Çalakiya Mertalên Zindî ya ku li dijî êrîşên li ser Qendîlê û dagirkeriya dewleta Tirk ji axa başûrê Kurdistanê re derket mehek li şona xwe hişt.
QENDÎLÊ – Çalakiya Mertalên Zindî ku bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer de li gundê Binarê yê Qendîlê destpêkiribû mehek li pey xwe hişt. Ciwanên Mertalên Zindî bi buneya ku mehek di ser çalakiya wan re derbast bûya şahiyek li darxistin û daxuyaniyek dan.
Piştî şahiya ciwanan ku têde şanoyek li ser dagirkeriyê hate lîstin daxuyanî hate dayîn.
Bi navê ciwanên mertalên zindî Serhildan Bamerdî di daxuyaniyê de axivî û got, “Çalakiya Mertalên Zindî ku me daye destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Me weke ciwanên Başûr bi dirûşma, ‘Na Ji dagirkeriyê’ re çalakiya Mertalên Zindî da destpêkirin. Di nava mehekî de gelek mêhvan serdana me kirin. Wê berxwedana me ji vêya şûnde jî berdewam bike.”
Piştî daxuyaniyê ciwanên çalakvan li derdora agirê ku dada bûn govend gerandin.