Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin nuqte li ser riya sereke ya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê, her wiha hin deverên navçeya Racoyê bombebaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya anha ku agahiyên xwe ji çavkaniyan ji herêma Efrînê gittine îro saet 22:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagireker li ser kantona Efrînê geriyan, paşê gelek nuqte li ser riya sereke ya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê, li nêzî gundê Xalta û Meskê, û hin deverên herêma Racoyê bomebebaran kirin.
Her wiha hate ragihandin ku balafirên şer hîna li ser bajarê Efrînê û navçeya Racoyê digerin.