3- RAST ŞÎROVEKIRINA JIYAN Û PÊŞKETINA CIVAKÎ YA ÇAVKANIYA XWE KEVANA BI BEREKET E:
Di bin vî sernavî de xusûsa ku ez bi girîngiyeke mezin hewl didim rave bikim ew e; zeman û mekanekî civakî yê diyar li ser şêwazekî diyar ê jiyanê bandoreke çawa dike. Di pirsgirêka rêbazê de jî mijara dûvdirêj li ser rawestiyabûm ew bû ku rastiyên civakî ew rastî ne ‘bi destê mirov hatine avakirin.’ Ev mijar ewqasî girîng e ku mirov xwe tam negihîne maneya wê, dibe ku her cure xebata ji bo serwextbûnê ya mirov xwe lê rakişînê weke ‘hînbûnê’, û ‘maneyê’ bibe bêmanetî û cehaleteke mezin. Îdîaya min ew e ku cehaleta di modernîteya kapîtalîst de ji wê cehaleta ‘Ebûcehîl’ a derketina dema dînên mezin a lanetê lê dikin, gelekî mezintir e. Sedema vê ya bingehîn jî belkî pozîtîvîzma bûye dîn ku ji materyalîzma çor û seresere ye. Ji ber ku ev pozîtîvîzma bûye dîn berhemekî zêhnê mirov e, jixwe metafizîk e.
Bi vê armancê, min di beşa rêbazê de dûrûdirêj anîbû ziman ku mirov ji aliyê zêhnî ve xwedî karektereke metafizîk e. Pozîtîvîzm hay ji xwe nîne û nabîne ku ‘pûtperestiya’ wê ji ya demên berê hînê çortir e. Ez fikra xwe ya pozîtîvîzm = pûtperestî ye, bi girîngî pêşkêş dikim. Pozîtîvîzm şêweyekî şîrovekirina rastiyê nîne. Herçiqas berevajiyê wê îdîa bike jî zanista felsefeya diyardeyan şîrove dike jî nîne. Ji ber ku felsefeyeke wisa nabe. Her a bi ber çav dikeve, her dîmen û dengê guhê mirov bilivîne diyarde ye. Her hiskirin jî diyarde ye. Kîjan cahil an jî dîn dikare îdîa bike ku rastiya gerdûnê tenê ji van pêk tê? Li gorî Eflatûn diyarde (fact) weke dîmen jî nayên hesibandin. Eger bibe bibe bi gotina Nietzsche tenê dikarin bibin pêhisîneke hêsan. Mirov dikare li ser dualîteyên pêhisîn-diyarde jî rawest e. Mîna ku em çawa li ser obje-sûbjeyê rawestiyabûn.
Mixabin, modernîte resmê jiyanekê ye, li gorî pozîtîvîzmê hatiye girtin. Ez bi zanebûn gotina ‘resmê wê ye’, bi kar tînim. Ji ber ku modernîte ne bi cewherê jiyanê, seresere bi şiklê wê re têkildar e. Gotina ‘Jiyaneke şaş, rast nayê jiyîn’ a Adorno gotî û nikarîbû ji hev derxe, encama qudûmşikestina wî ya li hemberî qirkirina Cihûyan e. Ya rastî ev ji bo mijarê gotineke kilît e. Lê ravekirina wê nîne. Şaşiya bingehîn a jiyanê di ku de ye? Ji jiyana şaş û çewt kî berpirsiyar e? Çawa hatiye avakirin? Têkiliya wê bi sîstema civaka serdest re çi ye? Bersiva pirsên bi vî rengî tineye? Bi tenê qîma xwe anîne ku kokên wan bispêrin pêvajoya Rohnîbûn û rasyonalîteyê. Mijar, ango şêweyê jiyana şaş şîlo hatiye hiştin.
Hewldanên bi heman rengî li cem Michel Foucault jî hene. Foucault dibêje ‘modernîte mirina mirov e’ û vê gotinê wer dihêle. Fîlozofekî evçend navdar çawa dibe ku mijareke girîng a mîna mirina mirov di çend hevokan de bide serhev û wer bihêle? Em wexta bixwazin vê yekê rave bikin, maneya wê nîne ku mirov behsa mirina wî ya bê wext û zû bike. Şîrove û heqîqeteke girîng di niqrîska mirinê de jî hewce dike were ravekirin. Kopernîk wexta di sikrata de ye, di xwe re dibîne ku berhema xwe ya têde dinivsîne ‘Dinya li dora rojê digere’ bide weşandin. Gelek şîrovegerên heqîqetê yên din welê hem li Rojava, hem jî li Rojhilat hene. Rexnegirên postmodernîteyê ji ber ku gelekî ketine nav gunehê jiyanê yê modernîteyê, rastiyan hinekî jî fediyokî tînin ziman. Ango uslûba wan a hevpar a bi kar tînin a wan kesan e ku tevlî koletî û desthilatdariyê bûne, ji şerbeta sîstematîka zanînê ya modernîteyê vexwarine. Hinekî jî uslûba Ezop!
Em careke din dubare bikin ku xusûsa em hewl didin rave bikin, hûnandina rast û şaş a jiyanan e. Ne tenê modernîte (kapîtalîst), jiyana şaristaniyên din ferz kirine gelo rast hatine hûnandin? Ji rahibên Sumeran ta qral-xwedeyan, ji qral-xwedayên Misrê ta Kesrayên Îranê, ji Skender ta împaratorên Roma, ji siltanên Îslamê ta monarkên Ewrûpayê, sîstemên bi awayekî fermî hîmê jiyanê danîne, gelo mirov wan jî di warê hîmdanîna şaş a cîhanê de bi qasî modernîteya kapîtalîst nikare berpirsiyar bibîne? Mîna xelekên zincîrekê, bi van xelekên xistine stûyê pêşdeçûna civakî, gelo hîmdanîna jiyana şaş her ku çûye pêk nehatiye? Têrê nake mirov ji şêwazê jiyana şaş tenê modernîteyê, nîzama wê ya qirkirin û şer berpirsiyar bibîne. Bi qasî reh û kokên pirsê bersiva wê jî kûr e. Wexta em li ser şoreşa li Kevana Bi Bereket û şêwazê jiyana rê li ber vekiriye rawestiyan, me xwest em bi çavkaniya van pirsan gişan dakevin.
Bêguman em nikarin civakê bi tevahî bi çandê rave bikin. Divê mirov gelek faktorên din li vê zêde bike. Lê divê mirov qebûl bike ku bingehê civakê jî çand e. Di vê navberê de divê em rave bikin ka em çi maneyê didin têgîna ‘çandê’ ya em bi kar tînin. Mebesta me ji vê ‘demeke dirêj’ a manedar e ku li cografya û mekanekî di jiyana civak û dîrokê de xwedî xistletên taybet ên dest ji wan nabe. Em civakê ji tinebûnê bi vê cografya û dema dîrokî ya bi sînor îfade nakin. Lê belê em dixwazin bibêjin ku di avabûn û şikilgirtina gelek civakan de bûne xwediyê rolên bingehîn. Dîsa divê em di ravekirina xwe de bînin ziman ku civak ji jiyana bi xelekan bi zeman û mekan ve girêdayî pêk tê, her xelek çi qasî bi ya din ve girêdayî be jî, her wisa xweseriyeke wê bi xwe jî heye.
Cihêwaziya jiyanê ya civakên Semîtîk û Çînê ya beriya deh hezar salan hîmê wan danîne, îro jî bi awayekî diyarker jiyana wan bi mane dike. Ji bo çanda jiyanê ya Aryenî jî mirov dikare behsa heman xusûsê bike. Li aliyê din, mirov dikare ji zanista manedanê (semantics) fêhm bike ku çanda jiyanê ya li ser van hîman hatiye avakirin, di rêveberiyên dewlet û hîyararşî, qralên bi maske yan jî bê maske, yên tazî yan li pişperdeyê de xwe fermî kirine, pirr zêde rê li ber berevajîkirina maneyê vekirine, û bi awayê ji rêderxistinê li her cure krêtî, şer û qirkirinan derî vekirine. Ji jor ber bi jêr ve jiyanên fermî yan nefermî yan jî jiyanên li jêr bi xelekên cihêwaz hene. Dîsa jî jiyana civakî ya çavkaniya mezin xwedî wê xisletê ye ku şêweyên din ên jiyanê di nava xelekên din de diyar dike.
Em naveroka têgîna çandê hinekî din rave bikin. Bêguman civaka klan jî xwediyê çandekê ye, ango xwediyê jiyanekê ye. Maneya jiyanê di civaka klan de weke civaka beşerî ya gerdûnî xwedî heman maneyê ye. Ziman û fikir bi nîşaneyan tê meşandin. Ji prîmatan ango ji heywanan zêde neqetiyaye. Mirov bi çîroka klanekê dikare behsa hemûyan bike. Pêdiviyên hewceyî bi wan heye, ewlehî û zêdebûn, hema bêjin ev her sê gotin ji bo tevahiya zindiyan heman tişt e. Me têkiliya vê bi zêhniyeta bi sînor şîrove kiribû.
Wexta di jiyanê de cihêbûn û ferq çêdibe, nermiya zêhn pêş dikeve, di ziman de ber bi vegotina bi sembolan gav têne avêtin û xwe gihandina avahiyên maddî yên derfetê didin vê yekê jî bêhtir mumkîn dibe.
Bi vî awayî em dikarin bibêjin; pêşketina çandê, bi pêşketina zimanê sembolan û nermiya zêhnê, objeyên maddî yên zêde tevahî îfade dike. Di çarçoveyeke teng de çand zêhniyeta civakekê, qalibên wê yên hizirandinê û zimanê wê îfade dike, di çarçovyeke fireh de li vê zêdekirina daneheva wê ya maddî (bi tevahî amûrên hewcedarî bi wan heye, çêkirina qût û zad, hilanîna wan, serbiserkirina wan, çûnûhatin, ewlekarî, bi tevahî amûrên delaliyê) îfade dike. Zêhniyata çandê û wekhevî û cihêwaziya di navbera amûrên wê de, newekheviya di navbera xizan û dewlemendan de, asta jiyanên wekhev û cihê diyar dike.
Em divê careke din diyar bikin ku daneheva maddî û zêhnî bi qabîliyeta mirov bi xwe hatiye avakirin û di vê çarçoveyê de xwe gihandiye rastiya civakî. Di vê rewşê de eger em bibêjin; jiyana civaka klan a di serdema kevir a kevin de bi mîlyonan salan dewam kiriye zêde xwediyê wekhevî û cihêwaziyên xweser nebûye, ev yek ê rê li ber têkçûna maneyê veneke. Ji ber vê yekê, me maneyeke mezin da derketina nifşên çandî yên mezin. Ji ber ku her nifşa çanda mezin, tê maneya pêşketina jiyaneke cuda û mezin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare pêşketina civakî û pêşketina çandî wekhev bibîne. Eger em gotinên xwe formule bikin em ê weha bibêjin: çiqas nermbûn û azadiya zêhnî ewqas jî manedana zimanê sembolan, dewlemendiya fikrî û ji vir jî xwe gihandina amûrên maddî yên çandê û ev hemû jî tên maneya pêşketina civakê.
Di vî beşî de feraziya me ya bingehîn ew e ku civakbûyîn weke rastiyeke hatiye avakirin a esas afirîneriyeke mirov e. Bêguman em di wî de mîqdara maddeyê û pêşketina wî ya biyolojîk ji nedîtî ve nayên. Em dizanin ku ev weke rastiyên fizîk, kîmya û biyolojiyê têne lêkolîn. Her weha antropolojî û psîkolojî yên mirov weke cins û zêhn lêdikolin di qada xwe de maneyê çêdikin. Herçend em rexne jî bikin, tiştên em ji rewşa parçebûyî ya zanistê hîn dibin hene. Em timûtim behsa asta cihêwaz a serwextbûnê ya rastiya civakî dikin, em vê dikin da ku ferqa wê ji zanistên din were fêhmkirin. Eger em vê ferqê nebînin, em ê jî bikevin şaşiya mezin a pozîtîvîst ketinê û em ê nikaribin xwe ji nexweşiya ‘zanistiyê’ rizgar bikin. Encama vê di modernîteya kapîtalîst de qirkirin e. Qirkirin, em careke din destnîşan dikin ku gunehekî mezin e, Adorno xist nava dehşetê û bi ti nêzîkatiya insanî û xwedayî nikarîbû bûyîna wê rave bike, fikirî ku ji bo vê divê pirtûkan hemûyan bavêjin nava agir û ev hemû spartin hûnandinda şaş a jiyanê. Tespîteke gelekî girîng e ku mezlûmên qirkirinê wê ji bilî vê bi ti maneyeke din neyên bîranîn. Pozîtîvîzm û jiyana modern li ber xwe didin da vê rastiyê qebûl nekin. Mîna ku tevî qirkirinan jî jiyana civakî dibe û dikare bimeşe. Yan jî bêyî ku stûnên bingehîn ê vî gunehî ji holê rake, bi nirxên maddî û berevajîkirina zêhnî ya şaristaniyê ku rê li qirkirinê vekirine, curret dike (diwêre) bijî. Adorno ji vê curreta di ti pirtûkê de nîne ango divê di ti zêhnî de nebe û cih negire, vediciniqe, xwe vedikişîne qalikê xwe û dimire.
Ya ez jî hewl didim bikim, ew e ku çavkaniyên vê ‘CURRET’ê û şêweyên muhtemel ên bihurandina wê bikim pirsgirêk, û di vê çarçoveyê de qabîliyetên me yên bersivdayînê derxînim holê û bigihînim mane û çalakiyê. Em nikarin ji nedîtî ve bên ku modernîteya dewam dike û diçe, her diçe rê li ber kulmozên qirkirinê yên bûne sazî vedike. Rastiya Iraqê ya li ber çavê me, sergirtî yan jî vekirî, bi tevahî rejîmên xwedî xisleta qirkirinê li Rojhilata Naverast û hevpariya vî gunehî, gelekî eşkere û di nav dehşetê de, ne tenê bi yên di navê de dişewitin û dihelin, bi yên lê temaşe dikin û çav didêrin jî xwe dide hiskirin. Lê li aliyê din, lêgerîneke mezin a li jiyaneke azad heye. Yan jiyana azad, yan jî qirkirin dualîteyek nîne ku mirov ti carî karibe pêre bijî. Bi vî awayî em nikarin bijîn û bibin hevparê vî gunehî. Ev dîrok, cografya û erdên rê li ber maneya herî dewlemend a jiyanê vekirin, çawa bû ku ketin vî halî? Li aliyekî şerê di navbera etnîsîteyên têne maneya jiyana cara pêşî de, li aliyê din jî şerên bi pêşengiya xwedayê mezin ê dawî yê modernîteyê? Wer xuya ye, em biçin û bên, bigerin û bizîvirin, em neçar in, giraniya xwe bidinê, bersiva wê bibînin û çalakiya wê li dar bixin.
Divê ez tehma jiyana li Kevana Bi Bereket hinekî bi zimanekî wêjeyî vebêjim. Ez bi çavdêriyeke Bradway ê li Çayonu ya Amedê erdkolan dest pê kir, dest pê bikim. Bradway dibêje; ‘Jiyan li ti devera dinyayê mîna li qûntarên kevanên rêzeçiyayên Toros-Zagrosê manedartir nîne.’ Gelo ev mirovê li nav çandeke gelekî dûr gihaye, bi çi hestan ev gotin anîn ziman? Arkeologekî şaristaniyê baş nas dike, dîroknasekî baş e, çima jiyaneke manedar li vê deverê dibîne? Lê yên îro li vê deverê dijîn ji bo heqdesteke herî kêm a li Ewrûpayê çil carî xwe qulopanî dikin û mîna ji şewbê (webayê) birevin dixwazin ji ser van erdan birevin. Mîna ku ti muqedesat û nirxên wan ên estetîk nemabin û wê careke din nikaribin bi dest bixin, koçberî û barkirinê mîna çarenûsê qebûl dikin.
Divê ez li xwe mikur bêm ku demekê ez jî bi nexweşiya modernîteyê ketim, dê û bav jî di navê de min xwest ez ji her tiştê van erdan birevim. Ez gelek caran li xwe mikur têm ku di jiyanê de yek ji mijara ez zêde pê xapiyam ev bû. Lê ez dizanim, ez ti carî bi tevahî ji çavdêriya Bradway qut nebûm; ez zarokê qûntara wan çiyan, min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên cenneta wan afirandî dît û timî xwest lê bigerim. Ez hîn zarok bûm navê ‘dînê çiyê’ li min kiribûn. Ez paşê hînbûm ku ev jiyan hînê zêde ya xweda Dionysos e. Li pêş û paşiya wî koma keçikên hunerkar û azad a bi navê Bakha, Dionysos geriyaye. Bi hev re xwarine, vexwarine û kêf kirine. Min ji vê jiyana xwedayî hez kiribû. Fîlozof Nietzsche jî ev xweda tercîhî Zeus kiribû. Ji vê jî wêdetir li bin gelek gotinên xwe ‘şagirtê Dionysos’ nivîsandiye. Wexta ez li gund bûm, herçiqas bi dîn re li hev nedikir jî ji lîstikên keçikan ên nîşanê û wekî din wêdetir, min hez dikir ez bi wan re bilîzim. Li gorî min a bi awayekî xwezayî diviyabû bibûya jî wisa bû. Ez ti carî razî nebûm ku çanda serdest jinê bigire û piştperde bike. Min qanûna bi navê namûsê ti carî nas nekir. Ez hînê jî ji guftûgokirin, lîstik û parvekirina muqedesatên din hemûyan a azad û bê sînor bi jinê re dibêjim ‘erê’, lê li ser navê çi dibe bila bibe, sedema wan çi dibe bila bibe, ez ji her girêdan û koletiya bêhna milkiyetê jê bê û li ser hîmê hêzê re, heta dawiyê dibêjim ‘na’.
Li van çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim. Di nûçeyan de gelek caran tê gotin ‘Komeke jinên ji Başûr-Rojhilat ên li romorka traktorê yan jî pişta komyonê barkirî wexta ji bo rêncbertiyê diçûn filan herêmê di qezayê de mirin’; ez wexta van hevokan dibihîsim, hêrsa min a li hemberî mêrê qaşo xwediyê jinê, malbat, hiyarerşî û dewletê bi qasî li hemberî ti bûyerê nîne, radibe. Ez hêrsa xwe ya ji vê rewşê gelek caran tînim ziman. Ma çawa dibe, ji nifşên xwedawendan evqasî piçûk ketin? Ruh û hişê min ev piçûkketin ti carî qebûl nekir û zêhnê min jî ev yek ti carî ranekir. Ji bo min jin wê yan di asta pîrozbûna xwedawendan de be yan jî wê hîç nebe. Tê gotin: ‘Di civakekê de asta jiyana jinan gihiştiyê, pîvana asta jiyana wê civakê ye.’ Min timî ji rastiya vê gotinê bawer kir. Min ji bo diya xwe hevoka ‘ji çanda xwedawendên dayik maye’ bi kar anîbû. Weke wan şîşman û qelew bû. Ji ber bandora jinên modernîteyê, min nikarîbû pîrozbûna di wê de bidîta. Tevî ku min di jiyana xwe de êşên gelek mezin kişandine jî ez ti carî bi awayekî ciddî negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê hilweşandin di serî de diya min û di şexsê wê de dayikên herêmê (Rojhilata Naverast) hemûyan bi dilekî şikestî û çavên şil bi bîr tînim, dinêrim. Diya min ji bîrê bi zehmetî ava derdixist bi satilê dibir û wexta diwestiya û di nîvê rê de datanî min baz dida qurûs dibûm bi hemdê xwe vedixwar. Ez niha li wê maneya qurtên avê, weke yek ji bîranînên xwe yên herî bijartî û xemxwar dinêrim, dibînim. Ez ji her kesî re jî pêşniyaz dikim ku piştî qalibên zêhnê yên modernîteyê hemû hilweşandin dikarin ji nû ve li têkiliyên xwe yên dê-bavê binêrin. Ez dixwazim dîsa bi heman awayî li tevahiya ‘têkiliyên gund’ yên ji neolîtîkê mayî temaşe bikin. Bêguman serketina herî mezin a modernîteyê ew e ku karîbû nêrîna me ya çandî a panzdeh hezar sal e çêbûye, hilweşîne û tine bihesibîne. Mirov fêhm dike ku ti kes ji kes û komên mirovan ên evçend hatin hilweşandin û tine hatine hesibandin, nêrîneke azad, serbilind, dildariya jiyanê û berxwedanê hêvî neke.
Gundê me li qûntara kevana çiyayê Toros-Zagrosê ye. Her heywan û nebatê li vir ji bo min hebûneke dildariyê bû. Mîna ku di wan de maneyeke pîroz hebe min li wan dinêrî. Ez ji bo wan, ew ji bo min mîna hevalek bin û hatibûn afirandin. Min pirr li pey wan baz da. Bi eşq û evîn. Eşqa min jî hinekî welê bû. Hînê jî di vê mijarê de ya min kirî û ez nikarim xwe efû bikim ew e; çivîkên ku min ew digirtin, bê rehm serê wan hildiqetand. Ji bo ez tehlûkeya mezin a di bin têgihiştina obje-sûbje de bibînim ti vegotinê bi qasî van bûyeran bandor li min nekir. Tercîha min a ji bo ekolojiyê bi dildarî û gunehê min ê zarokatiyê ve yê ez lê mikur hatim, ji nêz ve têkildar e. Ev tehlûkeya ruhî ya mezin ji çanda nêçîrê maye û hunerê ‘zilamê fermandar û mêtingerê bi hêz e.’ Ji bo min karîbûya ev tehlûke ji holê rakira, diviyabû min maskeya şer û îqtîdarê (xwedayên bi maske û bê maske, qralên tazî û li pişperdeyê) ya nêçîrvan derxista, naxwe min nikarîbû qîma xwe bianiya. Em heta zimanê nebat û heywanan fêhm nekin, em ne dikarin xwe fêhm bikin, ne jî em dikarin bibin civakeke ekolojîk. Bîranînên heywan û nebatên pêsîra min ber nedidan, min ê bi vî awayî maneyek bidaya wan. Li deşta hema ji qûntarê çiyê dest pê dikir, ji destpêka biharê heta dawiya payîzê ji bo rakirina bênderê dixebitîn. Ji lewra diçinîn, didêran û dexl radikirin. Her cara ku ev hemû yê li gundikê bavê min tên bîra min, hiseke ku ti roman bi min re çênake, min digire. Ez gelek zêde xeman dixwim; çima min ew rêwiyên xwedê tam fêhm nekirin û bi wan re nebûm heval? Ya rastî bi tevahî têkiliyên min di nava hevaltiyê de bûn. Lê ji rûyê têkiliyên xeternak ên modernîteyê, min nikarîbû şîna bavê xwe jî bigirim, ji lewra ez hînê jî nikarim xwe efû bikim. Bavê min belkî ji bavan evdê xwedê yê herî belengaz bû, belê saf û pak bû. Lê li gorî min bavên cotkar dîsa jî yên herî hêja ne.
Bi tevahî têkiliyên li gund, ji bo min weke têkiliyên emrê xwe bihurandî û weke hewldanên bêtaqet ên demeke nediyar xuya dikirin. Reva ji gund û xwe avêtina bajêr jî weke gunehekî dibînim. Ez hîç guman nakim ku jiyana herî hêja û îdeal ji bo mirov li bajarên bi kansêr ên modernîteyê (bi tevahî şaristanî) nîne, li gundên ekolojîk e. Kengî bajêr bi gundên ekolojîk re li hev kir, mirov dikare weke mekanekî qebûl bike û destûrê bidiyê.
Ez gelên li rêzeçiyayên ji Amanosan heta Zagrosan jiyan û hînê dijîn, wan weke rêwiyên pîroz ên xweda û xwedawendên li serê çiyan li textê xwe rûniştî dibînim. Li gorî gunehbarkirina modernîteyê gelên ez behsa wan dikim paşvemayî ne, lê ji sedî sed ez bawer dikim ku berevajiyê vê rast e. Li gorî baweriya min, pêşketîbûn-paşketîbûn hukmên îdeolojîk in. Ji lewra mirov çiqasî zêhniyeta modernîteya kapîtalîst a paşverû û dijminê mirovatiyê ji hev derxe; mirov pê dadikeve hîmê rastî yê mirovatiyê û pê li azadiya mezin vedigere. Kengî mirov ji cehennema modernîteyê ya ji KARÊ, ÎNDUSTRIYALÎZM û DEWLETA NETEWE pêk tê, rizgar bû her tişt wê baştir were fêhmkirin û wê rê li ber dewlemendiya jiyanê veke. Eleqedarî û kêfxweşiya ez ji til û girekî ji dema neolîtîkê mayî re nîşan didim bi Newyorkê nadim.
(SIBE DEWAM DIKE)