Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên 4 welatiyên ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar. Çarenûsa welatiyên behsa mijarê heta niha nehatiye zanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên li dijî welatiyên sivîl li Efrînê bê navber didomîn in. Çavkaniyan diyar kirin ku 20 roj berê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatî ji gundê Basûtê ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar. Heta niha jî hîn çarenûsa welatiyên behsa mijar nayê zanîn.
Ji ber rewşa li Efrînê gelek bûyerên revandin û qetilkirina sivîlan ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wan ve pêk tê, lê tu agahî derbarên wan de nayên wergirtin. Hin caran jî dereng agahiyên derbarê bûyeran de têne bidestxistin.
Bûyera revandina welatiyên bi nave Hoşeng, Xalid, Xalid Xelîl, Rizgar Umer û Mesûd Umer jî beriya 20 rojan pêk hat, ema ji ber rewşa Efrînê agahî derneg hatin bidestxistin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji beriya 20 rojan ve hatine revandin û hîn jî tu agahî derbarê wan de ne hatiye bidestxistin.