Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên tekoşer yên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûr her wiha êrîşên li ser Qendîl derketiye. Çalakvanan daxuyaniya Berzanî ku dagirkeriya Tirkiyê rewa dike û PKK’ê wek dagirker bi nav dike şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Binarê Qendîlê çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê di roja 27’emîn de didome. Çalakgeran bi daxuyaniyekê bersiv dan daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Ji çalakgeran Ehmed Germiyanî daxuyanî da û got; “Em ê li hemberî qismên xeta xiyanetê hilbijartine rawestin. Ji bo me ti cudahî di navbera Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de nîne.”
Germiyanî wiha domand; “Li ser Başûrê Kurdistanê hewldanên dagirkeriyê heye. Li hemberî vê dagirkeriyê hikûmeta Iraqê bêdenge, ev jî te wateya erê kirinê. A rast ev bêdengî şermezekî mezine. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê, tê wateya çavê xwe li dagirkeriyê girtin. Em daxuyaniya duh Nêçîrvan Barzanî kirî şermezar dikin. Daxuyaniya Barzanî bi awayekî zelal ji me re eşkere dike ku, bang li dagirkeran dike ku bikeve Başûrê Kurdistanê de. Em xiyanetkarên bi faşîzmê re jî şermezar dikin. Em weke çalakgerên mertalên zindî dibêjin ku, ji bo me ti cudahî di navbera Erdogan û Nêçîrvanî Barzanî de nîne.”
Ehmed Germiyanî bang li hemû aliyan kir û got;” Em qet daxuyaniya qismên xiyanetkar ên ku PKK weke dagirker bi nav dikin napejînin. Kesên ku daxuyaniyên wiha didin qaşo gelekê bi rêve dibin, lê em temaşe dikin ku heya xaka xwe ji difoşin. Divê her kes bizanibe ku em Kurdin û em pê serbilindin. Divê hemû Başûrê Kurdistanê didemildest ji vê zihniyeta krîz re bêje bese. Divê em serî hildin û xiyanetê rawestinin. Li hemberî faşîsmê pasifmayîn wê me xilas bike. Eger em yekgirtî dakevin qadan, emê dagirkeran li ser xaka xwe derbixin û ji wan re bikin goristan.
Weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê emê heya dawiyê li dijî faşîst çalakiya xwe berdewam bikin. Bi misogerî wê rojekê hemû desthildarên cîhanê bikevin sergoyê qirêj ê dîrokê. Lê wê têkoşîna me ya li ser rêya rast dimeşe bigihe serketinê. Divê li herçar parçeyên Kurdistanê hemû gel û derdorên demokras li dijî dagirkeran bibin yek.”