Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk ji bo pêşxistina kar û xebatên xwe dewreyeke perwerdê ji 8 endamên xwe yên jinên ciwan re vekiriye.
QAMIŞLO – Dewreya ku li akademiya şehîd Jiyan Amara ya jinên ciwan hatiye vekirin 8 jinên ciwan ku endamên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk in tevlî bûne. 6 Jinên ciwan ên pêkhateyên Ereb ku ji Dêra Zorê tevlî perwerdê bûne.
Jinên ciwan ên ku tevlî perwerdê bûne dersên Îdyolojî û leşkerî dibin, her wiha jinên ciwan di nava perwerdeya ku 15 rojan wê dewam bike çihên dîrokî ziyaret dikin.
Jina ciwan ya bi navê Hindirîn ku ji bajarê Hesekê tevlî perwerdê bûye wiha li ser perwerde û encamên wê axifî: Ez tevlî perwerdê bûm ji bo ku ez bikaribim mafê jinê biparêzim, perwerdeya me bi rengekî serkeftî derbast dibe, rihê hevaltiyê ku di nava perwerdê de hatiye avakirin hêz û moralekî pir mezin daye me.