A- LI ROJHILATA NAVÎN RAST PÊNASEKIRINA JIYANÊ:
Wezîfeya bingehîn a zanista civakî rast pênasekirina jiyanê ye. Ji rahibên Sumer û Misriyan heta bi zanyarên civaknas ên pozîtîvîst ên îddîa dikin ku bi karê zanistê radibin, tevî ku maneya jiyana civakî pênase nekirine, li şûna vê wezîfeya herî bingehîn, îfadeyên mîtolojîk ên berevajî û mirovan korfêhmî dikin pêşdebirin. Ma ne jiyan heta di çarçoveya civakî de neyê pênasekirin, mirov nikare behsa zanista civakî bike. Tiştekî neyê pênasekirin zanista wî jî nabe ku were pêşdebirin. Bêguman ev rewş jî di sîstemên şaristaniyan de bi avakirina çeloxwarî ya heqîqetê re têkildar e. Di sîstemên şaristaniyan de ji kêliyên destpêkê heta roja me ya îro, heqîqeta jiyana civakî nehatiye eşkerekirin û tevî vê yekê bi kategoriyên mîtolojî, dînî, felsefî û zanistî bi zêdeyî hatiye çeloxwarîkirin û bi şêweyên çewt hatiye avakirin û vegotina wê hatiye amadekirin. Herweha, ev vegotin bi huneran hatine cîlakirin. Çanda maddî ya şaristaniyê bi çanda wê ya manewî re dixin nava têkiliyeke diyalektîkî, bi vegotina dîrokê ya tê zanîn an jî ji bo zanîna wê destûr tê dayîn, di çarçoveya xwestek, bawerî û berjewendiyên xwedayên bi maske û bê maske de, şêwazekî jiyanê bi evdan dan qebûlkirin. Herçiqasî ev şêwazê avakirina jiyana hegamonîk û awayê fêrkirina wê li nerazîbûn û berxwedanên bê hed û hesab ên zanyarî, tevger û koman, rast hatibe jî dîsa karîbûye hebûna xwe dewam bike.
Min hewl da di beşên cûrbicûr ê parêznameya xwe de, nexasim jî di beşên bi azadiyê re têkildar de bi giştî jiyan, bi taybetî jî jiyana civakî ya mirov, pênase bikim. Li bin rohniya vê bibîrxistinê, li gorî min careke din hewce bû ku der barê jiyanê de pênaseyeke xas bikim. Nemaze li Rojhilata Navîn qirkirin, tevkujî û reşkujiyên rojane bi serê jiyanê de tên, min neçar dikin ku ez der barê jiyanê de pênaseyeke asta wê pêşketî û hê bi kûrahî were fêhmkirin, bikim.
Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê ew e, kiriye ku hema mirov nikaribe pênaseya jiyanê bike. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî pênase bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqasî bersiva van pirsan were dayîn, ewqasî wê baş were fêhmkirin ka çima zanyarên civakî bersivê nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çi ye û têkiliya wê bi civakê re çawa ye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jê re mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe jî bi awayekî herî rezîl û herî hov heye.
a- Jiyan:
Belkî jî mirov nikare jiyanê pênase bike; ya rastî mirov bi awayekî îzafî dikare his bike, hinekî fêhm bike. Eger pêşketina beridînê rast be jî şîroveya beridînê ya Darwînîst ji diyarkirina ravekirina heqîqetê ya pêşketina cureyan û jiyanê dûr e. Sê mîlyar sal berê li nava okyanûsê ji şaneyeke hê nebûye zindî heta mirovê roja me ya îro, jiyana insên bi awayekî zincîrwarî were şopandin jî pirr kêm dikare di manedana jiyanê de bi kêr bê. Zanist niha di pêkhatina jêr perçikên atomê de li sirrên jiyanê digere. Wer xuya ye ku bi vê rêbazê ravekirineke bi sînor a jiyanê wê bê kirin û jê wêdetir neçe. Ji sedî sed têkiliya jiyanê bi van vegotinan re heye. Lê ev, pirsgirêkê tam çareser nakin. Mirov jiyanê bi mirinê re bide berhevdu jî ji bo maneya wê têrê nake. Ango mirov bibêje “Jiyan beriya mirinê ye” ev jî nabe şêwazekî tatmînkar ê ravekirinê. Ya ji vê rasttir ew e, jiyan bi tenê bi mirinê mumkîn dibe. Ez dizanim jiyaneke bêmirin, wê nebe. Lê em ji zanîna maneya mirinê jî gelekî dûr in. Mirin jî herî kêm bi qasî jiyanê nayê pênasekirin. Belkî jî ev encameke îzafî ya jiyana me ye; belkî jî îmkaneke jiyanê, şêwazekî pêk hatinê ye. Tirsa ji mirinê, weke ez ê piştre bi berfirehî pênase bikim, têkiliyeke civakî ye. Mirin belkî jî mîna tiştekî ye ku bi tevahî ji vê tirsê pêk tê.
Ez dualîteya îdealîzm-materyalîzmê hevgirtî û raveker nabînim. Ev dualîteya xwedî karektera şaristanî, di warê ravekirina jiyanê de ti qîmeta xwe nîne. Ji bo şîroveya ez dixwazim pêş bixim, dibêjim, têkiliya vê dualîteyê bi heqîqetê re bi sînor e. Bi heman awayî têgînên bi can û bê can jî di warê jiyanê de ji ravekirinê dûr in.
Heqîqet 1: Ji bilî mirovê hewl dide li xwe serwext bibe, her bi can û bêcan bi tenê dikarin kêliyên xwe bijîn. Berxika gurr pê girtiye û galaksiya kuna reş ew daqurtandiye belkî jî heman çarenûsa gerdûnî parve dikin. Ev bi xwe jî ji bo serwextbûna li jiyanê bi tenê di buhaya sirrekê de ye.
Heqîqet 2: Ruhberê xwe ji bo çêlika xwe parçe dike û perçikên jêr atoman ên bi lezeke dûrî aqilan pêkhatinên diyalektîkî bi cih tînin, bi heman pêdiviya rêzika gerdûnî dimeşin.
Heqîqet 3: Di civaka mirovî de ev rêzika gerdûnî gihiştiye wê rewşê, dikare xwe bixe ber lêpirsînê: Ez kî me? Bi vê pirsê rêzika gerdûnî cara pêşî hewl dide xwe bîne ziman.
Heqîqet 4: Bersiva pirsa “Ez kî me?” dibe ku armanca dawî ya gerdûnê be.
Heqîqet 5: Tevahiya jiyana gerdûnî ya bi can-bêcan belkî jî ji bo xwe gihandina pirsa “Ez kî me?” ye.
Heqîqet 6: Dibe ku armanca dawî ev bersiv be “Ez ez im, ez gerdûn im, ez zeman û mekan im ku pêşî û paşiya wî, nêz û dûrê wî nîne.”
Heqîqet 7: Fenafîllah, Nîrwana, Enel-Heq zanyariyên wan ên mutleq dibe ku armanca bingehîn a jiyana civakî ya mirovî rave kiribin an jî dikarin eleqeya wî bi jiyana civakî re deynin holê.Destnîşankirina van heft heqîqetan, nayê wê maneyê ku min jiyan pênase kir. Qada wê ya pêwendîdar lêdikolim, dixwazim lêbikolim. Jiyan dema mirov dijî nayê fêhmkirin. Ji vî alî ve di navbera mane û jiyanê de nakokiyek heye. Wexta aşiqek bi maşûqê re ye, ev di heman demê de ew nuqte ye ku mane lê qediyaye. Mutleq fêhmkirin bi tenêbûneke mutleq ango bi bêmaşûqî mumkîn dibe. Gotina dibêje; yan ji yarê yan ji serî, ne di maneyeke fizîkî de, lê di maneya metafizîk de dixwaze vê rastiyê îfade bike. Ji bo mirov karibe xwe li tenêtiya mutleq ragire, divê mirov ji bo fêhmkirina wê mahir be, naxwe nabe. Tenêtiya mutleq tenê û bi tenê wexta gihişt hêza maneyê ango wexta ji têkiliya hêza maddî derket, dikare pêk bê. Dualîteya hebûn-tinebûnê dişibe dualîteya mane-maddeyê. Herdu dualîte jî muceredkirî ne, û di rastiyê de naqewimin. Jiyan bi îhtîmaleke mezin qabîliyeta bê dawî ya tertîpkirinê ya van dualîteyan e. Navberên tertîpkirinê weke kêliyên kaosê mîna mirinê xuya bikin jî ji bo pêkhatina jiyanê, weke mecbûrî xuya dikin.
Bi vê analîza kurt, min hewl da bi sînor be jî bînim ziman ka çima jiyan tam nabe were pênasekirin: pênaseya mutleq a jiyanê tenêtiya mutleq, hîçtiyê, bêmaddetiyê hewce dike ku ev jî bi tenê di asteke muceredkirî de dimîne, ji lewra çi jiyan û çi jî xwe gihandina maneya wê bi tenê bi dualîte û îzafî pêk tê.
b- Jiyana Civakî:
Jiyana civakî tevî ku têgîneke gelekî besît e, weke têgîna bingehîn a tevahiya zanistan têgînek e ku divê were diyarkirin. Tevî ku gelekî tê bikaranîn, berevajî yeqînan, têgînek e ku mirov hê negihiştiye maneya wê. Em nizanin jiyana civakî çi ye. Eger me zanîbûya, em ê bibûna parêzvanên jiyana xwe ya civakî ya di bin sîstemên hegemonîk de hatiye parçeparçekirin. Di jiyana civakî de ne zanyarî, cehalet serwer e. Jixwe di qutbê dijber ê jiyana hegemonîk de jiyaneke cahilane heye. Eger perdeyên cehaletê bi ser jiyanên civakî de nekin, sîstemên hegemonîk nikarin dewam bikin.
Ez ê karektera îzafî ya jiyanê li ber çavan bigirim û hewl bidim jiyana civakî pênase bikim. Berê pêşî divê ez bibêjim, jiyanên li her deverê wekhev, bê sînor, monoton û yeknesak nînin. Wexta jiyana îzafî tê gotin, jiyaneke bi tenê û tek tê îfadekirin. Tekîtî weke tê zanîn û weke divê bê zanîn, gerdûnîtiyê red nake. Ne bi tenê tekîtî, ne jî bi tenê gerdûnîtî heye. Tekîtî-gerdûnîtî dualîteyek e ku bi qasî mane-maddeyê têne qebûlkirin. Tekîtî nebe gerdûnîtî pêk nayê. Her tek bêyî gerdûnî nikare bijî. Ji bo baştir were fêhmkirin, dikarim mînakekê bidim: bi sedan gulên cuda yek bi yek, tek in. Lê belê ji bo ev tevahiya cureyên gulan weke gul bêne binavkirin, aliyekî wan ê hevpar heye. Ev aliyê wan ê hevpar gerdûnîtiya wan îfade dike. Di tevahiya cûrbicûrkirina gerdûnê de ev rêzik li ser kar e.
Min di beşên pêwendîdar ê parêznameya xwe de hewl dabû jiyana civakî di nava dîrok û cûrbicûriya wê de pêşkêş bikim, lewma ez ê dubare nekim, bi tenê bi bîr dixim. Bi awayekî çîrokwarî di vegotina serhatiya mirovê difikire ango Homo Sapiens de para rastiyê gelek heye û bi giştî ev vegotina tê qebûlkirin bi kurtî weha ye; tê texmînkirin ku beriya dused hezar salan li rojhilatê Efrîkayê jiyaye, piştre ji dayikekê bûye û tê texmînkirin ku beriya pêncî hezar salî jî gihiştiye zimanê sembolan, bi xelasbûna dema dawî ya qeşayî re ango beriya bîst hezar salan li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê ji civaka berî cotkariyê derdikeve û texmînî ji beriya panzdeh hezar salî û pêve nîzamekî jiyana civakî yê cotkariya qebîleyî û nêçîrvan-berhevkirina nebat-gîhayan di zikhev de pêkaniye. Li vî şêwazê jiyanê yê weke civaka gund-cotkariyê pêş ket, dema pênc hezar salî ya şaristaniya navendî jî zêde bû. Civaka gund-cotkariyê û civaka bajar-bazirgan-zenaet û pîşesaziyê weke dualîteyekê heta roja me ya îro min behsa wê kiribû û min hewl dabû bi xetên stûr an jî weke dem-dewranan pêşketina jiyaneke hegemonîk a bi bandor, vebêjim. Min di beşa berî vê de behsa qonaxa Ewrûpa ya pêncsed salên dawî ya vê çanda hegemonîk kiribû. Eşkere ye ku ji aliyê pêkhatin û gihiştina wê, heta ji aliyê pêxîrtengiyên wê yên avabûnê, weke bingeh li ser vê çandê mohra civaka Rojhilata Navîn heye. Civak û çanda min hewl da maneya wê rave bikim, ev e. Tekîtiyên wê gelek bin û yek ji tekîtiyên wê yên girîng modernîteya Ewrûpayê pêk bîne jî ji aliyê dem û mekan ve kategorîkirin û bi muceredkirineke teka tekîtiyan her tim mumkîn e.
Rewşa civakê weke tekîtiyekê jiyana cinsê mirov diyar dike.
Tekîtî û cudahiya di navbera jiyana mirovê li Rojhilata Navîn û jiyana mirovê li Efrîkayê de, ev rewşa civakê diyar dike. Nijad an jî xisletên din ên fizîkî diyarker nînin. Eger ferdê mirov ê bêcivak zû nemire, wê nebe mirovê zane yê bi tenê, wê bibe cureyekî bi zimanê îşaretan dipeyive yê nêzî heywanan. Mirovê bêcivak antî-mirov e. Avêtina mirovekî derveyî civakê, mirov bêcivak were hiştin ji bo mirovekî cezayê herî mezin e. Mirov tevahiya hêza xwe ji civakê digire. Asta herî pêşketî ya zanistan û zanyaran bi asta civakê ve girêdayî ye. Mirov jiyana civakî weke fenomen û çendayetiyên besît ên fizîkî bihesibîne, ev xiyaneta herî mezin e ku pozîtîvîzmê bi mirov re kiriye. Gihiştina asta civaka mirov bi tenê weke pêngaveke gerdûnî dikare manedar bibe.
Em xisletên karekterîstîk ên bingehîn ên jiyana civakî weke pêngava gerdûnî rêz bikin.
1- Beriya her tiştî divê em weke dîrok li ser civakê rawestin. Komên mirovan bi mîlyonan salan, li mekanên zor û zehmet di encama hewldan-têkoşînên mezin, bi êş û elem de komên tek ên pêşketî pêk anîne. Hin mekan û dem ji bo civakê ji qonaxekê çipî qonaxeke din bikin, bi roleke diyarker rabûne.
2- Civak weke dîrok, jê re asteke mejî ya pêşketî divê. Asta mejiyê cinsê mirov civakbûna wî diyar kiriye. Civakbûnê jî ev asta mejî di rewşa zêhniyetê de neçarî xebitandin û pêşketinê kiriye. Xwezaya civakî avahiyeke nerm a asta zêhniyeta wê pêşketî, pêşkêş dike.
3- Ziman ne bi tenê amûrê zêhniyeta civakî ye, di heman demê de hêmanekî avakirinê ye jî. Ziman yek ji xisletên bingehîn e ku pê civak heye. Weke amûrê mejiyê kolektîf, nermbûna xwezaya civakî pirr bi lez pêşde dibe.
4- Şoreşa cotkariyê di çanda maddî û manewî ya civakê de şoreşa herî bi kok a dîrokê ye. Civaka mirov weke bingeh li dora cotkariyê şikil girtiye. Mirov li civakeke bêcotkarî nikare bifikire. Cotkarî ne bi tenê pirsgirêka debarê çareser dike; di serî de mejî, ziman, şênî, rêveberî, bergirî, parastin, cihwarbûn, dîn, teknîk, lixwekirin û avahiya etnîk, di amûrên çandî ên bingehîn ên maddî û manewî de rê li ber veguherîn û pêşketinên bi kok vedike.
5- Ji ber ku jin di domdarkirina civakî de xwediyê hewldana zêde ye, li gorî mêr di civakbûnê de bi rola sereke radibe. Anîn, mezinkirin û parastina zarokan dihêle ku civakbûn li ser rêya dayiktiyê pêş bikeve. Civak bi giranî nasnameya jin-dayikê hildigire. Di bingehê ziman û dîn de hebûna hêmanên mêtiyê, vê rastiyê piştrast dike. Di civaka gund-cotkariyê de deng û nasnameya jinê hêza xwe diparêze û dewam dike.
6- Xwezaya civakî bi xwe exlaqî û polîtîk e. Exlaq nîzama rêzikên civakê, polîtîka jî rêveberiya wê diyar dike. Exlaq nîzam û mayîndebûna civakê, polîtîka jî pêşketina wê ya afirîner pêk tîne. Mirov nikare li civakeke bêexlaq û bêpolîtîka bifikire. Dejenerebûna civakê di asta exlaqî û polîtîk de bi pêşketina her cure koletî û newekheviyê re di zikhev de pêk tê.
(SIBE DEWAM DIKE)