ÇAVKANIYÊN BINGEHÎN ÊN ŞARISTANIYÊ:
Em ê di vî beşî de sedemên rê li ber şaristaniya me ya îro vekirine ji aliyê cografî û dîrokî ve hewl bidin şîrove bikin. Em êdî baş dizanin ku ji bo mirov civakekê baş nas bike divê mirov şertên cografî û dîrokî yê wê civakê baş nas bike. Ji dema mirov ji prîmatiyê veqetiya û gihişt heta şoreşa cotkariyê, niha bi qasî me dizanin ev dem heta heft mîlyon salan e. Cih xeta keviyê (Rîf) Rojhilatê Efrîkayê ye. Çi bermahiyên arkelojîk, çi jî hebûneke zêde cinsên nêzî insên li herêmê, aniha vê tezê piştrast dikin. Bi temamî nayê zanîn, gelo qutbûn bi rêya mûtasyonê (bi pêşketineke ji nişka ve), yan jî bi beridînê re çêbûye, jixwe ev yek ji bo mijara me jî girîng nîne. Ji bo cinsê em behsa wî dikin, sîstema qirikê rê dide karibin gelek dengan derxînin, meznahiya mejî avantaj e. Rîf a Rojhilatê Efrîka hem çol û daristan, hem jî xwedî gol in ku ev jî ji bo ewlehiya cinsê em behsa wî-wê dikin stratejîk e. Nemaze wextê timî ber bi golê ve reviyane, çûne, heye ku pûrt û pirça wan nemaye û li şûnê bûne xwediyê mûyên îro bi mirov ve hene. Rewşa bahewayê jî ji bo vê yekê li cih e.
Avantajeke din a Rîfê ew e ku wexta gelî û perav bêne şopandin rêyeke xwezayî ye ku xwe digihîne Torosan. Ev rê herdu parzemînan (Asya û Efrîka) digihîne hev û ji hev dike. Tê texmînkirin ku yên li Rîfê weke klanan bi mîlyonan sal mane. Mirov dikare bibêje; timî bi nava Efrîkayê ve koç kirine. Gelek agahî hene; nîşan didin ku belavbûna vî cinsî ya dinyayê esas li ser xeta bakurê Rîfê pêk hatiye. Tê texmînkirin ku heta bi homo sapiens (mirovê difikire) gelek cins û texlîd bi heman rêyê belav bûne. Li deverên din ên dinyayê heta niha şopên cinsê bişibe mirov nehatine dîtin. Cinsên heta niha hatine keşifkirin bi koka xwe ji Rojhilatê Efrîkayê ne.
Li deverên cihê yên dinyayê gelek fosîlên temenê wan herî kêm mîlyon sal in, hatine dîtin. Tê qebûlkirin ku bi tevahî cins, beriya serdema çaremîn a qeşayî li dinyayê belav bûne.
Li gorî feraziye û îhtîmalan di tevahiya vê dema dirêj de cinsên mirov weke klanên ji bîst-sîh kesî tevgeriyane, debara xwe bi nêçîr û berhevkirina pel û pincaran kirine. Di çêbûna dest û lingan de van herdu çalakiyan roleke grîng bi cih anîne û ev fikir bi giştî tê qebûlkirin. Bermahiyên fosîlan jî nîşan didin ku di şikeftan de, li giravan û di stargehên li ser daran de li cihên ewle mane. Hînê malbat û milkiyet çênebûye. Mirov dikare bibêje ku di vê demê de klan bi xwe malbat e. Tê texmînkirin ku karîbûne bi zimanê îşaretan (zimanê deng û beden) li hev bikin, û deng gihandine asta sembolan. Em niha baştir fêhm dikin ku ji bo ziman xwe bigihîne asta sembolan pêvajoyeke dirêj a pratîk hewce dike.
Li gorî lêkolînan, li derdora sedûpêncî-dused hezar salan berê cinsê sapîens nêzî zimanê sembolan bûye. Heman lêkolîn nîşan didin ku li şûna zimanê îşaretan cara pêşî dayika zimanên modern, zimanê dengan ê xwe gihandiye dengên sembol jî li gorî texmînan berî pêncî hezar salan li ser heman xeta Rîfê di bakur re li dinyayê belav bûye. Lihevkirina bi zimanê sembolan avantajeke mezin e. Mirov dikare bifikire ku komên baş li hev dikin û tevdigerin serdest bûne. Dibe ku sedema bi lez qirbûna cinsên din girêdayî vê rewşê be. Dem di heman demê de serdema Qeşayê ya Çaremîn e (pleîstosen). Yek ji texmînan dîsa ew e ku di wê demê de cinsê Neanderthal zêdetir e, lê herdu bûyer li hev rast tên û dibe ku dawî li cinsê Neanderthaler tîne. Efendiyê nû yê dinyayê bi tevahiya heybeta xwe li ser dikê ye: Homo Sapiens, Sapiens = mirovê difikire û dipeyive.
Em di destpêkê de cihêbûna nijad û ziman nabînin. Lê em dikarin texmîn bikin ku weke komên mezin tevgeriyane, bi plan nêçîr kirine, şikeft weke mal û perestgeh bi kar anîne, jinan pel û pincar berhevkirine û mêr jî di nêçîrê de pispor bûne. Li gorî hin berhemên arkeolojîk îspat dikin ku cinsê dipeyive li ser hîmê me behskirî têra xwe pêş dikeve. Xet û resmên li herêma navbera Franse û Spanyayê, û resmên li şikeftên Colemergê hatine dîtin ji vê demê mane. Herdu herêm jî ji bo koçberiyên ji Efrîkayê li cihekî baş in. Qadên qalkirî li cihekî wisa ne, xwe gihandina wan di ser Rojhilat û Rojavayê Derya Spî re mumkîn e. Ev yek bi teoriya giştî ya koçberiyê û belavbûna li dinyayê re li hev dike.
1- MIROVATÎ ÇI DEYNDARÊ KEVANA TOROS-ZAGROS E?
Di derketina Rîfa ji Rojhilatê Efrîkayê de gelek arguman hene ku me difikirînin, deriyê sereke yê li ber kombûne û ji vê navendê li dinyayê belavbûne kevana Toros-Zagrosan e. Ya yekemîn, ev kevan dawiya rêya xwezayî ya ji Rîfê ye. Ref bi ref tên vê derê. Çi Sehreya Mezin û çi jî çola Erebistanê mîna ji rojhilat û rojava ve deriyên xwe girtine, ji lewra peravên Suveyş û Rojhilatê Derya Spî bi awayekî xwezayî dibin rêyên pê belav bibin. Peravên Başûrê Derya Spî jî di ser Tengava Cebelîtariqê re ber bi Spanya û Ewrûpayê ve rêyeke duyemîn e. Li gorî rewş û şertên cografî bi qasî Rojhilatê Derya Spî bi xêrûber nîne. Astengiyên ciddî û pirsgirêkên mezin ên qût û xwarinê hene. Rêya herî îdeal ji peravên Rojhilatê Derya Spî pêve di Hîlala Bi Bereket re derbas dibin ku ji kevana rêzeçiyayên Toros-Zagrosan re Hîlala Bi Bereket an jî Hîlala Zêrîn tê gotin. Şertên vê derê ewqas li cih in, mumkîn nîne cinsê mirov nebe civak û pêş nekeve.
Bi vê em dikarin xwe bigihînin xusûsa duyemîn: ji bo mirovan rewşa xweş ya av û bahewayê, erdên bi xêrûber, nebat, fêkî û darên mêwan, hebûna gelek nêçîran, şikeftên ewle û stargehên qenc, hebûna gelek rûbar û çeman, paşê di bîra mirovan de têgîna ‘cennetê’ çêkirin. Herêmên çol ên nêzî van deveran wexta li ber hev hatin girtin, tê fêhmkirin, çima di bîra mirov de rê li ber dualîteya cennet-cihennemê vekiriye û weke yek ji têgînên bingehîn cih girtiye. Piştî Rîfa Rojhilatê Efrîkayê mirov vê qadê dikare weke qada duyemîn a herî zêde lê cinsê insên kom bûye, bihesibîne. Eger em vê deverê di dîroka mirovatiyê de ji aliyê pêşketina şaristaniyê weke devera ‘kurkketinê’ bi nav bikin wê zêde nebe gotinek ne di hedê xwe de ye. Her weha weke devera çîrok û çîvanokên destanwarî yên mirovatiyê lê hatin nivîsandin an jî ya rastî lê dest pê kirin çêbûn jî mirov dikare pîroz bike. Şoreşên mezin ên piştre çêbibin jî wê berhemên vê destana pîroz bin.
Ya sêyemîn, li derdora sedûpêncî hezar sal berê kombûna li vê qadê li ser hîmê zimanê îşaretan pêş ketiye. Ji zimanekî paşvemayî yê mîna îşaretan gavavêtina ber bi zimanê sembolan, potansiyeleke mezin a pêşketinê ye. Li herêmeke berfireh pêkhatina komên mirovan ên xwedî ziman rê li ber civakbûnê, starê û qûtpeydakirinê vedike. Belkî jî di dîrokê de şoreşa herî mezin a nav lê nehatiye kirin û hînê keşfa wê nehatiye kirin, ev e. Belkî li cih be ku em ji vê şoreşa mezin re bibêjin; ‘ŞOREŞA ZIMAN’. Ji ber ku ti şoreşê bi qasî vê şoreşê li ser vê cografyayê rê li ber civakbûnê venekiriye. Her roj têgîneke pîroz (heywanên nêçîrê û nebatên nû yên tên keşifkirin) tê çêkirin, pergaleke nêzî ya malbatê tê avakirin (cara pêşî avakirina stargehan) û her çar demsal bi hemdê xwe li ser vê cografyayê xwe nîşan didin. Wexta ev pêvajo hemû bi têgîn dibin; zimanê hevpar ên civakên berfireh çêdibe û pêre cara pêşî ‘NASNAME’ ya civakan ji hev cihê dike, pêk tê.
Mixabin, çi rewşeke xembar e, li van deveran ku cara pêşî etnîsîte çêbûn, îro qirkirineke hov a nasnameyan heye. Ya em jêre dibêjin; ‘pêşketina mezin a civakî’ di vê pêvajoyê de bi têgîn û bûyerên dewlemend pêk tê, ya rastî tê avakirin. Bi pêşketina têgînan re, rê li ber pêşketina fikrê jî vedibe. Îhtîmaleke mezin e, mirovên bi têgînan li hev dikin û pê digihîjin hev, êdî nabe weke klanan bimînin û ji bo civakbûneke hînê jor dikevin nava dînamîzmeke mezin. Ez wer bawer dikim ku ev qad yek ji qadên bingehîn e, divê hem ji aliyê antropolojî û hem jî ji aliyê serdemên berî dîrokê ve, were lêkolîn. Dîroknas û arkeologê mezin Gordon Childe35 bi awayekî xurt û mafdar bi hisên xwe herhal têderxistiye ku di pirtûka xwe de ya berhema wî ya girîng e, û têde bûyerên wê demê li vê cografyayê qewimîne nivîsîne, navê ‘DI DÎROKÊ DE ÇI QEWIMÎ’ lê kiriye. Xusûseke din heye ku divê ez bi taybetî bibêjim; bi rêbazên arkeolojîk bi tenê raboriya herêmê nayê rohnîkirin û analîzkirin: kengî ji biyolojiyê heta fîlolojiyê, ji cografyayê heta sosyolojiyê, ji antroplojiyê heta teolojiyê disiplînên gelek zanistan gihiştin hev, hingî mirov dikare dîroka serdema pêşî bi awayekî berfireh rohnî bike. Di vir de em tenê balê dikişînin ser û banga wezîfeyê li pêwendîdaran dikin.
Li gorî zanista jeolojiyê berî bîst hezar salan serdema qeşayî ya çaremîn bi dawî dibe. Zanistên din jî bi agahiyên xwe vê yekê wexta destek dikin, ev tespît nêzî rastiyê ye. Îspat bûye ku berî deh hezar salan baran û hêşînî li Erebistan û Çola Mezin hînê zêdetir bûn. Ev rewşa têr derfet û îmkanan dide, bi dema destpêkirina şivaniyê re li hev rast tê. Tevî vê yekê, pêşketineke din a mezin; ji zimanên destpêkê yê Efrîkayê pêşketîtir koma zimanên semîtîk xwe nîşan dide. Çanda semîtîk di cewherê xwe de ‘çanda şivantiyê ye’. Mînak şivantî ewçend bi qîmet bûye, çandeke mezin a ketiye serhev der barê mih, bizin, deve û heywanên din de hebûna xwe hînê dewam dike. Li ser vî hîmî em dibînin etnîsîte pêk tê û nasnameyên cihê çêdibin. Hebûna çandeke xurt a etnîsîteyê (eşîr) di wê astê de ye ku vê çavdêriya me îspat bike. Di gelek gotinên şaristaniya Sumer û Misrê de bandora vê çandê tê dîtin. Li derdora şeş hezar sal berê, bi rewşa av û bahewayê ya baş ve girêdayî, çanda Semîtîk ji Sehra Mezin heta Rojhilatê Erebistanê, ji Bakur jî heta zeviyên ji bo cotkirinê bi xêrûber, wisa şop hiştine, mohra xwe li dîrokê xistine. Qada çanda semîtîk weke dewam û qonaxeke çanda Rîfa Rojhilatê Efrîkayê pêşketiye. Ev nifşê di vê qonaxê de paşê wê bi dînên yekxwedayî xweseriya xwe pêk bîne.
Lê belê bi taybetî divê ez bibêjim, ev çand li şûna ku di pêkhatina şaristaniya Misr û Sumer de diyarker be, li ser qada herdu şaristaniyan bi navê Aramît û Apîrû (mirovên gemarî û tozgirtî yên ji Rojava û Rojhilat hatine) di dîrokê de wê weke yekemîn qebîleyên dagirker bêne qebûlkirin. Semîtîk di şeveqavêtina dîrokê de pêkhatineke gelekî girîng in, mîna ku bi dengên lingê xwe erd hejandibin û hatibin. Li Bakur ji erdên bi xêrûber nebihurîne, sedema vê jî dibe ku pêşketina çandeke ji ya wan xurttir be. Em dikarin ji vê çandê re bibêjin; gav bi gav ketina nav çanda zevî û cotkariyê, her wisa belkî jî li cih be ku em vê çandê weke ‘çanda zeviyan’ jî bi nav bikin. Jixwe di dîrokê de ji vê pêşketina dîrokî re ‘Aryen’ dibêjin. Bi maneya kesên xwedî zevî û xwedî erd (Arî li ser van erdan xwediyê çanda yekemîn in, û di kurdî de bi maneya ‘ax, cih û zevî’ tê bi kar anîn) mirov dikare bi nav bike.
Aryeniyên ku bakurê Semîtîkan, kevana Toros-Zagrosan weke qadeke sereke cara pêşî li cotkariyê vekirin, mirov dikare wan weke afirînerên cotkariyê bi nav bike.
Di vê pêşketinê de, av, ba, hewa, erdên bi bereket, texlîdên heywanan û nebatên cûrbecûr rol lîstine. Li deverên Semîtîkan cotkarî li wahayên36 teng bi hebûna xurme û çend cureyên din pêk dihat, lê li aliyê din ê kevanê zevî ji bo çandiniyê gelekî baş bûn. Li vir zeytûn, bindeq, çilo, hevrist, rez, qût û zad baş digihiştin. Dîsa gelek heywanên tên kedîkirin di serî de mîna mihên kovî, bizin, dewar, beraz, kûçik û pisîk li deverê kom bi kom digerin. Li banî û zozanên çiyê daristanên mezin hene. Çar demsal û werz bi temamî têne dîtin. Baran mîna ku bi rêkûpêk av bide dibare. Kevî û devên gelek çem û rûbaran ji bo avakirinê xweş bûn. Di nav van şert û mercan hemûyan de êdî ‘dema şeveqavêtina dîrokê’ bûyerek e ku divê biqewime.
Li gorî tespîtên jeolojî û serdema destpêkê, li deverê beriya panzdeh hezar salan qeşayê xwe vekişandiye çiyan. Tê texmînkirin ku tevahiya sedhezaran salî cinsê mirov li vê deverê kom bûye. Piştî şoreşa ziman a li deverê û xweferzkirina çanda Semîtîk li herêmê demeke kin serdema mezolîtîk37pêk tê û paşê derbasî serdema neolîtîk dibe. Şikeftên li Colemergê gelek îşaretên serdema mezolîtîk û serdema piştî wê dide me. Di vê mijarê de kevirên hatine verotin têra xwe delîlan pêşkêşî me dikin. Em dibînin li herêmê gavên mezin bi serdema neolîtîkê re hatine avêtin. Gelek delîl hene ku beriya duwanzdeh hezar salan çanda neolîtîk li vir dest pê kiriye.
Ev serdema ku em dikarin weke Şoreşa Gund, Zevî û Cotkariyê jî bi nav bikin, çi ji alî mirovatiyê û çi jî ji aliyê şaristaniyê ve (dîroka nivîskî) weke şertekî pêş xuya dike. Bi serê xwe Serdemeke Çandê ya mezin e. Girîngiya vê çandê bi qasî were zanîn nehatiye dîtin û di dîrokê de cihê heq kiriye nedîtiye. Ji lewra mirov çiqas li ser vê çandê rawest e, li cih e. Wexta Gordon Childe dibêje; girîngiya vê çandê ji çarsed salên dawî yên çanda Ewrûpaya Rojava kêmtir nîne, hînê zêdetir nêzî rastiyê ye. Di vê serdemê de ewçend îcad û vedîtin hene ku bi jimartinê naqedin. Cotkarî, pîşesazî, çûnûhatin, star, huner, rêveberî, dîn û bi tevahî pêşketinên li deverê di asta şoreşê de ne. Di her warî de bi hezaran rastiyên nû hatine keşifkirin û nav li wan hatine kirin.
Bi vî awayî ji zimanê Semîtîk berfirehtir û heta di ser xizna teng a zimanê şivantiya Semîtîk re ‘Koma Zimanê Aryen’ bi gewde bû. Mîna ku hafize û bîra mirovatiyê ya wenda nebe, hîmê wê hat danîn. Ev koma zimên bi çand ji Hindistanê heta peravên Ewrûpayê belav bû ku ev yek jî careke din analîza me ya di vî warî de piştrast dike. Weke tê bawerkirin, koka koma zimanê Aryen ji Ewrûpa, Hindistan û herêma (Bakurê Derya Reş, kepirên Rûsya, zozanên Îranê) di navbera herduyan re derbas dibe, nîne. Koka wê li devera kakil a Kevana Bi Bereket e (Hîlala Bi Bereket). Hem analîza gotinê (Aryen) ya etîmolojîk, hem jî têkiliya rengê gotinên bingehîn ên etnîk ên di nava tevahiya komên ziman ên Hind-Ewrûpa de têne bikaranîn vê rastiyê piştrast dikin. Ya hînê girîngtir ew e ku devera em behsa wê dikin ji bo çandê herêma kakil û dendikê ye, ji lewra bi awayekî pirr xwezayî pêkhatina ziman û gotinan jî divê li vir çêbibe. Avahiyên çandî yên etnîk ên hînê hene û delîlên dîrokî yên din vê rastiyê bi zêdeyî îspat dikin.
Wê wextê fêhmkirina hebûna nifşê duyemîn ê çand û ziman, dîrok û belavbûna wê, çi ji aliyê pêşketina civakî û çi jî ji aliyê qonaxa şaristaniyê (bi bajar) ya gihiştiyê, xwedî cihekî dîrokî ye. Em dikarin bibêjin ku tebeqeyên din ên berê bi tevahî di nava van herdu komên çand û ziman ên sereke de heliyane. Tenê wexta heman serdema qeşayî bi dawî bû, piştî wê li keviyên başûrê Sibîryayê (Yaqûtîstan û hwd.) koma çand û zimanekî sêyemîn çêbû. Ev çanda ku neh hezar sal berî niha ber bi başûr ve belav bû, heye ku welatê wê yê esasî Çîn be. Mirov dikare bibêje; ji vê çanda ku seriyê wê yê başûr digihîje heta Fîniyan di serî de Tirk, Moxol, Tatar, Koreyî, Viyetnamî û Japonî weke nifşê sêyemîn ê Bakur çêbûn. Li parzemîna Emerîkayê çanda bi koka xwe ya Çermesoran jî di ser Tengava Beringê re di encama belavbûna heman demê de pêk hatiye û di vî warî de em xwedî delîlên xurt ên arkeolojîk, etîmolojîk û etnolojîk in.
Em Eskîmoyan jî dikarin bixin nava vê komê. Gelek çandên Efrîkayê yên hînê hene, tevî ku xisletên xwe yên hezaran salî diparêzin jî tesîrên xurt ên koma Semîtîk li ser wan hene. Nemaze yên di nav koma zimanê Sahilî de cih digirin welê ne. Di nava kûrahiya daristan, çiya û çolan de jî mumkîn e mirov li klanên weke berî mîlyonan salan dijîn rast bê.
Li gorî vê tabloyê, di serî de li bakurê navîn ê başûrê dinya me, berî niha bi şeş hezar salan, sê komên ziman û çandê yên bingehîn ji bo destpêka şaristaniyê çêbûne. Pirr normal e ku çandên behsa wan têne kirin gelek caran bidin û bistînin. Bi bandora dîrok û cografyayê xwediyê xisletên cihêwaz in ku ev yek îro jî bi hêsayî tê dîtin.
Ji aliyê mijara me ve yek ji xusûsên girîng ew e ku dema em çavkaniyên şaristaniya Hind-Ewrûpayê lêdikolin, divê em çavkaniya mak-dayik e, rast teşxîs bikin. Zanista dîrokê, çanda kakil a di bin bandora zeman-mekan de pêşî li ber çav digire û li ser radiwest e. Em îro baş dizanin ku çanda kapîtalîst jî belavbûneke xwe ya dijwar a kakilî heye. Têgihiştinên li dîrokê yên xewn û xeyalî yên çavkaniyên xwe tinene, derbên xedar li serwextbûna me didin. Kesên nikaribin têgihiştina xwe ya dîrokê bigihînin şîroveyeke gelekî girîng wê nikaribin şîroveya xwe ya îro manedar bikin. Mumkîn nîne mirov civakeke bê dîrok bi temamî fêhm bike û lê serwext bibe.
Min di parêznameya xwe ya berê ya bi navê ‘Parêznameya Mirovê Azad’ de çavkaniyên şaristaniyan nirxandibûn, li ser wê hin rexne li min hatibûn kirin ku ez reduksiyonîst nêzî şaristaniya Sumeran a li ser tejaneya Firat-Dîcleyê bûme. Ez ê van rexneyan jî li ber çav digirim û dibêjim; ez di rewşeke reduksiyonîst de nînim, lê divê ez bibêjim ku ez girîngiyê didim çavkaniya dayik û mak e. Eger mirov dîrokê bişibîne çemekî sereke yê rola dayikê dilîze û rûbarokên têne bi ser ve dibin, çandeke sereke yanî dayik heye û şaxên jê diçin hene, bi mebesta balê bikişînim ser vê rastiyê, ez fikrên xwe weke pêşnûmeyekê diyar dikim. Ya rastî balê dikişînim. Çawa ku îro şaristaniya serdest yanî modernîteya kapîtalîst xwe dispêre koka şaristaniya Hind-Ewrûpayê, çanda Hind-Ewrûpayê jî xwe dispêre çanda çavkanî ya Aryen û şaxên wê yên Sumer û Misrê.
Eger em di şaristaniya mirovatiyê de pirsgirêka çemê sereke yanî dayik û şaxên wê rast analîz nekin, em roja me ya îro jî nikarin rast bi nav bikin. Şaxên (rûbarok) ji çemê sereke yanî dayik diçin, xurt diherikin, lê hin ji wan di nîvê rê de zuha dibin û dimiçiqin. Her weha çavkaniya çemê sereke jî xwedî maneyeke diyarker e. Eger em dixwazin pêşketina civakî ji aliyê dîrokî û cografî ve bi temamî fêhm bikin, divê em gerekên rêbazê di çareserkirina pirsgirêkan de biceribînin.
(SIBE DEWAM DIKE)