Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hovîtiya xwe li Efrîn dewam dikin. Piştî dagirkeran û çeteyên wan daristanên gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê dewleta Tirk hovîtiya xwe li navçeya Raco jî bi vî rengî dewam dike û agir bi daristanên navçeyê dixîne.
NAVEDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku hatine girtin leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Raco agir berdane daran.
Welatiyên navçeyê xwestin ku agir vemrînin lê çeteyan nehişt ku mudaxele bikin û li hember vê yekê sekinîn.