c- Hiyerarşiya Civakî û Dewlet:
Otorîteya civakî ya bi awayekî organîk li dora jinê pêk hatî bi rêûresma civaka nêçîrvan bi zordarî û hîleyan bi hêz bûye û kengî ji aliyê mêr ve hatiye bidestxistin vê yekê nîzama bingehê hiyerarşiyê pêk aniye. Nîzama hiyerarşîk zordarî û hîleyê bi xwe re tîne nava jiyana civakî. Weke bingeh nûnerê hîlekariyê rahib, yê zordariyê esker û pîremêrê xwedî tecrubeya civakî hiyerarşiyê temsîl dikin. Bi jin-dayikê re dema têkoşîna civakî ya herî mezin dest pê dike. Di dema proto-şaristaniyê de otorîte bi giranî dikeve destê hiyerarşiya mêr. Dewlet bi sazîbûna hiyerarşiyê di nava rêveberiya civaka bajêr de dest pê dike. Di civakê de bi pêşketina beşên hiyerarşîk û dewletdar re nîzama exlaqî û polîtîk jî xira dibe. Bûyerên dijberê civakê bi lez dibin. Em dikarin van bûyeran welê rêz bikin:
1- Civaka Bajêr: Civaka bajar bi civaka cotkar re li ser bingehê bazirganî û zenaetkariyê kar û xebatê dabeş dike, di encama vê de rê li ber pêşketineke têkel a civakî vedibe, bi vî awayî beşê hiyerarşîk û dewletdar li jor xwe bi sazî dikin û bûyerên antî-civakî bi bajar re bi lez dibin. Di bingehê pirsgirêk û nakokiyên civakî de ev antî-civakbûn heye.
2- Civaka Bi Çîn: Kengî hiyerarşî û dewlet sazîbûna wan zêde û belav dibe, ev yek rê li ber dubeşbûna civakê vedike. Karekterê çînîbûnê hêmanekî biyanîkirinê yê xwezaya civakî ye. Li dijî civakê di her astê de êrişên îdeolojîk û rêxistinî bi tevger dike û pêşde dibe. Hiyerarşî û dewlet li şûna civaka xwezayî civaka çînî ya lihevçêkirî ya derew û zordariya wê pêşdebirî, bi cih dikin. Di rêûresma mîtolojîk, dînî, felsefî û zanistî de li dijî civaka exlaqî û polîtîk vegotinên berevajîker û reşker pêşxistin.
3- Civaka Mêtinkar: Saziya hiyerarşî û dewletê weke bingeh li ser nirxên danehevî yên civakan ava dibe. Pêdiviya bi rêveberiyê hinekî tê hiskirin, bi pêdiviya bergirî û parastinê re dike yek û di berdêla vê de desteserkirina nirxên civakî ya her diçe zêde bêdad dibe, pêk tîne. Di vê de hem amûrên zorê û hem jî yên îdeolojîk bi hev re li ser kar in. Civakên mêtinkar li gorî şêwe û qadên mêtingehan weke bazirganî, sinaî û fînansî dabeş dibin.
4- Civaka Şerker: Ji wan şêweyan re tê gotin li şûna razîkirinê, bi darê zorê nirxê civakî desteser dikin. Şer di jiyana civakî de şêweyê herî hov û dijwar ê xerîbketinê ye; xwezaya civakî bi xedarî birîndar û seqet dike. Di vê rewşê de refleksên bergirî û parastinê yên civakan bi pêş dikevin û li dijî şerê xerîbxistinê dibe şêweyê şerê xweparastinê yê bergiriyê li hebûna civakî dike.
d- Nasnameya Civakî:
Tekîtiyên civakî xwedî terkîbeke dewlemend in. Tekîtî di nava xwe de gelek kategoriyên tek ê tekîtiyan pêk tînin. Hewldana ji bo mirov civakan weke tek nasnameyekê bibîne, çavkaniya xwe nîzamên hiyerarşîk û dewletdar in. Têgihiştina nasnameya hişk a sergirtî ji aliyê van nîzaman ve tê ferzkirin. Dewleta netewe şêweyê herî pêşketî yê van nîzaman e. Nasname formên civakî ne. Li xisletên pêşketina civakê rast tên. Bi nasnameyên din re li sentezbûnê vekirî ne. Civaka bênasname nabe. Nasname jî herî kêm bi qasî exlaq û polîtîkayê sedema hebûnê ye.
Em nasnameyên civakî yên herî sereke ku xwedî gelek qadan in, dikarin weha rêz bikin:
1- Nasnameyên Qebîle û Eşîran: Şêweyê pêşî yê pêşketina civakan nasnameya qebîleyê ye. Zor û zehmet e ku mirov ji klanan re bibêje nasname ye. Ji ber ku klan hê li destpêka cudabûnê ye. Lê mirov dikare klanê weke şaneya dayik a tevahiya proto-nasname, pêşnasname û mîna malbata wê bibîne. Eşîr weke qebîle û yekîtiya qebîleyan nasnameyên herî têkûz ên jiyana civakî ne. Tevî hêzên dijberê civakê, qebîle û eşîrên qelsbûyî, bivênevê wê bi awayekî weke civaka sivîl a serdema xwe pêk bên. Ji ber ku civak çawa bê klan û malbat nikarin bibin, bê qebîle û eşîr jî nabin.
2- Nasnameyên Qewmî: Di tevahiya dîrokê de weke şêweyekî asta jor ê pêşketî yê eşîrên xwe spartine zimanekî hevpar û kokeke çandî, pêş ketine. Bi giranî mekanekî hevpar ji xwe re weke war û welat pêk anîne. Têgînên war û welat herî rast divê weke çandê bi mane bibin. Her civak lazim nîne bi qewm be. Di nava qewman de gelek klan, qebîle û eşîrên din û heta qewmên din dikarin bijîn. Faşîzma dewleta netewe têgihiştina nasnameya homojen ferz kiriye.
3- Nasnameya Neteweyî: Eger nasnameya qewm bi şêweyekî bi îstîqrar û rêveberiyeke dewamî bijî û di encamê de nasnameya çêbibe mirov dikare jê re bibêje nasnameya netewe yan jî nasnameya neteweyî. Aliyê netewe yê zêde derdikeve pêş ew e, bi îradeya xwe dikare xwe bi rê ve bibe. Dibe ku şêweyên rêveberiyê demokratîk an jî dewletdar bin. Ji tevahiya qebîle û gelên di bin rêveberiya neteweyên din de ya rastî di bin rêveberiya netewetiyên xwedî rêveberiya dewletdar de, ne netewe, belê kole tê gotin. Di civakên mêtinkar de li ser navê neteweyekî bi tenê homojenî tê pêkanîn, şens nayê dayîn ku neteweyên din û heta komên jêr wekhev û azad bijîn. Sîstemên demokratîk ji pirrnasnameyan re derfet û îmkan nas dikin û bi vê xisleta xwe ji sîstemên antî-civakî vediqetin, cihê dibin.
e- Pîroziyên Civakî:
Civak ya ku awarte, mûcîzewî û bi heybet e, bi têgîna pîroztiyê pênase dike. Ya pîroz civak bi xwe ye. Lê civak vê ne bi serwextbûneke zanistî, bi şêweyên serwextbûnê yên em ji wan re dînî û mîtolojîk dibêjin, qebûl dike. Ya rastî civak xwe pênase dike. Mirov eger pênaseya serwextbûna bi mîtolojîk û dînî û pênaseya serwextbûna bi zanistê bide berhev û qiyas bike, dikare baş jê hîn bibe. Divê mirov ji bîr neke ku di koka zanistê de mîtolojî, dîn û felsefe hene. Xebata zêhnî ya civakê çi pîroz çi jî pozîtîv be, her hewl dide xwe pênase bike. Hin ji pîroztiyên girîng ev in:
1- Xwedatî: Li cem hersê dînên mezin jî di îdealîzma objektîv de ya berdêla gerdûnîbûnê ye. Li cem Hegel jî ruh (Geist) e. Li cem K. Marks kominîzm, li cem milletperestan jî dewleta netewe ye.
Di zanista civakî de maneya xwedayetiyê bi nasnameya civakî ve têkildar e. Dikare di asta herî jor de bibe têgîna berdêla muceredkirina civakê. Mezinahiya Ellah li derveyî civakê ti maneya xwe nîne. Ellah bi tenê dikare bi civakê hebe. Civak çi wî weke gerdûnê qebûl dike, çi wî weke baweriyekê di hundirê xwe de xwedî dike, ti cudahiya xwe nîne. Di felsefeyê de temsîla vê yekê îdealîzma objektîv û sûbjektîv e. Di zanistê de jî bi tenê weke obje û sûbje dimîne. Bi vê rêbazê, mirov weke temsîlî dikare her tiştî weke obje û maneyê jî weke Xweda (Ellah) bibîne. Eger em bi zimanê zanistê îfade bikin, asta manedanê ya mirov li gorî asta manedana civakbûna wî ye. Hêza manedanê ya mirov bi pêşketina civakîbûna wî re diyar dibe. Manedariya ferd a ji civakê qut a ku lîberalîzma kapîtalîzmê wê ferz dike, bi temamî dereweke mîtolojîk e. Ferdê ji civakê qut, belkî karibe bi tenê bi qasî endamekî keriyê qirdik û meymûnan di warê zêhniyet û manedanê de pêş bikeve.
2- Pêxembertî: Duyemîn xeleka pîroztiyên civakî ye. Hewl tê dayîn bi sifetên weke kesê ji xeybê peyaman tîne û qasidê xwedê, wî pênase bikin. Bi çîna jor a rahiban re heman kategoriyê parve dike. Di felsefeyê de berdêla wê fîlozoftî, di zanistê de jî berdêla wê akademîsyen e. Rewşenbîrên di asta jor de heman kategoriyê parve dikin. Xisleta hevpar a hemûyan ew e, xwedî statuyeke welê ne, di asta herî jor de manedariya civakî eşkere û diyar dikin.
Civak di asta herî jor de vê statuya wan a manedanê dinirxîne, ji ber ku ew hebûna civakê tînin ziman. Ew neynika civakê ne, di pozîsyona wijdanê wê de ne. Di şexsê wan de civak xwe teqdîs û pîroz dike. Mirov dikare pîrozkirinê weke xwe binirxkirin, mezinkirin, manedarkirin û delalkirinê jî pênase bike.
3- Zanyartî, Hozantî: Di rêza sêyemîn de xelekeke pîrozbûnê ye. Bi heman kêrhatîbûn û fonksiyonê radibe. Barhilgirên gotin, mane û nirxên civakê ne. Helwesta helbestwarî û exlaqî îfade dikin. Nûnerên nirxdarên civakî yên gotin û hunerê ne. Herî zêde ew manedariya civakî dijîn û îfade dikin.
4- Alavên Pîroz, Fetîş: Obje û tiştên herî zêde di parastin, li ser piyanmayîn û gavavêtina civakê de kêrhatî bin, ew têne pîrozkirin. Pîroztî derbasî obje û alavan dibe, ji ber ku ji bo civakê pêdiviyeke gelekî heyatî tedarik dikin. Alavek çiqasî bi nirx be, çiqasî hatibe fetîşkirin, ewçend jî para xwe ya pîroztiyê heye. Weke mînak genim, zeytûn, mih, çêlek, hesp û hwd.
f- Heqîqeta Civakî û Ji Destdana Wê:
Xwezayên civakî aliyê wan ê zêhnî, pêşketî û nerm in. Mane barkirî ne. Bi giştî barê maneyê yê li cem candaran ji yê necandaran zêdetir e. Ji perçikê herî besît ê atomê ber bi pêkhatinên herî tevlîhev mane zêde dibe. Zêdebûna maneyê têkiliya xwe bi azadiyê re heye. Di dualîteya enerjî-maddeyê de aliyê jê re perçikê maddî yê hişk tê gotin her tim bi astengkirina maneyê berpirsiyar e. Mîna dîwar e. Dîwar, ên di nava xwe de diparêze, lê di heman demê de wan hepis dike. Di gerdûnê de ev dualîte di her diyardeyê de heye. Dîwar carnan bi temamî dibe amûrekî parastinê, carnan jî vediguhere amûrekî hepiskirin û girtîxaneyê. Beşê maddeyê timî xisleteke xwe ya bi vî rengî heye. Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin.
Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne pênasekirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pirr baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan pirralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe pirralî ava bikin.
Di çarçoveya vê pênaseyê de lêkolîna tevahiya serdeman di warê pêşketina heqîqet û maneya civakî de cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewşa manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewşa qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên sûbjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye.
Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jê re heqîqet tê gotin. Eger timî were gotin ‘heqîqeta di hundirê min de’ û tim bê gotin ‘zarokê di hundirê min de yê nikare bipeyive’ ev yek rewşa herî kambax û xirab a civakî û ya ferd ketiyê, îfade dike. Manedanên civakî (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî, zanistî) heta negihîjin heqîqetê, heta negihîjin wê qonaxê û aktîvîteyê, nikarin (ji potansiyelê ber bi entellegyayê) bi cih bên û heyatî bibin. Ev tê wê maneyê ku ji zarokatiyê xelas nabe, ji zimanê Ezop nikare bibihure û ev rewş jî xwe negihandina heqîqetê îfade dike. Rastiyên civakî yên di bin zorê de têne girtin vê rewşê gelekî dibînin. Em wexta ji aliyê heqîqetê ve li rastiya civakî binêrin, bi tenê ev rastî (xwezayên civakî, avahiyên wê) bi yek ji rêbazên heqîqetê (mîtolojîk, dînî, hunerî, felsefî û zanistî) çiqas bê ziman û aktîv bibe, ji nû ve xwe bi rêxistin û ava bike, em ê bibînin ku em karin ji civaka manedar derbasî civaka bi heqîqet bibin. Wexta ku em di çarçoveya heqîqetê de
serdemên civakî lêbikolin, em dikarin van diyar bikin:
1- Serdema Klanên Civakî: Di vê serdemê de ji ber ku manedan hînê zêde tevlîhev nîne di komên klanan de heqîqet gelekî bi sînor, bi zimanekî nepêşketî, carnan bi vegotinên devkî û pirranî jî bi zimanê bedenê tê îfadekirin.
2- Serdema Civaka Gund-Cotkariyê: Ji ber ku di mijarên bicihûwarbûn, debar, lixwekirin, zêdebûna mirovan û parastinê de şêweyekî tevlîhev ê avabûnê heye, rastiyên civakî yên kapasîteya wan ya manedanê xurtbûyî, mewzûbehs in. Di wezna kapasîteya manedanê de pêşketina serdemeke heqîqetê dest pê dike. Nexasim serdemeke heqîqetê ya mîtolojîk, dînî û hunerî li dora jin-dayikê (serdema heykelên jin-dayika qelew) pêş dikeve, bi pîroziya xwe hemûyî derdikeve ser dikê. Ziman pêş dikevin. Hêza îfadeyê ya mîtolojîk, dînî û hunerî, serdemeke ku qîmeta xwe ya orjînalbûnê zêde ye, dide destpêkirin. Serdema herî bi heybet a prehistoryayê ye. Ew serdemeke welê ye, civak cara pêşî ye ku xwe bi heqîqetên pîroz (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, hunerî) diyar dike. Mirovatî hê jî mîrateya vê demê dixwe. Di serî de zanista tibbî û hozantiya felsefî, herdu şêweyên din ên heqîqetê di vê serdemê de hîmê xwe danîne. Hozantiya jinê û tibba wê di vê demê de weke heqîqetên bi tesîr ên demê di jiyanê de cihê xwe girtine. Ji ber ku jinê di pênc qadên girîng ên heqîqetê de hêz bi dest xistiye, xwedawendiya jinê di vê serdemê de serwer bûye. Bêguman di vê bidestxistina hêzê de pêşdebirina wê ya cotkarî û aboriya malê, bi rola sereke radibin.
3- Serdema Bajar û Civaka Şaristaniyê: Bi bajarbûnê re civakbûna zêde dibe weke erkekî diyalektîkî, dijberê xwe pêşde dibe. Di vê serdemê de dijberiya diyalektîk çînîbûna civakî û dewlet derxistine holê. Çînîbûn û dewletbûn weke ji rêderketina civakî di mijara heqîqeta civakî de rê li ber dabeşbûn û qelşeke mezin vekiriye. Ji ber ku dabeşbûn û qelş li ser hîmê dijberên şîddetê di xwe de dihewînin pêk tên, serdema bi şîddetê tepisandina heqîqetan jî dest pê dike. Ev rewş bi awayekî berçav xwe weke şerê heqîqetan dide der. Maneya heqîqetê dibe çîn û dewlet û vê jî dikin cewherê dîrokê. Dîrok çawa û bi kîjan rêbazê were îfadekirin bila bê kirin, bi şêweyekî mohra çîn û dewletê hilgire, hat avakirin, nivîsandin. Rastiya civakî ango wexta qelş li heqîqeta civakî dikeve, bingehê her cure xerîbketinê tê danîn. Bi jirêderketina maneya civakî ve girêdayî, heqîqeta xerîbketinê jî ji îfadekirina rastiyê dûr tê girtin. Heta rastiya hatiye berevajîkirin, xistine nav şêweyên îfadeyê. Bi awayekî bingehîn xerîbxistina ferdê civakî di dîrokê de xirabiya herî mezin e. Mirov dikare xerîbxistina civakî weke xiyaneta dîrokî şîrove bike. Xerîbketin di her astê de ye. Tevahiya qadên civakî yên çanda maddî û manewî digire nava xwe. Kengî xerîbketina bi kedê re bi xerîbketina zêhniyetê re dibe yek, sîstema şaristaniya hegemonîk dikare xwe dewam bike. Ango sîstema civaka çînî û dewletdar weke serdema şaristaniyê, kengî qadên civakî bi kûrahî qelişîn û xerîbketin pêk tê.
Civakbûna şaristaniyê rastiyeke welê ye, dewamî şer û dabeşbûnê ferz dike. Weke lêgerîneke kûr a heqîqetê û pevçûnê jî hebûna xwe ferz dike. Hêzên tehekumkar ên yekdestdariya zor û mêtinkariyê di destê xwe de digirin, çiqasî heqîqeta civakî bitepisînin û berevajî bikin, ewqasî civakên ji kom, ferd û gelên bindest û mêtingeh pêk tên, ava dikin. Ev beşên civakê maneya xwe ango heqîqeta xwe ji dest dane û weke keriyan têne meşandin. Beşên behsa wan tê kirin, wexta heqîqeta xwe ji dest didin, dikevin rewşekê ku mîna keriyan bêne meşandin. Dîroka şaristaniyê di çarçoveya maneyeke teng de hem weke mane hem jî weke heqîqet, dîroka avakirin û meşandina mîna keriyan e.
(SIBE DEWAM DIKE)