Çalakiya Mertalên Zindî ku ji aliyê ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên tekoşer yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 24an de dewam dike. Ciwanên Şengalê serdana çalakvanan kirin û bang li hewû ciwanên Şengalê kirin ku berê xwe bidin kelha berxwedanê”Qendîlê”.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serdan û piştgiriya çalakiya mertalên zindî dewam dike. vê carê ciwanên Şengalê serdana çalakvanan kirin
Ciwanên ji Şengalê hatîn diyarkirin ku sedema hatina wan ya Qendîlê ewe ku ew Qendîlê ji bo xwe weke hêviyekê dibînine.
Di destpêkê de li ser navê çalakvanên mertalên zindî Sîrwan Raperîn axivî û û got ku yên raste rast li hemberî komkujiya Osmaniyan û çeteyên Tirk hatîn niha li virin û wiha domand; “Em sedemê hatina wan baş fam dikin. Gelê Şengal û Êzidî di komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê re derbas bûne û armanca wan ya hatina vir baş tê zanîn.”
Piştî wê li ser navê Komeleya Ciwanên Êzidî Gerzan Azer axivî û balkêşa ser komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an. Gerzan got; “Di dema komkujiya 3’ê Tebaxê de bi sedan gerîla berê xwe dan Şengalê. Ji bo vê ev erkek pîroze li ser me ku em li Qendîlê ne. Qendîl ji bo me pîroze. Divê li derdora van çiyayên pîroz, ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û Êzidî bi rihê fedayî yê Şehîd Zîlan re bibin yek û bi vî rihê berxwedanê yekitiya xwe ava bikin. Emê bi rihê serkeftina Kobanê û Şengalê, Efrîn û axa Kurdistanê li hemberî dagirkeran bi parêzin.”
Her wiha Gerzan balkişand ser soza sembola Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlum Dogan a ku dibêje ‘Berxwedan jiyan kirine’ û got; “Em li hemberî dagirkeriyê hêza xwe ji axa pîroz digrin û emê deskeftiyên neteweya Kurd bi berxwedan û jiyan kirinê mîsoger bikin.”
Di berdewamiya axaftinê de Gerzan bang li ciwanên Êzidî kir û got; “Bi taybet ciwanên di nava wargehan de, bila berê xwe bidin cihê hêviyê Qendîlê û serî li hemberî dagirkeriyê rakin.”
Piştî wê bi minasebeta salvegera 23.şehadeta şehîd Zîlan ciwanên Şengalê û mertalên zindî serdana Şehîdgeha Mehmet Karasungur kirin.