Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ev çend rojin agir daristanên êiyayê Hewarê, çiyayên Raco û daristanên navçeya Şera ya Efrînê û heta niha agir dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk û çeteyên wê rojane bi awayekî sîstematîk agir berdidin kelemên çiyayê Hawarê, geliyê Tîra û geliyê Sarisînê û derdora gola Meydankê.
Heman çavkaniyê got: Agir her diçe firehtir dibe û di encama wê de bi hezaran darên zeytûn, hinar û darên din ên cur bi cur hatine şewitandin û metrisî li ser gundên nêzîkî agir heye.