Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku di vê serdema dîrokî de ji faşîzm û dagirkeriyê re bibe bersiv hemleya xwe ya SERÎ HILDE di qonaxa xwe ya duyemîn de daye destpêkirin û divê çarçoveyê de çalakiyên xwe li dar dixe û dewam dike.
QAMIŞLO – Di derabarê qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ajansa me ya Nûçe Ciwan bi Endamê komîteya qonaxa duyemîn ya hemleyê û rêveberiya ciwanên Rojava Harûn Apoyî re hevdîtin pêk anî.
Endamê komîteya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE û rêveberiya ciwanên Rojava Harûn Apoyî di destpêka axaftina xwe de wiha got: Dewletên ku di vê sedsalê de qedera koletiyê li ser gelê me dane ferzkirin û welatê me parçe kirine û her parçeyek teslîmî dewletekê kirin, van dewletan meyzekirin ku şoreşa Rêber APO bi rêxist de ku xeteriyek li ser pilanên wan ên li ser Kurdistanê û Rojhilata navîn bi rêve diçe bi qomployekî bê bextane Rêber APO esîr girtin û xwestin ev şoreşa ku Rêber APO bi rêve dibe jinav bibin, piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pêkir pilanên wan hemû poç bûn û têk çun. Tevgera Apoyî bi hêza ciwan û jinên ciwan di hemû parçeyên Kurdistanê de û bi taybet di Rojavayê kurdistanê de û bi pêşengtiya qehremanên YPG,YPJ ku destan nivîsandin gavên pir mezin hatin avêtin û dewletên ku Kurdistan mehkûmî parçekirinê kiribûn têkbirin. Jiber vê yekê van dewleta êrîşên xwe yên honane bi destê çeteyan li ser gelê kurd pêk anîn, lê ev jî têk çûn. Niha ev dewletên desthilatdar van pilanên xwe bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. li ser van esasan me hemleya serî hilde daye dest pêkirin.
Apoyî derbarê qonaxa duyemîn ya hemleya serî hilde de û armanca li darxistina wê di vê demê de her wiha pilansaziyên demên pêş wiha got: Li beramberî van êrîşên ku tûpyekûn ku gelê me kirine hedef, li beramberî van êrîşên ku gelê me qîrdike, di vê demê de em dibînin ku erka hemî ciwanên Kurdistanê ku serî hildin li beramberî van pilanên xeter, li beramberî dewleta Tirk ku kurdan li her derê dike hedef û destkeftiyên xwîna şehîdêm me dike hedef erka hemî ciwanên Kurdistanê ku serî hildin. ji ber vê me hemleya SERÎ HILDE ya duyemîn di vê çarçoveyê de daye destpêkirin. Ji ber ku yek rê heye ku xeteriya li ser gelê me, li ser destkeftiyên xwîna şehîdêm me, li ser hêviyên jiyana azad yên gelê me hemû derfetên ku em pê bikaribin Rêber APO têde azad bikin û yên ku van xeteriyan rake ji hûlê û bibe serkeftinê serhildana ciwanên Kurdistanê ye.
Apoyî axaftina xwe dewam kir û got: Hemleya serî hilde ne şîareke yan jî tenê gotineke, ew pespektîva demê mihûm û erka demê ya ciwanên Kurdistanê û tevahî ciwanên şoreşger û azadî xwaze. Li ser vî esasî hemleya serî hilde ya yekemîn di merheleya xwe ya duyemîn de xwe nû dike û berdewam dike. Eger ciwanên Bakurê Kurdistanê, ciwanên Rojava, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û tevahî ciwanên şoreşger li Eorupa destek dane hev bi tevahî ciwanên Rojhilata Navîn re û ketin nav berxwedaniya ku ev faşîzma bi navê dewleta Tirk ku dixwaze şoreşa gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn jiber bibe wê ev komplo têk biçe û Rêber APO azad bibe û demokratîk bi serkeve.
Ji bo wê em di wê baweriyê de ne ku bi serîhildana ciwanên Kurdistanê de wê ev xeterî berteref dibin û gelê Kurdistanê ji qetil aman xilas bibe.
Serî hildan wê çawa be؟ Bi tûpyekûn bi milyonan herikîna kolana ne û li her derê êrîşkirina li ser Erdogan e, li her derê dest avêtina sîlah e tenê ev wê ji dijmin re bibe derman.
Li ser vî esasî hemlaya serî hilde hedefa wê ye ku xwe bikhêne bi milyonan ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li her derê daxe qadan, bi milyonan çek bigirin berê xwe bidin çiya, berê xwe bidin hemû meydan û kolanan li her derê
faşîzm li kûderê be bi çek girtin bi Gerîla bûyîn, bi YPS, YPG, YPJ bûyîn di vê demê de bersivdayîna faşîzmê. Erka hemî ciwanên Kurdistanê divê demê de eve.
Endamê komîteya qonaxa duyemîn ya hemla serî hilde û rêveberiya ciwanên Rojava Harûn Apoyî axaftina xwe wiha dewam kir: Pêwîste ciwanên Kurdistanê li her derê sîlahan bigrin û li hember faşîzmê şerbikin û bibin Gerîla, di van çarçoveyan de me hemleya serî hilde daye destpêkirin û li ser vî esasî ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê meşa navendî ya Sêmalka dabûn destpêkirin û anha pilansaziya çalakî û meşan daye destpêkirin, li her derê ciwanên Kurdistanê têne hazirkirin ku li her derê li dijî faşîzmê şerbikin.
Harûn Apoyî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir û wiha got: Yekbûyîna ciwanên Bakurê Sûriyê, yekbûyîna ciwanên Kurdistanê û tevahî ciwanên Rojhilata Navîn bi hemlaya serî hilde pêk bînin. Em bang li tevahî ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê dikin ku ev dem dema li dijî faşizmê serî hildan û çek rakirin û şerkirinê ye, di heman demê de em bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê dikin ku êdî bese, ciwanên Bakurê Kurdistanê ne xwediyê vê seknê ne, ciwanên Bakurê Kurdistanê pêşengê şoreşa Aopcîtî ne, ewin yê ku faşîzim terbiye kirine û wê terbiye bikin.
Di heman demê de ciwanên Başûrê Kurdistanê em di wê baweriyê de nê ku wê çek bigrin û şerbikin.
Hemleya SERÎ HILDE tûpyekûn li hember faşîzma Erdogan ku pilanên Empiryalîzmê di Rojhilata Navîn de tamsîl dike Şerkirine û bi vî şerî emê bi serkevin û bûhara gelan biserbixînin û tevahî gelan azad bikin.