Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ciwanên Êzîdî yên li Şengalê tirnoveyeke voleybolê dest pêkit.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Êzidî yên Şengalê di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleya ‘SERÎ HILDE’de turnuveyek a voleybolê destpê kir. Ciwanan diyar kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a turnuveya ‘Serî Hilde’ de ewê çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan berdewam bikin.
Di derbarê mijarê de endamê saziya ciwanan ê Şengalê Berces Celal diyarkir ku ewê hemû çalakiyên xwe ji bo rizgariya Rêberê Ocalan bikin û çi bibe bila bibe ewê hertimî bi Rêbertiya xwe re bin.
Celal destnîşan kir ku heya Rêberê Ocalan azad nebe ew jî ne azadin û ewê di vê çarçoveyê de çalakiyên xwe berdewam bikin.
Herî dawî Celal got; “Emê Rêberê xwe azad bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn.”
Turnuveya voleybolê di 13’ê Tîrmeha îsal de li navenda bajarê Şengal, li taxa şehîdan destpê kiriye û wê heya 20’ê Tîrmehê berdewa bike.