Ciwanê Filistînî ku di dema tevlîbûna meşa vegerê ya mezin bi guleya sekvanê artêşa Îsraîlê bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê Filistînî yê bi navê Sarî Dawûd Al Şobekî yê 20 salî ku di 14’ê Gulanê de di dema tevlîbûna meşa vegerê bibû bi guleya sekvanê artêşa Îsraîlê birîndar bibû, ji ber birîna xwe ya giran Sarî rakirin nexweşxaneyekê li Qudsê.
Sarî ku ji taxa Altifah ya ku dikeve rojhilatê Xezayê ye îro ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.
Hêjaye gotinê ku ji destpêka li darxistina çalakiyên meşa vegerê ya mezin 139 kesan jiyana xwe ji dest daye û îro piştî ku Sarî Al Şobekî jiyana xwe ji dest da hejmar bû 140 kes.