Bi armanca piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî û tevlîbûna bîranîna Berxwedana 14’êTîrmehê sibe ji gelek bajaranên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin Qendîlê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Sibe ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê her wiha bi tevlîbûna ciwanên wargeha şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûr), Şengal û ciwanên Rojavayê Kurdistanê diçine Qendîlê.
Li Silêmaniyê ciwan wê sibe saet 08:00’an ji ber Baxê Giştî bi rê bikevin. Li gorî ku hatiye pilankirin ciwanên ji herêmên cûda yên Başûr saet 12:00’ê nîvro li navçeya Ranya bighêjine hev.
Ciwan piştî xwarina nîvro ya li Ranya wê ber bi Qendîlê ve bi rêbikevin. Ciwan saet 13:00’e wê serdana Şehîdgeha Mehmet Karasungur bikin û piştre biçin cihê çalakiya mertalên zindî. Li vir wê ciwan tevlî bîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê bibin.