrokî vekir. Pirr zêde girêdana bi qanûnên fizîkê, hilweşandina civakê û jihevdeketina wê bi xwe re tîne. Bi vî awayî jî îspat dibe ku ‘zanist’ metafizîka herî xirab e. Eger maneyeke jiyana civakî hebe! Divê ez bi girîngî bibêjim; têgihiştina ‘zanistî’ meteryalîzma herî seresere ye, pisporekî baş ê perwerdekirî yê îstîsmar û desthildaran e, ango bi zanebûn an jî bi nezanî di wê rewşê de ye ku xwe herî zêde dixapîne û şêwazekî bermahiyê metafizîkê temsîl dike.
2- Yên li herdu aliyan cih nagirin û mirov dikare wan weke ‘nîhîlîst’ jî bi nav bike, dibêjin ew neçar nînin li herdu aliyan cih bigirin, alîgirî an jî dijberiya metafizîkê hewce nake û îdîa dikin ku mirov dikare tam serbixwe bijî. Ev tof û komika bê zirar xuya dike û wer disekine, divê mirov bibêje ku ya rastî, komika herî bi tehlûke ye. Qet nebe herdu aliyê din îdealên xwe yên mezin hene. Haya wan ji buha û nirxên temsîl dikin heye. Di şikildana civak û ji nû ve avakirina ferd de xwedî gotin in. Lê komika tam serbixwe, tevî ku di nava civakê de û bi nirxên wê dijî, bi helwesteke nîhîlîst (înkarwarî) bawer dike ku wê bi jiyaneke ne ji wir karibe bijî. Ew beş e ku herî zêde nêzî metafizîkvanên ‘zanistî’ ne. Modernîteya kapîtalîst hejmara vî beşî zêde dike. Ev beş ji hêmanên civakê yên têkçûyî, jihevdeketî û avêtine valatiyê pêk tên. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku ev beş herî zêde nêzî heywantiyê ye. Holîganên fûtbolê herî zêde nêzî vî beşî ne, û mînakeke wan nîşan didin. Komên mîna wan bi lez zêde dibin. Bi van mînakan mirov dikare îspat bike ku modernîteya kapîtalîst kansêrê çawa weke şewbê belav dike. Herdu helwestên dîrokî yên der barê metafizîkê de di encamê de di têgihiştina zanistî ya pozitivîst a modernîeteyê de dibin yek. Dînê wan metafizîka kirasê xwe guhertî pozitivîzm e, xwedayê wan jî dewleta netewe ye. Xwedayê maskeya xwe derxistî, bi şiklê dewleta netewe di civakên modern hemûyan de bi remz û rîtuelên berfireh tê pîrozkirin.
3- Ez difikirim ku mirov dikare bibe xwedî helwesteke hînê bi tewazun û ev yek jî hem hewce ye, hem jî mumkîn e. Ya rastî, divê mirov metafizîkê weke şiklekî avakirina civakê bizanibe û di polîtîka, huner, exlaq û fikrê de metafizîkeke nêzî ‘qencî, delalî, azadî û rastiyê’ bibîne û pêşxistina tiştekî wisa jî weke wezîfeyeke bingehîn qebûl dikim. Mirov ne bi tevahî qebûl bike, ne jî bi tevahî red bike û ne jî mirov bikeve nav fikrên beredayî yên serxwebûna tam; divê mirov weke di dîroka civakî de timî hatiye dîtin gera li ‘xweşikî, delalî, qencî, azadî û rastiyê’ dewam bike ku ev cewherê ‘jiyana bi fazîlet û feraset’ e. Ez bawer dikim ku di civakê de ya jiyanê manedar dike, hunerê vê jiyana bi fazîlet e.
Bêguman em mehkûmê metafizîkan nînin. Lê em nikarin ji dîtin û pêşxistina ‘qenctir, delaltir, azadtir û rastir’ bigerin. Çawa ku çarenûsa me nîne, em bibin mehkûmê xirabî, krêtî, koletî û çewtiyê, her wisa şêwazê jiyaneke rast, azad, delal û qenc jî ne bê îmkan e. Weke alternatîfa herî xirab, em mehkûmê jiyana ‘nîhîlîst’ nînin ku bê berpirsiyarî û bêgavî (di serî de modernîteya kapîtalîst bi tevahî pergalên dewletdar û hiyarerşîk) rê li ber vedikin. Pevçûn û pevketina di vî warî de bi qasî dîrokê, ji demên destpêkê yên avakirina civakê dewam dikin. Di roja me ya îro de aliyê vê mijarê yê xweser ew e ku di dema jihevdeketina sîstemeke weke modernîteya kapîtalîst de diqewime; ev jî ji bo gera li qencî, delalî, azadî û rastiyê helwestên nû yên çalakî û fikrên xweser ên têkoşînê ferz dikin û hewcedariya ji nû ve avakirina civakê nîşan dide. Ji bo vê jî hewcedarî bi xebat û hewldanên bi xwestek ên di asta eşqê de hene, her wisa gera li rêyên herî zanistî yên nû (rêbaz û rejîma heqîqetê) jî hene.
Ji bo bihurandina ji modernîteya kapîtalîzmê, ji bo pêşdebirin û belavkirina modernîteya demokratîk, argumanên (amûrên îspatkirinê) heta vir min hewl da rave bikim, divê ji bo bersivdana pirsgirêkan mirov wan weke amûr û alav bi kar bîne. Bi qasî ku mirov rêbaz û rejîmên agahiyê yên rê li ber modernîteya fermî vedikin rexne bike, divê di heman demê de mirov sîstemên rêbaz û agahiyê (rêya heqîqetê) yên postmodernîteyê ku dikarin rê li demên nû vekin, rohnî bike. Amûr û alavên me ji bo vê ne. Me weke pirsgirêkeke kilît rave kir ka divê em çima û çawa li ser mirov biponijin. Hê jî gelekî girîng e ku ferd-civak rast bêne bi navkirin û fêhmkirin. Di vî warî de hewldanên sosyolojî, sosyopsîkolojî û antropolojiyê ji ber ku ji aliyê modernîteyê ve gelekî hatine berevajîkirin û ketina tora agahî-îqtîdarê bi xêrûber nînin. Hewldanên ferdî yên giranbuha jî bê rêxistin û bêrêkûpêk in. Di van mijaran de di serî de Dibistana Frankfûrtê, Fernand Braudel, hînê beriya wî Nietzche, piştî wî Michel Foucault, Wallerstein, gelek kesên di asta ekolê de nêzîkatiyên giranbuha nîşan dane, lê tevî vê jî rejîmên rêbaza nû û agahiyê yên demê (em dixwazin jihevdeketina modernîteyê û postmodernîteya nû weke modernîteya demokratîk bi nav bikin) hînê ji wan re gelek maye bibin sîstem. Hewldan gelek û giranbuha ne, lê parçeparçe û belawela ne. Weke Wallerstein bi xwe jî mikur tê, sedema bingehîn a vê rewşê bi jehrkirina bi destê sîstema kapîtalîst e. Ji ber tengavkirina modernîteyê fena ku di nav lepên wê de biperpite, diqirqil e.
Mînak gotinên Nietzsche ên weke ‘modernîteyê civak kiriye fena pîrekan, xesandiye û kiriye nola moriyan’ girîng in. Mîna ku pêncî sal pêşiya xwe dîtibe, gotina ji bo Elmanan bi kar anî ya weke ‘zerikê super heywan’ kerîbûyîna faşîst îfade dike. Dibêje; modernbûyîn, dewleta netewe dûrnêz wê keriyên faşîst biafirîne û wexta ji bo Japonan jî mînaka ‘neteweya morî’ aniye ziman dibêje wê civakên morî bikevin dewrê, eşkere ye, bi vî awayî fikreke xurt (Zerdeşt wisa ferman kir) tîne ziman. Fena ku pêxemberê serdema kapîtalîst be.
Max Weber jî wexta modernîteyê bi têgihiştina ‘civakê digre nav qefesa hesinî’ tespîteke girîng dike. Wexta rasyonelîteyê jî weke sedema wendakirina sêhra dinyayê dihesibîne, karektera maddî ya şaristaniyê destnîşan dike.
Fernand Braudel, zanistên civakî yên ji dîrok û mekan qut gelekî hişk rexne kirine. Behsên ji zeman û mekan qut jî weke ‘komên bûyerên tewş’ bi nav dike û bi vî awayî alîkariyên gelekî girîng bi pirsgirêka rêbazê re dike. Braudel hin têgînên girîng kirin malê dîrokê ku zêhnê mirov vedikin. Ew jî ev in: ‘dema kin→bûyerên dîrokî’, ‘dema konjekturel→dema dewranî ya krîzê’ û ‘dema dirêj→dema pêkhatinê’.30
Rexneya modernîte û rohnîbûnê ya Dibistana Frankfûrtê di wê astê de ye ku dikare rê li metodên nû veke. Adorno31 şaristaniya modernîteyê ya rê li ber ‘kampên komkirinê’ vekir, weke ‘di tariyê de dawîlêhatina serdemekê“ bi nav kir û ev nirxandineke xurt e. Nemaze gotina wî ya ‘jiyaneke şaş, rast nayê jiyîn’ pirr navdar e. Wexta li vê mikur tê ku modernîte ji alî rêbaz û agahiyê şaş hatiye avakirin, wer xuya dike ku pir baş serwext bûye. Rexneyên wî yên ji bo rasyonalîte û rohnîbûnê jî zêhnê mirov vedikin.
Michel Foucault di modernîteyê de li mirina xwedayê li ezmanan mirina mirov jî zêde dike. Ya rastî ev tespît têra xwe mirov hîn dike. Nemaze tespîta wî ya dibêje; desthilatdariya modern ji bo hundir û derveyî civakê tê maneya şerekî dewamî, bi rastî tespîteke xurt e ku baş nehatiye bikaranîn. Desthilatdarî-agahî-nexweşxane-girtîxane-timarxane-xwendinxane-ordûxane-karxane-kerxane, ev rêzetêgîn, bi qasî ku bi kêra rêbazan tên ji bo sîstemeke azad a agahiyan jî were danîn, yekser jî nebe bi heman awayî bi kêr tên. Michel Foucault ji ber ku zû mir analîza xwe ya der barê desthilatdarî-şer-azadiyê de temam nekir.
Di vê xebata xwe de dibêje; di hundir û derveyî civakê de her tim rewşeke şer heye. Bi vê tespîtê mîna dixwaze bîne ziman; modernîte mirov dikuje. Ji vir mirov dikare encameke weha derxîne; azadî şêweyekî jiyanê yê civakî ye ku bi ser ketiye jiyaneke civakî li derveyî şer ava bike. Eger wisa be, mirov heta qanûna karê û artêşên nîzamî yên hedef û çavkaniya wan mîlîtarîzm û îndustriyalîzm e ku bi tevahî amûrên hilweşandinê diafirînin, ji hukim nexe, û li şûna wan xweparastina civakî û ekolojiya wê daneyne, azadî pêk nayê.
Wallerstein di têgihiştina li sîstema kapîtalîst a dinyayê de bi îdîa ye. Ji sedsala 16. heta roja me ya îro fotografekî bê qusûr ê sîstema modern digire. Lê çi di nirxandina sîstemê (ew jî mîna Marks qonaxa kapîtalîzmê îcbarî qebûl dike û bi awayekî erênî dihesibîne) û çi jî dijberî û gavavêtinê de tam zelal nîne. Wexta vê di şerbeta sîstema bûrjûvaziyê de dadike mîna ku li xwe mikur bê xuya dike. Wallerstein bi hostatiyeke mezin tîne ziman ku di serî de Sovyeta Rûsyayê, sîstema sosyalîst bihêle ji modernîteya kapîtalîst bibuhure hêz daye wê, jihevdeketina wan jî ne ku lîberalîzma kapîtalîzmê bi hêz bike wê wan qels bixîne. Wallerstein bi van gotinên xwe têzeke girîng tîne ziman. Lê belê heman qabîliyetê di warê jihevdeketina sîstemê û gavavêtinên nû de nikare nîşan bide. Ji bo pêsîrtengiya modernîte (modernîeteya kapîtalîst) ji alî avahî û pêkhatinê ji salên 1970’yî ketiyê, belkî bi awayekî mafdar nikarîbû bi pêşbîniyeke misoger bîne ziman ka wê kengî û çawa bi dawî bibe. Lê pirr girîng e ku dibêje; her destwerdana piçûk û manedar dikare rê li ber encamên mezin veke. Em dibînin ku ji determînîzma hişk gelekî dûr ketiye. Em dikarin bibêjin; der barê sîstema agahî û rêbazê de hosteyekî xurt ê nirxandinê ye.
Bêguman mirov dikare di vê mijarê de navê gelek rewşenbîrên din jî zikir bike. Analîzên Murray Bookchin der barê ekolojiyê de, pêşniyar û rexneyên Feyerabend li mentiq û rêbazê, li mirov rê vedikin. Li cem van rewşenbîran hemûyan aliyê kêm ew e ku nikarîne bi hosteyê bi bihevrebûna zanîn-çalakiyê dakevin. Di vê de, bêguman hêza mezin a bi xwe girêdanê ya modernîteya kapîtalîst xwediyê roleke girîng e. Tevî ku ekola Marksîst îddîa dikir ku rexneya herî dijwar û zanistî li kapîtalîzmê girtiye jî lê bi awayekî îronîk di mijara zanîn-desthilatdariyê de nekarî nehêle nebe amûrekî kêrhatî yê ber destê sîstemê, ango nekarî xwe rizgar bike ji bo nebe bazkê çep ê lîberalîzmê. Ezmûna sedûpêncî salî têra xwe vê yekê îspat dike.
Em dikarin sedema vê ya sereke, rêbaza wê û tevahiya zanîna wê ya ketiye ser hev weha rave bikin: ew bi ‘reduksiyonîzma ekonomîk’ ve ye, ango li navenda wê ‘reduksiyonîzma ekonomîk’ heye. ‘Sosyalîzma Zanistî’, karekterê civakê yê metafizîk û dîrokê ciddî negirt, rastiya desthilatdariyê daxist asta komîteya hukûmetê û roleke bi sêhr da analîza ekonomîk-polîtîk, lewma neçar bû bibe versiyoneke nû ya pozîtîvîzmê. Tevî ku Emile Durheim û Max Weber di destpêkê de rola damezrîner dane sosyolojiyê jî, di mijara rêbaz û epîstemolojiyê (teoriya zanîn-agahiyê) de nikarîn ji rola ekola çepgir a lîberalîzmê bibihurin. Careke din, eşkere derdikeve holê; ya girîng û diyarker niyet nînin, kulmozên hêzê yên entegrasyonê û sîstemên asîmîlekar in ku hukim li civakê dikin. Tevî ku ekonomî hêzeke girîng e, bi desthilatdarî û hêzên din ên metafizîk re ji aliyê civakî-dîrokî rast neyê analîzkirin, sîstema modernîteya kapîtalîst li dawiyê nayê hiştin (jixwe weke qonaxeke pêş rewakirin û hewcedariya bi wê destnîşankirin), û ji bo vê, pêşniyarkirina rêyên çareseriyê û bi cihanîna wan bi çalakiyan ji pozîtîvîzmê wêdetir encamekê nade. Teorîk-pratîka heyî vê rastiyê têra xwe îspat dike.
Ekolên anarşîst yên weke rexneyeke radîkal a modernîteya kapîtalîst derketin holê di warê rêbaz û teoriya zanînê de hoste ne. Mîna Marksîstan behsa pêşketîbûna kapîtalîzmê nakin. Ji reduksiyonîzma ekonomîk wêdetir karîbûn ji gelek aliyên din li civakê temaşe bikin. Bi rola ‘zarokên asî’ yên sîstemê bi hostayî rabûn. Tevî niyetên wan yên baş, ev ekol di encamê de li dijî gunehkariya sîstemê bi rik û înad weke terîqetên dijber man û nikarîbûn xwe ji vê rola bi sînor xilas bikin. Tiştên min ji bo Marksîzmê gotin ji bo van ekolan jî dibêjim: divê sîstemê û pirsgirêkên bihurandina wê rast bi nav bikin û divê hêza zanîn-çalakî û rêbaza modernîteya demokratîk baş bi kar bînin. Ev, ji wan xusûsên bingehîn in ku ji wan dûr mane.
Em dikarin heman nirxandinan ji bo pratîk û teoriyên tevgerên çandî, femînîst û ekolojîk jî bikin. Ev tevger dişibin çêlkewên ji qefesa hesinî ya modernîteyê rizgarbûne. Em timî fikaran dikin ka wê kengî û li kîjan deverê bibin nêçîra modernîteyê. Lê dîsa jî mirov wan weke tevgerên hêviyê bibîne girîng e. Kengî alternatîfa sereke pêşket dibe ku gelekî kêrhatîbin. Ekolên sosyal-demokrat û tevgerên rizgariya neteweyî pirr zû bi sîstema modern re bûne yek û her bûn hêza wê ya dimeşîne. Serketî bûne du mezhebên bi hêz ên ekola sereke lîberalîzmê.
Berî ku ez bigihîjim encamê, dixwazim bi kurtî nêzîkatiya xwe ya antî-oryantalîst32 jî bînim ziman ku bawer dikim wê bi kêrî mijarê bê. Ez wexta li hemberî modernîteyê li xwe guhdarî dikim, ez ferq dikim ku ez di nava nakokiyeke mezin de dimînim. Ez du sedemê vê yekê tavilê dikarim bibêjim. Ya yekemîn, bandora çanda klasîk a Rojhilata Naverast e. Nakokî ango pirsgirêkên bi kok ên vê çandê bi modernîteya kapîtalîst re hene. Beriya her tiştî ev çand pêşî cih dide civakê û di vê de gelekî radîkal e. Ferdiyet di civakê de bi hêsanî rastî eleqeyê nayê; girêdana bi civakê ji bo qebûlkirina şexsiyetê pîvaneke bingehîn e.
Girêdana bi civakê her tim bilind û giranbuha hatiye dîtin. Di vê de bandora dîn û rêûresman xurt e. Kesek ji civatê qut bibe piçûk tê dîtin û tinazê xwe pê dikin. Kesê koma xwe jî diguherîne bi çavekî baş lê nanêrin. Lê wexta xwe bi cihekî baştir girê bide ev yek jî tê teqdîrkirin. Li qatê dewletê û hiyarerşiyê cihgirtin tiştekî wisa ye ku mirov dilê xwe dibijîninê. Di vê têgihiştinê de çanda dewlet û rêûresma hiyarerşiyê ya li Rojhilata Naverast bi tesîr e. Ji ber van xisletan gişan, bi hêsayî xwe radestî çandên derve û nemaze çanda modern nake. Ya rastî di nava wan de bi zehmetî asîmîle dibe.
Ji lewra çanda ‘ommetê’ ya rêûresmeke xurt e, li şûna ekola herî xurt a roja me ya îro dewleta netewe tê tercîhkirin û divê mirov li vê matmayî nemîne. Ji ber ku dewleta netewe berhemê modernîzma kapîtalîst e; xerîb e. Di cewherê xwe de herdu milletperestî ne, lê dema bi îslamtiya siyasî û milletperestiya dewleta netewe bêne qiyaskirin, wê bi giranî milletperestiya Îslamî ya ku xwecih e, were tercîhkirin. Li gelek qadan di şêwazê jiyanê de bi modernîteyê re lihevnekirin dewam dike. Ji bilî Rojhilata Naverast ti çandeke din li ber modernîteya kapîtalîst ranebûye. Eger rabe jî nikare xwe ji daqurtandinê û helandinê rizgar bike. Ev qiyasa bi serê xwe jî têra îspatkirina mayîndebûna pêkhatina çanda civakî û dîrokî dike.
Sedema duyemîn, tevî ku min eleqeyeke mezin nîşanî pêkhatina fikra Rojava dida jî ez demeke dirêj bi nexweşiya herdu ekolên wê jî neketim. Min di lêkolîn û lêgerînên xwe yên heqîqetê de, pirr bi kok û bi rêbaz nebe jî haya min ji zanist-zanîn-agahiya serhevde ya rê li ber modernîteyê vekir hebû; min serdestiya wê ya pirr dîq didît. Ez pirr dereng nemam, min nerazîbûna xwe ya ji çanda Rojhilata Naverast nîşanî vê çanda modern jî da. Pirr dereng be jî haya min jê çêbû ku ji dezgeha heman şaristaniyê derketibûn. Min bi hostayî dît ku herdu çand jî çavkaniya xwe avahiyên dewlet û hiyarerşiya herî kêm pênc hezar salî ne. Ji lewra jî ez netirsiyam û min xwe jê paşve neda ji bo ez aliyên hevpar ên herdu çandan di parzûnkê rexneyan de dawerivînim.
Di van rexneyan de mirov dikare bi hêsayî bibîne ku ferdperestî civakê mîna mişkekî dikeritîne. Zehmet nîne ku em tespît bikin; lîberalîzma kapîtalîzmê ji azadiya ferd wêdetir hunerê keritandina civakê ye ku çavkaniya xwe jî ji rêûresma çanda bazirganiyê digire. Çanda bazirganiyê jî yek ji wan xusûsan e, mirov dikare rave bike; sê dînên mezin ên yekxwedayî yên Rojhilata Naverast jî di navê de çanda bazirganiyê têkiliya xwe bi gelek rêûresmên qedîm re heye. Civak kolektîvîteyeke mirov e. Guherîna metayê û metabûyîna di bingehê bazirganiyê de di rizandin û jihevdexistina civakan de rola sereke lîstiye. Zêhniyeta bazirganiyê rêûresmeke gelekî xurt a Rojhilata Naverast e. Di civakê de vedîtina xwedayan û pîrozkirina wan, wergerandina hunera rêvebirina dewletê ya dekûdolabê, derew û durîtiya di nav exlaq de hatin bicihkirin û heta gelek sembol, nasname, ziman û organên bi guman di avahiya civakê de ji ber çanda bazirganiyê cih girtin. Ya Ewrûpa Rojava li vê zêde kirî ew bû ku ev sîstem ji Rojhilata Naverast girt, bi rêya Ronesans, Reform û Rohnîbûnê ew kir sîstema civaka serdest. Di civakên li Rojhilata Naverast de bi çavekî baş li bazirgan û saziyên wî nayê nêrîn û di dereceya yekemîn de qîmet û ehemiyetê nabîne. Berevajî timî bi guman lê tê nêrîn. Ya modernîteya kapîtalîst têde bi serket ew bû ku sîstema metayê kir taca serê civakê, bi tevahî zanist, dîn û huner kir xizmeta vê civaka nû. Yên li Rojhilata Naverast bê şexsiyet û di dereceya duyemîn de, li Ewrûpayê bûn bijarte, neqane û yekemîn.
Li Rojhilata Naverast a îro, rexnekirina modernîteya Ewrûpayê, û heta dijderketina wê bi şîddeta Îslamî ya radîkal bûye mode. Lê li gorî min, ji Edward Seîd heta Hîzbûllahê ev nêzîkatî û rêxistinên çalakger ku bûne dijminê modernîte û antî-oryantalîstiyê, weke rêûresma Marksîst pêkhatinên nava modernîteyê ne, di encamê de nikarin xwe ji xizmeteke bê rûmet a ji modernîteyê re rizgar bikin. Derketina wan bi xwe jî bi saya modernîteyê ye, çi bi ser bikevin çi jî bi ser nekevin, mîna kûçikê birçî yê notirvanan li ber deriyê modernîteyê parsekiyê dikin, dîsa mîna kûçikekî li gorî xwezaya xwe modernîteyê diparêzin. Bi tenê rih û kincên rêûresmê li xwe dikin. Ruh û bedena wan bi bermahiyên paşverû yên modernîteyê barkirî ne.
Ez yeqîn dikim ku min binê şêwaza xwe ya nirxandina agahî û rêbaza rexneyê bi xetên stûr xêz kir. Bi kêmanî, min zanist û rêbaza rê li ber modernîteya kapîtalîst vedike bi sînor be jî rohnî û zelal kir. Em ji rastiya wê zêde ne piştrast bin jî li şûna dema ‘kaosê’ ya ji avahiya modernîteyê peyda dibe, şensê me heye ku ‘ji bo gavavêtinên di warê azadî û demokrasiyê de şêwazê xwe yê rêbaz û zanistê pêş bixin.’ Ji bo em vegotin û ravekirina xwe hêsan bikin, em ê xulase mijara xwe xal bi xal rêz bikin:
1- Divê têkiliya têgihiştina (paradîgma) rêbaz û zanistê ya hîmên wê Roger, Francis Bacon û Descartes danîn, bi kapîtalîzmê re baş bê dîtin û li ser vî esasî bê rexnekirin.
2- Objektîvîte û sûbjektîvîte zêde ji hev hatine cihêkirin û bi vî awayî cihêbûna behsa wê tê kirin li ser gelek dualîteyên din jî hatiye nîşandan. Bi vê yekê; bi ferdiyetê (sûbje) civak (obje) li her cure îstîsmarê hatiye vekirin.
3- Bi vê têgihiştina rêbaz û zanistê cihêkirina civakê weke bûrjûva û proleter gelekî xwezayî hatiye dîtin û bi vê yekê, rê lê hatiye vekirin ku proleter weke obje were bikaranîn.
4- Modernîteya kapîtalîst bi gotina xwe ya ‘zanist hêz e’ têkiliya zanist û desthilatdariyê hûnaye û hîmê wê daniye. Bi vê, pirr zû yekîtiya zanist û desthilatdariyê çêkiriye û ew kiriye sîleha bingehîn a sîstemê.
5- Kengî aliyên dîn û metafizîkê yên xurafe (beredayî) û di fikrê de sabit û asêbûyî derketin, modernîteya kapîtalîst şêwazê zanistê yê pozîtîvîst veguherand dînekî nû û bi navê têkoşîna li dijî dîn û metafizîkê dînê xwe ava û serdest kir.
6- Lîberalîzm (azadîxwazî) kir îdeolojiya xwe ya fermî û ew kir amûrekî herî xurt ê lihevkirinê. Li aliyekî din jî îdeolojiyên dijber hemû bi ser xwe ve kirin û lîberalîzm weke sîleheke asîmîlasyonê bi kar anî û fena ‘dest û zêhnekî nayê dîtin’ hegomonya xwe ya îdeolojîk bi xurtî pêk anî.
7- Bi fermîkirina lîberalîzm û pozîtîvîzmê re, gelek ekolên îdeolojîk û dibistanên fikrê ji pêş çavên xwe xistine, piçûk xistine, nameze heta dijber (muxalif) bi ser xwe ve kirin di vê hewldana xwe de bi israr bû.
8- Felsefe û exlaq ji pêş çav xistiye; bi vî awayî kiriye ku şensê dijberên sîstemê di warê perspektîf û helwestdanînê de (tercîha azad=exlaq) kêm bibe.
9- Bi disîplînekirineke zêde yekparebûn û hêza maneyê ya zanistê parçe kiriye; fîl bi mûyên wî, daristan jî bi daran rave kiriye. Zanisteke zêde parçekirî hem bi hêsayî bi desthilatdariyê ve tê girêdan, hem jî dibe teknolojî û rê li ber qadeke mezin a karê vedike. Ji ber ku êdî armanca zanistê keşifkirina maneya esasî ya jiyanê nîne, armanc bi destxistina pereyan e. Ji xeta zanist-zana ber bi xeta zanist-hêz-pere ve gav hatiye avêtin. Zanist-desthilatdarî-sermaye hevgirtina nû ya pîroz a modernîteyê ye.
10- Şaristaniyê (şaristaniya bajêr a tebeqî) jin kirin jinkok, kirin pîrek (koleya herî pêşketî), di modernîzma kapîtalîst de jî mêr (bi saya welatîbûnê) hat xesandin û ew kirin pîrek. Bi vî awayî kirin ku civakê bi tevahî mîna pîrekê (li gorî Hîtler civak mîna pîrekê ye) bi rê ve bibin. Civak kirin mîna mihîna suwarbûnê û bermaliya dewlet-neteweyê.
11- Di modernîteyê de desthilatdarî hem di nava civakê de hem jî di nava civakan de şerekî dewamî îfade dike. Gotina Hobbes a ji bo civaka beriya kapîtalîzmê aniye ziman ‘her kes bi her kesî re timî di nava şer de ye’ ya rastî vê gotinê bi hosteyî di bin modernîteya kapîtalîst de cih girtiye. Qirkirin di vî şerî de asta herî jor îfade dikin.
12- Ji ber ku di sîstema modernîteya kapîtalîst de pêvajoya berfirehbûnê ya navend-hawîrdorê temam nebûye, ekolojî gihiştiye astekê ranake, bê karî, xizanî û kêmbûna heqdestê, burokrasiya gihiştiye wê astê ku derve daqurtîne, hedimandina civaka xwedayî, beşê herî kurtêlxur ê sermayê yê ji hilberînê qut ê bi fînansa global hegemonîk bûye û li hemberî van bûyeran hemûyan piraniya civakê û li her qadê tevnên berxwedanê yên pêşdikevin, rê li ber krîzeke avabûn û strukturel vedikin.
13- Di demên krîzên pêwendîdarî avabûn û strukturel de pêvajoyên hem şoreş û dij-şoreşê, hem jî pêngavên demokratîk-azadî tevî darbeyên totalîter-faşîst dikarin di zikhev de biqewimin. Yên sîstemên rêbaz û zanistê bi hosteyî pêşde bibin û bixin bingehê çalakiyên xwe, herî zêde ew ê bibin xwediyê şensê avakirina sîstema nû ya civakê.
14- Tevgerên demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz (adil) di demên krîzên strukturel û neqeba kaosê de bi pêngavên destpêkê yên piçûk ên hosteyane dikarin di demên kurt de paşeroja dirêj diyar bikin.
Ji bo vê jî:
1- Divê sosyolojî di çarçoveya dîrokî û mekanî de weke rêberê çalakiyan bê dîtin;
2- Modernîteya kapîtalîst êdî avabûna wê ya bi kansêr di gelek qadan de xwe dide der, li gorî vê rastiyê, bi çardeh xalên me hewl da bi nav bikin, divê li dijî wê bê derketin û çareseriyên li dijî sîstemê bêne dîtin;
3- Divê dualîteyên çor hemû (di serî de îdealîzm-materyalîzm, diyalektîk-metafizîk, lîberalîzm-sosyalîzm, deîzm33-ateîzm34 û her wekî din) yên xwe dispêrin cihêkariya îdeolojîk a sûbjektîvîzm-objektîvîzmê li dawiyê bêne hiştin û manedartiya (hunerê şîroveyê) bi tevahî destketiyên zanistî dixe hîmê xwe bike esas;
4- Metafizîkeke mirov a girêdayî qencî, delalî, azadî û rastiyê hem divê di rêbaza rexneyî de, hem jî di pêngavên avakirina nû de ti carî neyê kêmkirin;
5- Divê gotina siyaseta demokratîk esas bê dîtin;
6- Divê li qadên krîz û desthilatdarî hebe li dora gotina siyaseta demokratîk bi hezaran organîzasyonên civaka sivîl (li gorî pêdiviya bi wan ji sisê heta organîzasyonên bi hezaran kes têde cih bigire) bêne pêkanîn;
7- Divê civaka neteweyî ya nû were avakirin weke neteweya demokratîk bê sazkirin; neteweya demokratîk dikare li derveyî dewleta netewe û li kêleka wî yan jî di zikhev de hebe;
8- Şêwazê rêveberiya siyasî ya neteweya demokratîk dikare bi awayekî xwecihî, neteweyî, herêmî û li ser hîmê konfederalîzma demokratîk a dinyewî pêşde bibe (neteweyên cihê dikarin xwe weke neteweyekî demokratîk bi rêxistin bikin. Di nav heman neteweyî de dewleta netewe û neteweyê demokratîk dikarin xwe bi rêxistin bikin. Konfederalîzmên herêmî yên demokratîk û Konfederalîzma Neteweyên Demokratîk ên Dinyayê dikarin li gorî Neteweyên Yekbûyî ya niha hewce bin û di çareserkirina pirsgirêkên dinyewî û herêmî-neteweyî de bi tesîr bin.);
9- Li hemberî îndustriyalîzmê ya ji modernîteyê maye û yek ji şaxê wê yê xurt e, (Modernîte sê şaxên wê hene: a- hilberîna kapîtalîst, b- îndustriyalîzm, c- dewleta netewe) divê civaka demokratîk ekonomî û teknîkê ekolojîk bike;
10- Divê parastina civakê ji aliyê milîsên gel ve bê bicihanîn;
11- Li şûna nîzamê mêrane yê bingehê xwe dewlet û hiyarerşiya bi hêz e, divê sîstemên nû yên malbatan ên xwe dispêrin wekhevî û azadiya kûr a ji koletiya kûr a jinê rizgarbûne bêne avakirin.
Em dikarin fikra xwe ya paradîgmatîk hînê bi gelek xalan berfirehtir bikin, lê ez yeqîn dikim ku xalên me pêşkêş kirin têrê dikin. Em baş dizanin, di demên modernîteya kapîtalîst de heman demê ji bo utopyayên azadî û wekheviyê qiyamet hatin rakirin. Ji bo van utopyayan bi cih bînin gelan pirr hewl da û li ber xwe dan. Mîna deryayê xwîn herikî. Êşkence li bê hejmar kesan hat kirin û êş hatin kişandin. Em van hemûyan bîla heq çûyî nahesibînin. Berevajî, hewldana me ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, şîroveya me ya rast a dîrokê wê pêşiya me rohnî bike û kengî em utopyayên xwe bi jiyana xwe re bikin yek, em ê karibin gav biavêjin jiyana bi eşqê hatiye hûnandin, ev bi tevahî ji bo vê ne. Ji ber ku ji gavavêtina jiyanên bi hêvî, bi hêz û bi utopya re hewldanên gelekî zehmet divên.
Em di wê rewşê de nînin ku hedê xwe nizanibin û sîstematîka rêbaz û zanistê ji nû ve ji xwe bidin destpêkirin. Lê di tevahiya mijaran de ku min hewl da behs bikim, min hewl da dest nîşan bikim ku hin tişt çewt û şaş dimeşin û di esasê xwe de ev yek paradigmayî ye. Ez bi girîngeyeke mezin diyar dikim ku divê şîrove û hewldanên min ên bicihanînê weke ji binî ve avakirina sîstemeke nû neyên dîtin, ne jî yên ez rexne dikim bi tevahî weke redkirinê (înkarwarî, nîhîlîstî) bêne dîtin. Axir, girîng e ku mirov modernîteya kapîtalîst a rê li ber gelek trajedî û serhatiyên bi mîlyonan kesên mîna min vekiriye, rexne bike. Jixwe di demekê de ku herêm û gel ê ez mensûbê wan im (Kurd û Rojhilata Naverast) di pêvajoyeke trajîk a bêrehm a dîrokê re derbas dibin, bi awayekî hêja şîrovekirina van faktorên ji vê rewşê berpirsiyar, bi kêmanî şertê rewşenbîriyê ye. Tevî vê, eger ez weke serê rêxistiniyeke pirr bi tesîr û berfireh têm mehkemekirin, hingî normal e ku erka min a sereke, di çarçoveya van mijarên destnîşankirî de ji pirs û bersivan pêk were. Eger li cih û zemanekî zordestî, îstîsmar, helandin û asêmayîn kûr be û jiyan di rewşeke welê bê rûmet de ji mirinê xirabtir be, wer xuya ye li wir ji bilî nêzîkatiya paradîgmayeke bi reh û kok çareya me nîne. Ji vir û pêve em ê derbasî vê nêzîkatiyê bibin.