Dîmenê çalakiya sabotajê ya 21’ê Gulanê ya li Şemzînanê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de Sibeha 21’ê Gulanê saet 07:05’an hêzên me li dijî leşkerên ku li ser rêya navbera girê Heftkanî û Tisê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê kontrola rê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”