Ji ber pêvacoya ku Kurdistan têde derbastdibe hem jî ji bo nûbûyînekê her wiha ji bo birêxistinkirin û pêşxistina kar û xwebatên ciwanan Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê amadekariyên xwe ji bo li darxistina kngreya YCR’ê dike.
QAMIŞLO – Li ser vê esasî komîteya amadekar ji bo kongreye hatiye hibijartin û civînên xwe li dar dixe.
Derbarê van mijaran de ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên endamên komîteya amadekar ya kongreye YCR’ê girt.
Endama komita amadekar ya kongreya ciwanan Rosîm Hiso got: Armanca me ya yekem ji kongreyê ewe ku em bikaribin ciwanên xwe li her deri birêxistin bikin û rêxistina xwe fireh bikin. Berê xebatên me tenê li ser asta Rojava bu, ji ber wê em dixwazin xebatên xwe yê rêxistinî berfireh bikin û bibe li ser asta Bakurê Sûriyê û Sûryê giştî. Li ser van esasan me komîteyek amadekar ji bo kongreyê avakiriye, di nava komîteyê de ji hemî herêman ciwan çihê xwe têde digrin.
Hiso di berdewamiya axaftina xwe de got: Em wek komîteya amadekar civînên xwe li dardixin û di nav civînan de nîqaşên berfireh têne meşandin û biryarên ji bo birêxistin kirina ciwanan têne girtin her wiha hazirtiyên ji bo li darxistina kongreyê.
Hiso got armanca me ku em van sînoran derbast bikin û bikaribin ciwanan birêxistin bikin.
Endamê kmîteyê Nasir Nasro ku ji Efrînê ye got: Em wek ciwanên Efrînê me çihê xwe di nava komîteya amadekr ya kongreyê de girt û wek komite em niha civînên xwe li dardixin. Ji xwe di demên pêşde emê civînan ji ciwanan re li darbixin û nîqaşên li ser rewşa ciwanan û gohertinên ku pêwîstdikin her wiha pêşniyarên ciwanan ji bo gohertinan.
Her wiha rêveberiya jinên ciwan û endama komîteya amadekar Rehşan Zagros jî axifî û got: Ji bo nûbûyînekê, sîstem nîqaşkirin û ji bo pêvacoya ku em têre derbastdibin û hem jî ji bo pêwîstiyên ciwanan em wek YCR’ê diçin kongreyekê. Ji xwe wek biryare ku her du sal kongreya YCR’ê çêbibe.
Wek komîteya amadekar me du civîn li darxistine, di van civînan de nîqaşên li ser kongreyeê têne kirin, ji xwe ev wek pespektîf wê li qadan belav bibe.
Zgros axaftina xwe dewam kir û got: Wek xeta Apocîtî û bi rihê berxwedana Efrîn û ji bo ku em bibin bersiva dagirkeriya ku li ser axa me çêdibe me pêwîstî dît ku em biçin xwe nûbûyînekê sîstemê xwe nîqaş bikin û hedefe xwe yê nû hîn merstir bikin û li ser vî esasî tevlî hemleyan bibin û xwe birêxistin bikin, ji ber vê yeke em diçin kongreyekê.
Zagros got: Me wek komîte îro civîna xwe ya duyemîn li dar xist û komîte wek sê beş hatin ferzkirin.
Beşê yekem bi karê teknîkî ku wê çih diyarbike û li ser xebatên teknîkî bisekine. Başa duyemîn xebatê rêxistinî ku wê li ser birêxistinkirina ciwanan hem jî bi ciwanan re sîstem nîqaşkirin û pêşniyar girtin. Beşa siyemîn ji bo sîstema hindirîn ku wê sîstema hidirîn ye ciwanan diyar dikin û li ser vana esasan em diçin kongreyekê.