Têkçûn destpêkê di kesayeta mrovan de derdikeve holê, serkeftin jî di heman demê de di kesayetê de xwe dide der, mirovê ku xwe qezenckiriye li her meydana şer dikare dijberî xwe têk bibe, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê jî bi vê têkhiştinê ketin ser rê û di çalakiya xwe de bi serketin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşketina Tevgera Azadiya Gelê Kurd re derbeya 12’ê Îlonê li dijî vê yekê hemî tevgerên demokratik yên şoreşger eciqand û tevahiya Bakurê Kurdistanê dagir kir, ji bo kurd bûn, welatparêzî, şoreşgerî û hemû nirxên mirovahiyê were tunekirin, Kadro, Sempatîzan û wargehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê di îşkencê de hatin derbastkirin û li zindanan hatin girtin, di şexsê PKK’ê de mirovahî hat bi cih kirin.
Pêkanînên derbeya eskerî ya dewleta Tirk zindana Amedê jixwere weke navedekê hilbijart û hewl da vêderê vekwherîne çirava xiyanetê, eger Berxwedana zindana li Amedê têk biçiya û vegwheriya çirava xiyanetê hingî û vîrosa xiyanetê û hocre bi hocre wê li girtiya belav bibûya û gelenperiya Kurdistanê têxista nava lepên xwe.
Hêviya azadiya gele kurd ku bi PKK’ê ji nû ve şitil da di şexsê PKK’ê û kadroyên wê de wê di mezel de bihata bi cih kirin. Li hemberî van hewldanên têkbirinê li zindana Amedê felsefe û jiyana PKK’ê bo mertalek û di nava herdûyan de tekoşîneke bê hempa hate meşandin, îşkence û pêkanînên hovane heta Adara sala 1982’an dewam kir, Berxwedana li hember vê îşkenceyê bi giranî li koşên 35 û 36an ku girtiyên PKK’ê lêbûn dihat meşandin. Di nava vê demê de jî dilên herî bi biryar ketin nava du diliyê de, mezin nebûn û belavnebûna berxwedanê bi xwere rewşeke xetimandî anî.
Di noqteyekî ku serkêşiya îşkenceyê Esed Oqtaî û ekîba wî xwe herî zêde nêzî serkeftinê kir di girtîgeha Amedê xwe ji bo rojeke dîrokî amadekir ku jêre şahidiyê bike, di newroza sala 1982an de yek ji pêşengên tevgera azadiya gelê kurd Mezlûn Doxan li hocreya xwe çalakiyeke canfedayî li dar xist û bû ziman û dilê Kurdistanê, ev çalakiya Mezlûm Doxan berxwedana li zindana Amedê gûr û geş kir.
Ji bo geşkirina wî agirê berxwedanê yê Mezlûm Doxan pêxist ji milîtanê PKK’ê Ferhad Kurtay, Mehmut Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik bi gotina ku divê em dawiyê li vê ser berjêriya dîroka Kurdistanê bînin biryar dan divê em bersivê bidin çalakiya Mezlûm. Ev herçar ciwanên Kurdistanê di 17’ê Gulana sala 1982an de bedena xwe dan ber agir û navê wan di dîroka Kurdistanê de weke çaran û 17’ê Gulanê weke şeva çaran bi çih bû. Çalakiya çaran li girtîgeha Amedê dengekî mezin veda, piştî çalakiyê zextên li hocreyên 33 û 34an giran bû û 53 girtiyên li vêderê birin qawûşên 35 û 36an.Çaran bi agirê berdan bedena xwe re berxwedana li Amedê mezin kiribûn.
Girtiyên li zindana Amedê sibeha 14’ê Tîrmehê sala 1982an ev denge li hocreya Kemal Pîr lê bû bihîstin”birayên delal hûn werin kurdinû bi eşqa welat em herin merdînû” û berxwedaniya mezin ya rojiya mirinê bi vî rengî dest pêkir. Biryara çalakiya mezin ya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya li dijî îşkence û kiryarên li girtîgehê roja 31’ê gulanê di roniştina yekemin a koma Amedê de hat wergirtin. Lê belê ji ber ku Mehmet Xeîrî Dûrmûş di koma Rihayê de bû biryar hate dayî ku ev yek di diroşma koma Rihayî de yanî di 14’ê Tîrmehê de were eşkerekirin.
Roja 14’ê Tîrmehê dema heyeta mehkemê çihê xwe girt Xeîrî Dûrmûş mefê destpêkê yê axaftinê wergirt, dema ku Xeîrî radibe û diçe ser kursiyê bêdengiyek mezin rû dide û Xeîrî wiha dipeyive”Mirov ji bo nirx û nerînên xwe biparêze jiyana xwe dide ber çavên xwe, emê jî sûcan raxin ber çavan, ji bo teslîmiyet û xiyanet ji holê were rakirin Mazlûm û çaran Rêbertî kirin, evê li vêderê sînor kirî nemîne û wê bimeşe, di bin îşkenceyê de ti wateya jiyanê nema, ji bo ez van zwxtan şermezar bikim ez ji vê deqê û pê ve dest bi rojiya mirinê dikim, eger bi çalakiya xwe re ez feydê bidim hevalên xwe, partiya xwe re û gele xwe hingî ezê bextewar bibim. Ev çalakiya min ya dawî ye yên ji bo rizgariya Kurdistan ketine ser rê wê vê berxwedaniyê ji xwere esas bigrin, kurdistan encax bi vî awayî dikare azad bibe.
Şoreşgerê Înternasyonalîst jî Kemal Pîr rabû ser piyan û wiha axifî: Ez jî dest bi rojiya mirinê dikim.
Li dû Kemal yê ku mafê axaftinê wergirt Alî Çîçek bû ku li gel ciwantiya xwe jî bi sekna xwe ya biryar dar bal dikişand ser xwe. Çîçek li vêderê wiha peyivî: PKK’ê ne teslîmiyet berxwedan nîşanî me da, ez jî dest bi rojiya mirinê dikim, ji ber ku ezê di encama vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest bidim ez dixwazim çalakiyên xwe yên li ser navê partî û gelê xwe kirime eşkere bikim, milîtanê ciwan yê PKK’ê Alî Çîçek bi van gotinan re berpirsyartiya xwe yên çalakiyên ku perpirsyariya wan avêtibûn ser hin girtiyên din yek bi yek girte ser milê xwe.
Akif Yelmaz ku wê rojê ne li wir bû li hocreya xwe wî jî biryara xwe da ku tevlî çalakiya mezin ya rojiya mirinê dibe. Piştî 6 rojan ji çalakiyê Mistefa Karasû jî çihê xwe di nava berxwedana çalakiya rojiya mirinê de digre.
Bi destpêkirina çalakiya mezin ya rojiya mirinê re çalakger û berxwedêrên PKKeyî li qawûşa 35an tên bi jih kirin û ev qawûş weke qawûşa pîroz tê bi navkirin.
Rêveberiya girtîgehê heta dawiya çalakiyê kiriyarên cûr be cûr zor dan çalakgeran.
Rewşa koma ku dest bi çalakiyê kiribû hêdî hêdî giran dibo û di roja 53mîn ji çalakiyê Kemal radikin nexweşxaneyê û do roja 57mîn de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide, li dû Kemal Mehmet Xeîrî Dûrmûş, Akif Yelmaz û Alî Çîçek rakirin nexweşxaneyê, Mehmet Xeîrî Dûrmûş di roja 61’mîn ya çalakiyê roja 13’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dide, piştî Xeîrî, Akif Yelmaz di 15’ê Îlonê de û Stêrka Sor Alî Çîçek di 17’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest didin.
Di roja 65’mîn ji çalakiyê yek ji berxwedêran Mistefa Karasû bi tenê di hocreya xwe de dimîne û di encama dan û stendinan diktorê eskerî Îbrahîm Turan ji Karasû re dibêje “ Êdî parastina siyasî wê serbest be, li zindanan parastin dikare were nivîsandin, îşkence wê neyê kirin û bi vê yekê çalakî gihiştî armanca xwe.
14’ê Tîrmehê ne bi tenê li girtîgehê li derva jî dengekî mezin veda.