Şervanên Odeya Xezeba Zeytûnê, li Efrînê du çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de 5 çeteyên Feyleq El-Şamê yên ser bi artêşa Tirk a dagirker ve hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkiya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê du çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me du çalakî pêk anîn; çalakiya yekemîn 9’ê Tîrmeha 2018’an li dijî çeteyekî Feyleq El-Şamê yê bi navê Îbrahîm Ebdullrezaq li bejahiya başûr pêk hat. Çeteyê ku motorsîklet diajot, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate şopandin, hate hedefgirtin û bêbandorkirin.
Çalakiya duyemîn jî 10’ê Tîrmeha 2018’an li dijî wesayiteke çeteyan ku 4 çeteyên Feyleq El-Şamê dibirin, pêk hat. Tê zanîn ku her çar çete tevlî dagirkeriya bajarê aştiyê bûbûn û mal û milkên welatiyan talan kirin û heqaret li şêniyan kirin. Ji ber vê yekê şervanên me li wesayitê dan û hemû çeteyên di wesayitê de hatin kuştin.
Çeteyên ku hatine kuştin navên wan wiha ne: Hisên Îbrahîm Mustefa, Mihemed El-Kermo, Eymen El-Xalid, Xezwan El-Hisên.
Hêjayî gotinê ye ku çalakî li bejahiya başûrê Idlibê pêk hat. Ev yek jî teqez dike ku em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê kirin, em li wê derê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin wê hesabên giran ji wan were xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike tohildan tê.”