f- Pêngava gerdûnî ya dawî ya şaristaniya navendî ya Rojhilata Navîn di sentez û momenta şaristaniya Îslamî de pêk hatiye. Di bin navê Îslamê de berevajî yeqîn û texmînan îdeolojiyeke dîn a rafîne bûyî nîne, senteza tevahiya varyasyonên îdeolojîk ên heta wê demê ye. Îslam orjînalîteyek nîne, di herikîna çanda gerdûnî ya Rojhilata Navîn de û di şaristaniya wê de, demek e, kêliyek e. Di heman demê de sentezeke îdeolojîk a gelekî tevlîhev e. Bêşensî ew e, Ewrûpaya Rojava senteza Xirîstiyaniyê ji nû ve analîz kir û bi vê yekê di zanist û felsefeyê de rê li ber pêngaveke dîrokî gerdûnî vekir, lê analîzên felsefeya zanistî bi sentezên Îslamê dest pê kirin, hînê negihiştin encamê, hatin tepisandin û ev jî bû yek ji sedemên girîng ku şaristaniya navendî ya Rojhilata Navîn destbiguhere û bikeve destê Ewrûpayê.
Şaristaniya Îslamê, di destpêkê de tevî hemû naverok û temayên xwe yên rizgarîxwaz di demeke pirr kin de (Xanedaniya Emewî, 650-750) veguherî şaristaniyeke hegemonîk. Di demên dawî de xwelihevrakişandina Bîzans-Sasaniyan a gelekî dejenerebûyî û ya kar têde nîne, gelên herêmê û komikên civakî têra xwe hilhilandin. Ya rastî, li dijî vê bihevketina asêbûyî û çareserneker, Îslamiyetê xwe weke gaveke dijber û çareseriyê pêşkêş kiriye. Çawa ku ji navê wê jî tê fêhmkirin ev peyam Selam e, ango dînê aştiyê ye. Koka têgîna Îslamê ji selamê tê. Lê çawa ku dibêjin ê hatî xweziya mirov bi yê çûyî tîne, bi Xanedaniya Emewî (Muqawela – peymana – Medîneyê ya Muhemmed heta 650 dewam kiriye, di xwelihevrakişandina Muawiye-Elî de ji qebîleya Qureyşan Xanedaniya Emewî bûye aliyê serketî) şerên şaristaniyê yên li Rojhilata Navîn hînê zêdetir bûne. Bîzans û Sasanî gelek caran hatine têkbirin, dor li Konstantînopolîsê hatiye girtin, bajarên Sasaniyan bi tevahî hatine girtin. Lê li sînorên Çînê (750) hatine rawestandin. Ji Hindistanê heta bi Nîvgirava Îberê û dewrûbera Efrîkayê bi cih bûne. Piştî ku ezbetên Tirkan misilman bûn li nîvê dinyayê yê Bakur, ji Ewrûpaya Navîn heta bi tevahiya Başûrê Sîbîrya û Asya Navîn belav bûye. Di qadên desthilatdarî-dewlet-şaristaniyê de gelekî berfireh bûye.
Di dema Xanedaniya Abbasî de (750-1250) gihiştine asta herî jor a hegemonyayê. Navê têgîna Împaratoriya Cîhanê gelekî tê hildan. Çanda Grek, Hind û heta ya Çînê bi lez tên tercumekirin û telîfkirin, bi vê dixwazin Îslamê di warê çandî de serdest bikin. Kapîtalîzma bazirganiyê xwe gîhandiye qonaxa herî pêşketî ya dîrokê. Ya rastî, bixwaze dikare Ewrûpaya ku wê paşê di warê hegemonîk de wê têk bibe, bixe bin destên xwe û heta hêza wê heye ku wê dagir bike. Ji ber ku kar têde nîne, qîma xwe bi fetheke bi sînor a Ewrûpayê tîne. Berevajî yeqînan dagirnekirina Ewrûpayê bi sedema berxwedana wê nîne, çawa ku di dagirkeriyên Romayê de hat dîtin, bi sedema bêbereketbûnê dagirkeriyên wan nîvco man. Dîsa dagirkeriyên Hûn û Cengiz Xan ji ber heman sedeman nîvco hatine hiştin. Şensê Ewrûpaya heta sedsala 15. ew e; hê nebûye qadeke bi bereket û bi kar ku hêzên mezin (yên bi koka xwe ji Rojhilata Navînî) dilê xwe bibijîninê. Wexta ku Ewrûpa hatiye wê astê jî ji sedsala 19. û pêve jêhatiye bi pêngaveke dijber hegemonya xwe pêk bîne û mayînde bike.
Dema weke şaristanî hilweşîna hegemonîk a Îslamê tê analîzkirin, ji derve êriş û dagirkeriyên Xanedaniya Cengiz Xan a Moxol û li hundir jî pevçûnên mezheban weke sersebeb têne nîşandan. Ev vegotin û ravekirineke kêm e. Çawa ku tê gotin, sedema bingehîn ew e ku nekarîbûye Ronesansa çandî pêk bîne. Haya rêveberiyên serdema Abasiyan ji vê rastiyê heye. Baş dizanin ku wê bi tenê bi peyama aştî û rizgariyê ya Îslamê û kêrhatina wê ya dînî nikaribin împaratoriyê li ser piyan bigirin. Bi rastî di dema 800-1200 de hewldanên nêzî Ronesansa Îslamî gelekî hatine nîşandan. Di zanist û felsefeyê de gavên ciddî hatine avêtin. Di warê bijîşkî, biyolojî, matematîk, fizîk, kîmya, dîrok û zanistên civakî de li pêşiya Ewrûpayê ne. Di warê felsefeyê yê zanîn, tesewif, mentiq, îlahiyat û edaletê de gavên gelekî ciddî têne avêtin. Lê di encamê de bi giraniya dogmatîzma dînî re ev xebat korkirine û heta lanet li wan anîne û bêkêr kirine.
Ewrûpa jî berevajî li aliyekî hewl dide yekser xwe bigihîne çavkaniyên Greko-Romen, li aliyê din jê hatiye ku tevahiya çavkaniyên li welatên Îslamê bigewdebûne û dikare sûdê ji wan bigire, di vê demê de veguhezîne. Ronesansa li Rojhilata Navîn înqîta bûye (qut bûye) li Ewrûpayê gav diavêje. Sedsalên 14. û 15. li Ewrûpayê sedsalên Ronesansê ne. Şensê Ewrûpayê ew e ku tevî dogmatîzma Xirîstiyaniyê, karîbûye Ronesansa xwe dewam bike û li tevahiya Ewrûpayê belav bike. Di sedsala 16., 17. û 18. de bi şoreşên Reformasyon (di dîn de reformên bi kok), felsefî û zanistî pêvajo rohnî kiriye û jê hat bi awayekî serketî pêşde bibe. Di encamê de wexta em tên serê sedsala 19. serketina şoreşa çandî (zêhnî) ji sedî sed e. Di warê destguhertina hegemonyayê de serketina şoreşa çandî bi roleke diyarker rabûye. Ango ji ber vê yekê şaristaniya Îslamî hegemonya xwe ji dest dide û hegemonya dikeve destê Ewrûpayê.
Di mijara destguhertina hegemonyayê de sedemeke din a divê di rêza duyemîn de bê qebûlkirin ew e ku kapîtalîzma bazirgan bi şêweyekî bi heman rengî serketî veguhestin Ewrûpayê.
Di serî de Venedîk, Cenova û Floransa bajarên Îtalyayê ji sedsala 11. û pêve bi Seferên Xaçperestan pêngava mezin a bazirganiyê ya ketin navê, bi tenê bi armanca kar û qezencê nebû. Herweha karîbûn, bi tevahî pêşketinên kapîtalîst (cotkarî, pere, bazirganî, îndustrî) yên bi hezarên salan li cîhana Rojhilata Navîn çêbûbûn, tevî karê weke çandekê veguhêzin. Tevî mal tevahiya teknîk û usûlên vî malî hildiberînin jî vediguhêzin. Divê mirov teknîkên weke kaxiz, barûd, çapxane, top û hwd. yên ji şaristaniya Çînê hatine girtin jî li ser veguhestinan bihesibîne. Nexasim di rêza sêyemîn de mirov veguhestinên teknîka eskerî û fikra siyasî ‘Bi Rêya Moxol’ dikare bibîne. Ewrûpayê xweber teknîkên dewlet û desthilatdariyê û fikra li pişt wan ava nekiriye; para bêhtir jê re mîras maye. Lê ji sedsala 16. ve karîbûye alîkarî û kêrhatina xwe li vê çandê zêde bike. Divê mirov di rêza çaremîn de veguhestinên huner û wêjeyê bi cih bike.
Di van veguhestinan de dewletên bajêr ên Îtalyayê û Dewleta Îslamê ya Endulusê bi rola sereke rabûne.
Di dawiyê de mirov dikare Xirîstiyantiyê jî weke amûrekî veguhestina moral û manewiyatên bingehîn binirxîne. Piştî hilweşîna Romayê, Xirîstiyantiyê Ewrûpa ji aliyê moralê ve rakir ser piyan. Ji vê jî girîngtir, pêngava nû ya bajarvaniyê pirranî li dora perestgehên Xirîstiyantiyê bi pêş ket. Tevgerên nû yên bajarbûnê yên ji sedsala 11. ve li peravên Îtalya û Ewrûpaya Rojava bi lez bûn, ji aliyê gerdûnî ve piştî pêngava Sumer û Îonê pêngava sêyemîn a sereke ye. Ev pêngavên dîrokî yên hem çanda li pişt wan û hem jî şêweyê avabûna wan cihê, aliyê wan ên wekhev jî gelek in, bêguman gelek komên wan ên jêr jî hene.
Çîroka şaristaniya pênc hezar salî di heman demê de çîroka pêşketina varyasyonên bajêr e. Bajar weke qayişên hem maddî û hem manewî yên çandê di dîrokê de bi roleke domdar û mayînde rabûne. Qonaxa bajarbûnê ya Ewrûpayê hê jî dewam dike û nayê zanîn ku wê çawa bi encam bibe, ji ber ku pêxîrtengiyên dijwar û bi awayekî kansêrwarî mezinbûna bajêran dibe mijara guftûgoyên mezin û lêgerînên nû yên çareseriyê. Xirîstiyantî bi van aliyên xwe di warê veguhestina hêmanên çanda maddî û manewî de bi rola pêşengtiyê ya stratejîk û taktîk rabûye. Wexta mirov kokên Xirîstiyantiyê yên ji Rojhilata Navîn li ber çavan bigire, mirov ê baştir fêhm bike ku Ewrûpaya ji sedsala 16. ve derbasî şaristaniyeke nû bûye, çawa derketiye holê. Şaristaniya Ewrûpayê ya mîrateya şaristaniya Greko-Romen wergirtî, bi van veguhestinên nû xwe nû kiriye, xwe gihandiye sentezeke çandî ya bi hêz û bi veguherînên radîkal ên di şêwazê hilberîn-danehevê de karîbû bi awayekî serketî hegemonya xwe ava bike.
Di avakirina hegemonyayê de dewletên bajêr ên Îtalyayê, tevgerên jinûvefetihkirinê yên Qraliyetên Spanyayê û ceribandinên Împaratoriyê, bilindbûna Ingilîstan û Hollandayê, hevrikiya Franse û Elmanyayê bi vê re talî dimînin. Divê mirov bi girîngî destnîşan bike ku di vê bilindbûna hegemonîk de hêmanên maddî û manewî yên çanda Cihûtiyê di warê rolgirtina stratejîk de herî kêm bi qasî Xirîstiyantiyê bi tesîr bûne. Ji cîhana Îslamê di veguhestina tevahiya hêmanên çandî de rola pêşengiyê ya Cihûyan, ji sedî sed e. Di hînkirina Ewrûpayê ya pere û bazirganiyê de ew timî bi rola sereke rabûne. Di her tevgera fikir, zanist û felsefeyê de Cihûyan şopên mayînde hiştine. Di pêşengiya taktîk û teorîk a hemû şoreşan de misêwa hebûna xwe dane hiskirin. Di şaristaniya nû de bi rola xwîn û mejî rabûne, nayê înkarkirin ku herî kêm di pêşketina vê şaristaniyê de xwediyê pareke sereke ne.
Weke encam mirov dikare bibêje; dîroka gerdûnî ya Hegel bi dewleta bajêr da destpêkirin û xwest bi dewleta netewe ya Napolyon bi dawî bike, gelekî eşkere ye ku hîç wekî ew vedibêje nîne. Felsefeya lîberal a bi Hegel re di nava dijberiyê de jî bi jihevketina Yekîtiya Sovyetê re kehaneteke bi heman rengî ya ‘dawiya dîrokê’ kiribû. Li vir ‘dawî’ heye; lê ev, dawiya dîroka gerdûnî nîne, dawiya dîroka şaristaniya navendî, desthilatdarî û şêwegirtinên dewletên wê ne. Dewleta netewe heta bi çaviya herî mahrem a civakê ve çizirî ye, di heman demê de bi vî awayî pirsgirêkbûyîna desthilatdarî û dewletê bi dawî kiriye. Ango heke felsefeya Hegel bi vî awayî li ser piyên wê bê danîn (ne ku weke Marks kirî) hingî mirov wê karibe zêdetir jê hîn bibe û ew ê kêrhatî be. DYE’yê di dawiya salên 2000’î de wexta ku di pêngava li Rojhilata Navîn de serê Saddam Husên birrî, min timî ji xwe pirsî gelo haya wê jê heye ku bi vî awayî dawîanîna li dewleta netewe îlan dike. Bersiv ewçend girîng nîne, rastî bi xwe girîng e. Min şibandineke wisa jî kiribû: Ji bo avakirina dewleta netewe di Şoreşa Franseyê de serjêkirina Louîsê 16. çiqasî girîng be, serjêkirina Saddam jî herî kêm di dawîanîna li dewleta netewe ya Rojhilata Navîn de ewçend girîng e. Yên dizanin hûrûkûr û rast li dîroka gerdûnî binêrin, ji niha ve dikarin gelek îşaretên dawîlêhatinê bibînin ku xelekên dewletên netewe yên ji Afganistanê dest pê dikin û heta bi Fasê dirêj dibin, çawa diqurifin û dişkên.
Lê belê bi dawîbûna fenomenên şarisanî-dewlet-desthilatdarî yên bi şêwazê Hegel, dawîlêhatina dîroka gerdûnî nîne, maneya wê ji paradîgmayeke din destpêkirineke nû ye. Dîroka civakî ya li herî binî ya dîroka gerdûnî ye, lê timî mîna damara sereke misêwa hildiavêje, piştî navberên dirêj ji nû ve serê xwe derdixe rûyê erdê û xwe amade dike ku bi rola xwe ya dîrokî rabe. Di tezên şaristaniya demokratîk de li ser avakirina dewletan û hilweşandina wan zêde îdea peyda nabin. Şaristaniya demokratîk bi şaristaniya dewletdar û hiyararşîk re timî hewl dide xetên taktîk û stratejîk ên di navbera xwe de zelal bike. Ev herdu şaristanî di dîroka gerdûnî de her hebûn, niha jî hene. Wezîfeya me jî ew e; em şaristaniya xwe ya demokratîk, tevahiya bernameyên siyasî û îdeolojîk, amûr û prensîpên taktîk û stratejîk pêşde bibin, belê ne weke ku K. Marks Hegelparêziya Çepgir kir, em ê bi tevahî felsefeya wî rexne bikin jê bibihurin û em ê felsefeya şaristaniya xwe ya demokratîk pêk bînin.