Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê li Silêmaniyê dima, di Bendava Dukan de xeniqî. Hîn cenazeyê wî nehatiye dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di Bendava Dukan a ser bi Silêmaniyê de, ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê 18 salî yê bi navê (E.N.H) ku li Silêmaniyê dima xeniqî.
Hate ragihandin ku li Silêmaniyê karkerî dikir.
Li gorî agahiyan hîn cenazê wî nehatiye dîtin û tîmên rizgarkirinê lê digerin.