Ev bajarê di nava xwe de ti maneyê nahewîne, bi tevahî deriyên xwe li ‘kareke hînê zêde’ vekiriye, jiyana mirov xistiye nava qefeseke hesinî û kujerê jiyanê ‘îndustriyalîzma cinawir’ himbêz kiriye. Ev bajar ji kopiyeyeke bê mane ya ‘Babîla heftê û du zimanî’ ya kesî têde tiştek ji kesî fêhm nedikir hînê bê manetir e. Ez hîç guman nakim ku ev avahiya bi kansêr a bajartiyê hilweşe mirovatî jî wê rizgar bibe.
Min ev çîroka kin got ji bo ku ez bi bîr bixim; em ji kîjan çanda jiyanê hatine. Eger em bi hostayî fêhm nekin ku ev şêwazê jiyanê berhemekî rastiya civakê ye, em ê nikaribin xwe rizgar bikin û bibin ‘ehmeqên modernîteyê.’ Heta bi şivanê serê çiyê, jiyana bi kansêr a modernîteyê her kes kiriye êsîr û min hewl da vê yeka ku tê wê maneyê di cewherê xwe de jiyan qediyaye, bi devê fîlozofên herî zîrek rave bikim û ji wan hemûyan wêdetir ez bi xwe jî vê rastiyê dizanim. Eger em xwe ji vê jiyana modernîteyê rizgar nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin jiyana azad a em bi zêhniyet û îradeya xwe (fikir-rêxistin-çalakî) wê mumkîn dikin û nikaribin jiyana azad bi tevahî çavkanî û dewlemendiyên wê bijîn. Çi zû çi dereng, em ê fêhm bikin ku ‘jiyanên me yên şaş hatine hûnandin wê rast neyên jiyîn.’
Em bi zimanekî zanistî çîroka xwe hinekî din berfireh bibêjin. Rastiyên civakî yên di dema Kevana Bi Bereket de hatin avakirin, bi xalên sereke di dewamkirina jiyana îro de jî hebûna xwe dewam dikin. Hêmanên çandî yên maddî û hem jî yên zêhnî herçend di warê çendeyatî û çawatiyê de hinekî guherîbin jî di cewher de hînê jî dişibin hev. Ziman di hîmê avahiyê de hevpar e. Şêwazên fikrê li qadên zanistî, dînî û hunerî dabeş bûne û hebûna xwe wisa dewam dikin. Şerên êriş û xweparastinê doh jî û îro jî hene. Weke saziya bingehîn malbat rastiya xwe dewam dike.
Cihêwaziyên di navê de, bi mezinbûna saziyên dewletê re mezin bûne. Dewletê li dijî civakê timî cih li xwe fireh kir û di çarçoveya pêdiviyên xwe de çendî danehevên çandî yên maddî û zêhnî yên civakê kir ewqasî milkiyeta xwe, timî ji aliyê çendeyatî û çawayetiyê ve guherî. Ne weke ku bawerî pê heye, lê berevajî, pêşketinên civakî tevî dewletê dewam kirine. Em ê ji dewleta rahib a Sumer heta dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst bi avabûnên dewletan re encamên civakî û çanda bajêr a rê li ber vekir û jêre şaristanî tê gotin lêkolin û maneyekê bidin rola wê. Nexasim em ê bibînin: ne ku çînîbûnê rê li ber dewletê vekiriye, zêdetir dewletê şaxê çînîtiyê berdane û belav kiriye.
Ez wer bawer dikim ku rola têgîna ‘demê’ ya Fernand Braudel di pêşketina civakî de baş nehatiye fêhmkirin. Nexasim têgînên weke dem-çand, dem-şaristanî û dem-civak hewce dike mirov wan rave bike û ev yekê di warê dîrokî de gelekî bi kêr bê. Lê belê di dîroknasiyê de bi hosteyî nayê bikaranîn. Ez ê di analîza li vir de bi wêrekî bi ser vê têgînê de biçim, wê rave bikim û hewl bidim bi kar bînim.
a- “Dema herî dirêj” piştî ku serdema qeşayî ya çaremîn bi dawî dibe, ji bo civaka Kevana Bi Bereket a çemê mezin e, di şoreşa neolîtîk de an wê li ber serdemeke nû ya qeşayî veke, yan wê rê li ber felaketeke nukleerî yan jî rê li ber şewbeke pêşî lê neyê girtin veke û her wekî din wê hebûna xwe bi awayê fizîkî nikaribe dewam bike, wê bajo. Çandên bi koma xwe Semîtîk û Çînê weke rûbarok an jî şaxekî van civakên ‘dema dirêj’ cihê xwe digirin. Şaxên din ên piçûk ên çandan jî di nava çemê mezin de cih digirin û mîna rûbarokan in. Divê mirov naveroka tezê baş fêhm bike. Civaka hatiye avakirin bi hêmanên xwe yên çanda maddî û zêhniyeta xwe wer qehîm e; ti sedema navxweyî ya civakî di vê ‘dema dirêj’ de nikare civakê xira bike. Em dikarin têgîna ‘civaka çandî ya bingehîn’ di berdêla vê ‘demê’ de bi kar bînin. Ji ber vê, dubare be jî ez timî qalib, naverok û danehevên civakê bi bîr dixim da ku em karibin xwe bigihînin têgîna ‘civaka çandî ya bingehîn’ û ew jî dikare şûna têgîna ‘dema herî dirêj’ bigire. Lewra têgînên ‘civak’ û ‘demê’ bi van maneyên xwe yên nû dikarin bi kêra civaknasiyê bên. Civaknasên lîberal hînê ji niha ve bi têgîna ‘dawiya dîrokê’ serwextbûna xwe ya li civakê bi metafizîkeke sexte û qelp heta hetayî mayînde bikin. Marksîst û têgihiştinên din ên ‘mehşerî’, ji zeman-mekan qut ‘serdema bexteweriya ebedî’ soz didin û peyman dikin. Yên reşbîn jî zêdetir têgihiştina ‘serdema zêrîn’ bi bîra wan tê û qala bêmanebûna ‘serdema teneke’ ya niha dikin.
Têgîna ‘dema herî dirêj’ li gorî teoriyên civakî hemûyan a herî zanistî ye. Bi qasî şertên berçav, ji bo serî û dawiya sîstema civakî argumanên bêne fêhmkirin pêşkêş dike. Dîrokê ne weke komeke bûyeran dide serhev û dixeniqîne, ne jî şêwazên teng ên civakê bi nêrtineke sivik a deman dibîne û li ser disekine. Ne şêwazên civakê, ne jî bûyerên di kêliyan de diqewimin nikarin jiyanê bi awayekî manedar şîrove bikin. Ew tenê dikarin beşekî rave bikin.
Di çarçoveya dema herî dirêj de li civaka çandî ya bingehîn her cure dîn, dewlet, huner, huqûq, ekonomîk, polîtîk û saziyên din ên bingehîn cih digirin. Sazî ji aliyê çendayetî û çawayetiyê ve timî dikarin biguherin. Hinek jê dikarin pirr piçûk bibin, dijberên wan jî mezin bibin. Hindik tine dibin, rola wan an ji aliyê saziyeke din ve dewam dike yan jî di nava yên nû de maneya xwe dewam dikin. Eger bi carekê bi tevan dakevin, em ê bibêjin di nava tevahiya têgîn û saziyan de têkiliyeke diyalektîk a çêker heye. Ji ber ku civaka çandî ya mezin bi tenê ye, ev yek wê ji şirîkên bi hêz û pêkhatinên nû mehrûm dike.
Di vê nuqteyê de em dikarin şerê di navbera ‘afirîner’ û ‘beridîneran’ de (evolutionist-creationist) fêhm bikin. Afirîner haya wan ji têgîna ‘dema herî dirêj’ heye. Hêza xwe ya rastî jî ji vir digirin. Ayetên Xwedê yên der barê dawî û dema afirandina gerdûnê de dikarin bi têgihiştina çandê werin ravekirin. Eger em bi awayekî sosyolojîk rave bikin, em ê bibêjin; hêza afirîner haya xwe ji xisletên civakê yên pîroz, mezin û bi heybet heye. Jixwe hersê Pirtûkên Pîroz jî (Tewrat, Încîl û Quran) ji bo ravekirina jiyana li Kevana Bi Bereket şîrove ne. Piraniya mirovatiyê mensûbê van hersê dînan e, ev yek jî ji ber xisletên şîroveyên wan in. Jiyana çandî ya nû bi awayekî mûcîzewarî (ev têgîn ji bo mirovatiya demê tê fêhmkirin) pêk tê û îdîa dikin ku ev jiyan wê heta hetayê dewam bike. Vê îdîayê dike bingehê baweriya xwe. Ev yek jî ji hêza bi bandor a vê çandê tê. Em bifikirin: komên mirovan ên bi mîlyonan sal nikarîbûn ji klanê û şiklekî prîmatiyê47 xilas bibin, bi şoreşa li Kevana Bi Bereket li avakirina jiyaneke civakê ya nedîtî û bi gotina mûcîzeyê dikare were ravekirin, rast tên. Ma dikarin vê rewşê bi gotinên pîroz, mezin, bilind, xwedayî, cejn û roşan bi nav nekin?
Em divê yekser bi bîr bixin ku sosyologên mîna Durkheim û zanyarên din, civak weke koma mirovan a ji tevahiya sazî û bûyeran pêkhatî hesibandine û jê wêdetir jî neçûne. Behsên li ser çînayetî, ekonomî, huqûq, polîtîka, felsefe û dîn ji mentiqê bûyer û saziyan wêdetir naçe. Lê belê xwediyên van têgihiştinan bi ti awayî naxwazin fêhm bikin ka çima gotinên wan bi qasî Pirtûkên Pîroz buha û qîmet nabînin. Di gotinên wan de aliyê herî qels ew e ku li girîngiya civaka dema herî dirêj serwext nebûne. Ez divê careke din bi girîngî bînim ziman ku mirovatî xwediyê bîreke kûr a çîroka xwe ye û wê bi hêsayî naterikîne. Berevajî şiklê jê tê bawerkirin; girêdana civakan bi pirtûkên pîroz ne tenê ji ber xwedê û hin rîtuelan e, ji ber ku di van pirtûkan de şop û maneya çîrokên xwe yên jiyanê his dikin, ji wan re gelekî bi hurmet in. Bi gotineke din mirov dikare bibêje; ev pirtûk bi rola hafizeya civakê radibin û ji lewra dest ji wan nabe. Bûyer û têgînên di nava wan de rast in, ne rast in, ew tiştekî din e, bi pey ketina wan bi pey ketina çeqçeqoka aş e. Fernand Braudel gotina wî ya weke ‘divê dîrok civaknas be, civaknasî jî dîrokî be’ li cih e, û bi vê gotinê balê dikişîne ser şaşiyeke bingehîn a zanist û rêbazê. Têkiliyên civak-demê bi dîrokê re heta bi awayekî manedar neyên diyarkirin wê vegotinên civaknasî û dîrokê yên cuda cuda tenê civakê birîndar bikin û maneyê têk bibin. Hûn çiqas bûyerên bi belge bidin serhevdu, hûn çiqas sazî û rêzikên civakî hîn bibin, hûn bi belgeyan rave bikin; lê wexta hûn nikaribin bersiva pirsên weke, li ku, kengî, bi çi naverokê û yên li wir dijîn çi dibêjin, nedin; civaknasî û dîrok wê tenê weke malzemeyeke çor bi kêrî zanista manedanê bên.
Beridîner (evolutionist) tevî ku bûyer û diyardeyan baştir tespît dikin jî ji ber ku li maneya têgîna ‘dema civakî’ serwext nînin ji rexneyan xilas nabin. Hafiza û bîra civakî ji beridandina bûyer û diyardeyan girîngtir e. Ji bo mirovî zanista manedanê ji tespîtkirina diyardeyan li pêştir e. Li wir jiyana wan a mîna çemekî diherike heye. Ji ber hêza bîr û hafizaya civakî ye ku dest ji xwedê bernadin. Em ê di pêş de jî li ser rawest in ku civakê bi têgîna xwedê û hafiza xwe ya berê kiriye yek. Pozîtîvîzm nexweşiyeke modernîteyê ye û ji ber ku li dijî hafiza civakê ango metafizîka civakê radiweste nikare xwe ji rexneyan rizgar bike. Mirovê bîroke çawa di jiyanê de li zehmetiyên mezin rast tê û dibe fena zarokan, civakên hafiza xwe jî wenda dikin, xwe ji bîr dikin û bi tehlûkeya xwewendakirinê re rûbirû dibin. Civakên bîroke, bi hêsayî dibin mêtingeh, têne dagirkirin û asîmîlekirin.
Objektîvîstên pozîtîvîst îdîa dikin ku civakê bi awayekî zanistî rave dikin, lê tevî vê yekê, objektîvîzma pozîtîvîst dibistaneke fikrê ye ku herî kêm herikîn û pêşketina civakê nas dike. Civakê bê dîrok weke lodeke hişk a materyalîst şîrove dike, bi ravekirineke kêm û çeloxwarî rê li ber operasyonên civakî yên bi tehlûke vedike. Têgîna muhendîstiya civakî têkiliya xwe bi pozîtîvîzmê re heye. Ev kes bawer dikin ku wê bi destwerdaneke ji derve ve karibin şikil bidin civakê. Ev helwestên em behsa wan dikin, di heman demê de têgihiştina fermî ya modernîteyê ye, û ji bo şerên îstîsmarê û desthilatdariyê yên li derve û hundirê civakê têne meşandin sedemên rewa çêdikin.
b- Em dikarin têgîna ‘dema pêkhatinê‘ di pêşketina civakê de ji bo veguherînên bingehîn ên sazîbûnê bi kar bînin. Eger dema pêkhatin û hilweşîna avahiyên bingehîn were destnîşankirin, ev ê karibe bi kêra bi manekirina rastiya civakî bê. Rewşa mirov a zordestî û îstîsmarê li ber çav were girtin, mirov dikare civakan weke koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst dabeş bike û belkî ev yek ji bo şîroveyên bi mane bibe mijar û dabaş. Têkilîdanîna şêweyên civakê bi van demên pêkhatinê re rê li ber lîteratureke girîng vekiriye. Lê belê ji ber ku têkiliyeke bi mane bi demên kin û dirêj re daneyne pirr bi kêr nayê, tenê maneyên klîşe têne dubarekirin. Mirov dikare civaka neolîtîk hem
têgihiştina ferdan têgihiştina civakê pêk tîne. Lê paşê têgihiştina civakî rê dide ber têgihiştina ferdî. Durkheim ji bo şîrovekirina bûyerên civakî komên di nava civakê de referans girt. Bi vê di civaknasiyê de diplînek çêkir.
weke civaka pêkhatî, hem jî bi demên civakê yên çandî yên bingehîn re di zikhev de şîrove bike. Hebûna avahiyên wê yên sazûmanî yên xweser û danehevên wê yên jiyana zêhnî û madî hem dikarin bi ‘dema pêkhatinê’ werin ravekirin û hem jî ji ber ku bandorên wan ên çandî heta tinebûneke fizîkî yan jî hilweşînê dewam dikin, dikarin bi têgîna ‘dema herî dirêj’ jî werin ravekirin. Komên mirovan ên berfireh û şêweyên zêhniyetê yên ji zanist, huner, dîn, ziman, malbat, etnîsîte-qewm û wekî wan pêk tên, herçend heta dawiya ‘demê’ bi gelek awayan biguherin jî bi îhtîmaleke mezin li ser piyan dimînin û mijara bingehîn a demên civakî yên çandî pêk tînin. Her weha mirov dikare ekolojiyê têkildarî encamên şaxên zanistan hemûyan, di vê demê de weke zanista ekonomiyê ya sazîbûyî îhtîmam pê bide. Siyaseta demokratîk jî yek ji wan mijaran e, divê hem weke sazî û hem jî weke zanist timî bijî û hebe.
Saziya herî bingehîn a demên pêkhatinê saziya dewletê û jiyanên bi wê re ne, tevî wê jî hiyarerşiya heyî, çîn, weke sînorên dewletê milk, erd-welat, weke şêweyên dewletê dewleta rahib, dewletên xanedaniyê, dewleta netewe û cumhûriyet ji wan mijarên girîng in. Şêweyên dînî jî ji wan mijarên girîng in. Mijarên civakan ji aliyê şêweyê hilberînê weke neolîtîk, koledar, kapîtalîst û sosyalîst dabeş dike di nav mijarên dema pêkhatinê de ne. Hilweşîna saziyan jî di nav dema pêkhatinê de cih digirin.
Belkî ya rast ew e ku mirov ji bo şaxê jêr ê civaknasiya mijarên pêkhatinê lêdikole bibêje; ‘civaknasiya pêkhatinê.’ Ji mijarên lêkolînê yên dema herî dirêj re jî ji bo bi tevahî bigire nava xwe karibe bibêje; ‘civaknasiya çanda bingehîn’.
c- Mijarên dema kin û navîn hem ji aliyê hejmarê, hem jî ji aliyê çawayetiyê ve gelek bûyer û diyardeyan dikin dabaşa xwe. Di nava demên kin û navîn de bi tevahî bûyerên guhertin û veguherînê yên avahiyê dikin mijarên xwe yên bingehîn. Mijarên dema navîn, guhertinên di nava heman sazî û avahiyan de hinekî di dema dirêj de dike mijar. Mînak mirov dikare bûhranên ekonomîk, guhertinên rejîmên siyasî, her cure avahiyên rêxistinên siyasî, civakî, ekonomîk û çalakî di vê çarçoveyê de bibîne. Bi tevahî çalakiyên ferd ên civakî û civakîbûnê di nava mijarên dema kin de ne. Medya jî zêdetir bûyer û diyardeyên dema kin esas digire. Bûyerên rojane jî di her avahiya saziyê de serê quncika dema kin dagir dikin.
Civaknasiya bûyeran ku bi dema kin dadikeve, rast e ku mirov wê weke ‘sosyolojiya Auguste Comte’ bi nav bike. Bi gotineke din, dibe ku li cih be, mirov wê weke ‘sosyolojiya pozîtîf’ (bêyî ku mirov rexneya wê ya bingehîn ji nedîtî ve bê) bi nav bike. Ya rastî divê şaxekî sosyolojiyê hebe beşa bûyeran lêbikole. Nexasim di demên kaotîk de bûyer zêde û diyarker dibin. Eger sosyolojî tevî sosyolojiya pêkhatin û çanda bingehîn bi sosyolojiya pozîtîf a bûyeran re vedibêje bibe yek wê hevdu temam bikin.
d- Bûyerên civakî jî di navê de, pêkhatin û bûyerên gerdûnî hemû jî hewcedariya xwe bi rewşek e ku em jêre dibêjin kûantûm û kaotîk heye. Atmosferên kûantûm49 û kaotîk atmosferên afirîneriyê ne. Herçiqas hebûna wan hûrûkûr nehatibe kolan jî ji sedî sed hene. Bi tevahî pêkhatinên dema dirêj, navîn û kin hem ‘her kêlî’, hem ‘di dema navber de’ ‘diqewimin û diçin’ li ser piya dimînin, û ev mijar êdî yek ji wan mijarên sereke ye ku zanist pêre ji dil eleqedar dibe. Ev a em behs dikin; ‘Kêliya kûantûm’ û ‘neqeba kaosê’ mirov dikare wê weke ‘kêliya xuliqandinê’ jî bi nav bike, nabe ku mirov ji nedîtî ve bê. Di gerdûnê de îhtimala azadiyê di vê ‘kêliyê’ de diqewime. Azadî bi xwe bi ‘kêliya afirandinê’ re têkildar e. Herçiqas bi tevahî pêkhatinên civakî û xweza, hem ji aliyê avabûnê, hem ji bo li ser piya bimînin û hem jî ji aliyê dema jiyanê ve xwedî xisletên cihêwaz bin jî hewcedariya wan bi ‘kêliyên afirandinê’ heye.
Ji ber vê, sosyolojiya ji alî civakî ve bi mijara dema kin a herî kin a afirandinê dadikeve, divê mirov jêre navekî bifikire.
Pêşniyara min a şexsî ew e ku mirov ji bo sosyolojiya bûyerên civakî di ‘kêliya afirandinê’ de lêdikole bibêje ‘sosyolojiya azadiyê’ wê li cih be. Ya hînê girîngtir, bi saya civakbûnê mirov gihişt qabîliyeteke bê hemta û zêhna wî ya nerm rê li ber afirandineke nedîtî vekir. Ji lewra ez yeqîn dikim ku ev sosyolojiya em hinekî weke sosyolojiya zêhnî dibînin û dikarin weke sosyolojiya azadiyê bi nav dikin, gelekî hewcedarî pê heye. Îrade û fikra azadiyê divê yek ji mijarên sereke yên lêkolîna wê be. Jixwe pêşketina di dema kêliya afirandinê de pêşketinek e ku aliyê wê yê azadiyê heye. Ev kêliya herî kin ‘kêliya kûantûm’ û ‘neqeba kaosê’ dikare her weha weke Sosyolojiya Afirandinê jî were binavkirin. Ji ber ku ev Sosyolojiya Afirandinê herî zêde qada civakî digire nava xwe, ango zêdetir pêre eleqedar dibe, “Sosyolojiya Azadiyê” dibe yek ji mijarên divê herî zêde were pêşdebirin.
Herçend mijara me eleqedar jî nake weke dabaşeke fikrê divê mirov behsa ‘dema astronomîk’ jî bike. Hînê mijarên vê demê nehatine destnîşankirin. Lê belê weke xalên sereke; ‘roj’ û pêkhatina ‘giravên ezmên’, hilweşîna wan, karektera gerdûnê ya muhtemel a ‘berfirehbûn’ û ‘tengbûnê’ û bi van ve girêdayî hêza ‘kişandin’ û ‘dahvdanê’ di nava têgîn û ‘dema astronomîk’ de mirov dikare weke dabaşên bingehîn bihejmêre. Temenê gerdûnê jî di nava wan mijarên sereke de ye ku divê bê guftûgokirin. Van fikrên xwe yên der barê rêbaza lêkolîna sosyolojîk de wexta cihê wê bê, em ê der barê mijarên pêwendîdar de hem rave bikin, hem jî bi cih bînin. Divê neyê ji bîrkirin ku ez bi awayekî dixebitim mirov dikare jêre ceribandin bibêje. Ji lewra pirr normal e ku fikrên me bi awayekî pêşnûme xuya bikin.
Em wexta bûyerên di civaka li Kevana Bi Bereket de careke din bi vê nêrîna sosyolojîk lêbikolin; em ê bibînin ku sosyolojiya azadiyê li herêmê di pêvajoya şoreşa neolîtîk de ji aliyê dîroka civakî ve şahidiya neqeba kaosê ya herî bi bereket dike. Komên gerok ên bi nêçîrê û berhevkirina pincaran debara xwe dikirin, piştî ku qeşa rabû û xwe vekişand serê çiyan, bi tecrûbeyên xwe yên berê pêkhatina xwe ya civakê ji hev derxistin û bi vî awayî li rê û rêbazan geriyan ji bo li deverekê bi cih bibin û cotkariyê bikin. Komên klanan ên bi sedhezar salan jiyabûn êdî ber bi komên mezintir ve diçûn. Em dikevin qonaxekê êdî zêhniyet vediguhere û dike ku benda li pêşiya avê biteqe. Li şûna zimanê bi tevahî ji zimanê sembolan û zêhniyeta kevin a klan qutnebûyî, gavavêtina ber bi xelkên mezin ên gundan û zêhniyeta etnîsîteyan di rojevê de ye. Nîzama zimanê sembolan bi lez pêş dikeve. Bê hejmar alavên qût û xwarinê, yên çûnûhatinê, tevn, kûzik, destar, avahîdanîn, dînî û hunerî derketine holê, ji tevan re nîzama binavkirinê û qalibên zêhnî hewce dikin.
Civaka nû bi giranî xwe dispêre jiyana gund, têkiliyên klanê jî werdigerin têkiliyên etnîk. Şêweyên nû yên pêkhatinên maddî, eger çarçoveyên xwe yên manedartir nebin wê nemeşin û heta dest pê nekin. Ziman û zêhniyeta veguherînê bi nasnameya civaka klan a berê bi ‘totemê’ dewam dikir, sembola civaka neolîtîk ‘xwedawend-dayik’ e. Fîgurên toteman kêm dibin, fîgurên xwedawend-dayikê zêde dibin, naverastê tijî dikin. Jina dayik a rola wê mezin dibe temsîl dike. Ji aliyê dînî ve, ev qonaxeke li pêş e, bi xwe re dewlemendiyeke mezin a têgînê tîne. Di ziman de daçekên ‘mêbûnê’ derdikevin pêş. Di daçekên zimanê sembol de jin rewşa xwe ya sereke demeke dirêj diparêze. Em îro jî vê taybetmendiyê di gelek zimanan de dibînin. Bi xwedawend-dayikê re civak bi pîrozbûneke zêde dikemile. Civaka nû tê maneya têgîn û binavkirinên nû. Pêvajoya em jêre şoreşa zêhniyetê dibêjin, ji ber ku afirîneriyê dixwaze, divê em wê di nava sosyolojiya azadiyê de bibînin û li ser rawest in. Dîroknasên di karê xwe de hoste hemfikir in ku pêvajoya behsa wê tê kirin, têrûtijî pêk hatiye, qewimiye. Tê maneya; bi hezaran diyarde, bi hezaran nav û şoreşên zêhnî. Ji şoreşa zêhnî ya li Ewrûpayê berfirehtir, şoreşeke mezin a resen û hewldaneke afirîner mewzûbehs e. Yek ji tespîtên dîrokî ye ku piraniya vedîtin û bi tevahî têgînên îro em bikar tînin di wê demê de hatine afirandin.
Eger em bi awayekî çor dabeş bikin ji nêvî ne kêmtir gelek hêmanên civakî hatine afirandin. Di warê dîn, huner, zanist, çûnûhatin, mîmarî, dexl, fêkî, mêwe, dewar û pez, tevn, kûzik û dîzik, hêran û destar, aş û aşxane, cejn û roşan, malbat, hiyarerşî, rêveberî, êriş û parastin, xelat û diyarî û aletên cotkariyê de lîsteyek e ku mirov dikare hînê rêz bike, ji aliyê çendeyatî û çawayetiyê ve tevî rewşa xwe ya pêşketî îro jî alavên hatine afirandin di nava lîsteya me ya bingehîn a jiyanê de cihê xwe digirin. Em wexta li pêkhatina malbat û gundê ji neolîtîkê mayî dinêrin di serî de exlaqê civakî yê herî resen, jiyanê manedar dike û hêzê didiyê, rêz, hezkirin, cîrantî û alîkarî, gelekî di ser nirx û buhayên (an jî bêexlaqtiya wê) modernîteya kapîtalîst re ne. Qalibên zêhnî yên bingehîn ên civakê ku wê ti carî kevin nebin, esas mohra vê serdemê li ser wan e.
Ji aliyê sosyolojiya pozîtîv ve jî jiyana bûyerî ya li herêmê li gorî xwe gelekî dewlemend e. Bûyer û diyardeyên nû yên li Kevana Bi Bereket li gorî jiyana civaka klan a yeknesak ku bi nêçîrê, parastin û berhevkirina pincaran û gîhayan dewam dikir, ji bo pêşketinê dipişkive. Bê hejmar bûyer û diyardeyên nû hatine binavkirin, bi awayekî dewlemend deng û çalakiya mirov pêşkêş dikin. Em ji vegotinên pirtûkên pîroz têderdixin ku maneya bingehîn a wê demê di zêhnê mirov de rê li ber têgîna ‘cennetê’ vedike. Belkî jî em bi kêliyeke gelekî bi şens a sosyolojiya pozîtîf re rûbirû ne. Li ser mirovatiyê mîna barana stêrkan bibare pêşketinek di rojevê de heye. Bûyer û diyardeyên mîna baranê dibarin li çar aliyên cîhanê mîna stêrk û rohniyê belav dibin, pêşketina civakî weke xeyaleke buhuştê û heta kêliyên danîna wê; ango ÇANDINIYA wê ye.
Ji aliyê sosyolojiya pêkhatinê ve, mirov dikare şopên tevahiya saziyên mohra xwe li pêşketina civakî xistine li Kevana Bi Bereket bibîne. Nexasim dema B.Z. 6000-4000 sal tam dema bisazîbûnê ye. Cih û warên gund û bajar wê lê bêne avakirin diyar bûne û li van deran bi cih bûne, hiyarerşî çêbûye, dîn bûye sazî, perestgehên pêşî derketine holê, etnîsîte bi gewde bûye, şiklên zimanan xwe zelal kirine, rêûresma cîrantiyê cîbicî bûye û rêveberiya bi exlaq jî wer xuya ye dema xwe ya herî bi hêz damezrandiye. Bi gotineke din, mayîndebûna şoreşa gund û cotkariyê ya civaka neolîtîk bisazîbûna wê misoger xuya dike. Avahiyên civakî yên mijarên bingehîn ên sosyolojiya pêkhatinê ne, cara pêşî li Kevana Bi Bereket evçend pêkhatineke xurt nîşan didin. Ev avahî û sazîbûyînên resen îro jî hêjayî lêkolînê ne, û hînê jî gelek tişt hene em ji rastiya wan hîn bibin û heta weke nirxên mirovatiyê yên pêşî yên sazîbûyînê em pêkhatinên li vê qadê çiqasî lêbikolin, em ê ewçend der barê damezrandina sosyolojiya pêkhatinê de bigihîjin encamên tekûz. Divê em baş zanibin ku sosyolojiya pêkhatinê ya roja îro di warê ‘zanista manedanê’ de gelekî mehrûm e. Eger weke parçeyekî sosyolojiya giştî xwe di ber çavan re derbas bike, dikare bibe îfadeyeke xurt a zanista manedanê.
Çand û zimanê hîmê wê li Kevana Bi Bereket hat danîn weke mijara sosyolojiya çanda bingehîn cihê wê di asta çavkaniya resen û orjîn de ye. Civaka li herêmê hatiye avakirin di rewşekê de ye ku dema wê dirêj e. Me berê jî gotibû, eger jiyana mirov bi afeteke xwezayî yan jî civakî bi rêjeyeke ciddî ji holê ranebe (mînak dîsa li serdema klanan venegere), nifşê şaristanî û çanda civakî ya li Kevana Bi Bereket di wê rewş û çarçoveyê de ye ku serektiya xwe dewam bike. Şaristaniya çavkaniya xwe Çîn an jî Semîtîk ji bo bibe hêzeke hegemonîk, ji aliyê hêz û çarçoveya xwe ve bê îmkan nebe jî di pratîkê de gelekî zor û zehmet e. Jixwe tevî ‘êrişên Îslamî’ û êrişên mezin ên çavkaniya xwe ‘Moxolî’ çanda Hind-Ewrûpayê (ango çanda çavkanî, çand û zimanê Aryen) karektera xwe ya hegemonîk hîç wenda nekir. Di demên pêş de belkî Çîn dest bi êrişeke nû bike. Lê çanda Hind-Ewrûpayê ya li gelemperiya dinyayê bicihbûyî dagirkirin û îstîlakirina wê, mêtingeh û kolonîkirina wê, eger destekdaneke mûcîzewarî ya tesîrên derve nebe (weke mînak li derveyî herêma Çînê felaketeke mezin a civakî û xwezayî) îhtimaleke gelekî qels û lawaz e.
Em dikarin sosyolojiya çanda bingehîn bi sosyolojiya giştî re wekhev bihesibînin. Hingî mirov dikare guherîn û veguherîna şêweyên zêhniyetê, saziya malbatê, (di serî de endamên sê çandên mezin, endamên çandên din hemûyan jî di nav de) hebûnên qewm û etnîsîteyan bike mijara Sosyolojiya Giştî. Ya girîngtir, rewşên kaos û rizînê yên ku Sosyolojiya Azadiyê û Sosyolojiya Pêkhatinê bi wan re rûbirû dibin, weke palpişt û encam di jiyana wan de cih digirin, dikarin weke mijar di çarçoveya Sosyolojiya Giştî de werin lêkolîn. Li Kevana Bi Bereket civaka mezin dibe di qonaxa xwe ya duyemîn de bi ‘Dewleta Rahib a Sumer’ dest pê dike û ev qonax ‘civaka şaristaniyê’ ye. Civaka şaristaniyê çandek e ku ya esas xwe dispêre çanda Kevana Bi Bereket û gavavêtineke bi koka xwe ya xanedan-hiyarerşiyê ye.
Cewherê meseleyê ev e; xwarin û cureyên wê zêde dibin, bi vî şêwazî hilberandinê têkildar derfetên çînî bi bajêrtiyê re dibin yek, çi komeke hiyarerşî-xanedaniyê bi hêza xwe ya ji berê mayî û derfetên ‘zilamê xurt’ dikeve nava tevgerê û dikare ji bo avakirina rêxistiniya ‘dewletê’ gavê biavêje. Li Kevana Bi Bereket ne tenê li Mezopotamya Jêr, li Mezopotamya Jor û Navîn jî em li pêşketinên bi heman rengî rast tên û li wan şahidiyê dikin. Hin ji wan mayînde dibin, lê ji ber şert û mercan hin ji wan nikarin xwe bigirin û ji holê radibin. Di Pirtûka Pîroz de dewlet weke Leviathan (cinawirê ji deryayê derketî) tê şîrovekirin. Meşa vî cinawirî li ser pêşketina civakî ya îstîsmarkar û xwînrij, û car caran qir dike, em ê di mijarên xwe yên ji niha û pê de bi şêweyên rêveberiyên qralên tazî û li piştperdeyê, yên bi maske û bê maske çawa mirov dikojin, dikeritînin, dimijin, dikin kole û vê yekê çawa rewa dikin, lêkolin û li ser rawestin.