Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
HESEKÊ – Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirin dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê û Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna bi dehan jinên ciwan daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku li dibistana Efaf hate dayîn ji aliyê Tîcan Tewîl ve hate xwendin.
daxuyanî wiha ye:
˝Ev sedsalan li Kurdistanê ,bi êrîşên qirkirina kurbûyîna faşîzmê didome .Bi serkêştiya dewleta Tirk a dagirker êrîşên li Efrînê dest pêkir û xwest li Başûrê Kurdistanê berdewam bike .axa Kurdistanê bi tehdîda faşîzm re rû bi rû ma.Dîklatorya faşîst a AKP-MHP hebûna xwe li ser tunebuyîna kurda bi êrîşên hovane re ku her çû bilintir kir.
Dewleta Turk ya dagirker û metînger ,bi êrîşên hovane re cihên gerîla û sivîlan ev demek bombe baran dike .li hember vê di pêşengtiya jinên ciwan Başûrê Kurdistanê re ji her temenê kesê berê xer dan çiyayê Qendîlê .ev diyar dike ku pêşengê civaka jinên ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê qebûl nekin.
Di vê demê de ji bo kurdan parastina axa ji nan û avê pêwîstire.Em weke jinên ciwan bangewaziya hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku berê xwe bidin cihên berxwedanê û parastina axa xwe bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Serî hilde ,Şerbike, Kurdistanê azad bike”, bi dawî bû˝.