Duh êvarî li rojavayê Tirkiyê, bajarê Tekîrdaxê, tirênek qulipî û di encama wê bûyerê de, 24 kesan jiyana xwe jidest dan û 318 kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîriya Tirkiyê, ji bilî dayina agahiyên fermî, hemû nûçeyên derbarê bûyera tirênê de qedexe kir.
Hate ragihandin ku bi qedexekirina belavkirina zaniyariyan li ser wê bûyerê, desthilat dixwaze kêmaniyên xwe veşêre û sedema qedexeyê jî merasîma sundxwarina Erdogan e.
Ew tirên ji Edirnê ber bi Stenbolê ve diçû û 362 welatî têde bûn.