Hevokeke ku ez te binivisînim min nedît. Peyv li beramberî te bê wate dimînin. Ji ber ku dizanim herî rast çiyayên bedew dikarin çîroka te vebibêjin. Ji ber ku te her kêliya heskirina dile xwe di bilindahiya asîmanan de jiyan kir. Ew bûn ziman, guh û dilê te. Bêrîkirinên bi wate yên azadiyê di dilê dilpak ya rêheval Özlem de weke avake zelal her tim diherikiya. Ji bo hebûneke azad her tim diherikiya. Ji bo hêviya gelan rêya di pîroz de her ku roj derbas dibû jiyaneke hîn mezin derdiket pêşberî mirovahiyê. Tu keça esmer ya çiyayî bûyî. Bi bejna xwe ya biçûk te li beramberî xirabiya meydan xwendibû. Te bihuşta biharê ya wan çiyayan, havînên wê yê hênik, payizên zerd, zivistanê dijwar jiyan kir û bûyî şahîdê wan. Hîn di 13 saliya xwe de te ji bo vejîneke nû sînorên dagirkeran bi cesareteke mezin derbas kir.
Di stragehên azad de bi germahiya Roj’ ê re bê ku kêliyeke tirs bijî, bê guman tevlî her tiştî dibû. Tenê paşerojeke pak û bêguneh dikarê xwe di pêşerojê de biteyisîne. Di jiyana xwe 20 salan de ti car ji paqijbûna dil û mejiyê xwe gavek jî paş de navêtiye. Her dema ku min li te mêyze dikir zarokeke biçûk û dil paqij diket bîra min. Zarokatiya bihûrî di mêjiyê min de diteyise û ev roj ji ber çavên min derbas dibûn weke ku nû de jiyan kiriye! Pora te ya dirêj û reş ya ku te li bedena xwe pêçandibû, kene ku ji rûyê te kêm nedibû û çend tayên spî yê ku ketibûn porê te… Ji kêliya herî dawî ya ku min te dîtiyê de ev tên bîra min.
Dema ku berbanga serê sibê tarîtiya şevê dadipoşe ew demên ku ba bi porê te re weke wan zarokên ku di derdor da direvin û dileyzin reqsa azadiyê dikir. Qêrînên te bi dengê ba re tevlîhev dibû, çawa ji bîr bikim. Dilnizmî, fedakarî û xwe feda kirin,ev sê pêyv jî nikarin te bînin ziman. Jiyana te ev jiyan bû ku te heqê wê da bû û xwedî li keda rêxistinê ya salan derketibûyî.
Dizanim tu bi bêrîkirinan ve çûyî, bêrîkirin Rêbertî, çiya û Zagrosan… Dibe ku çiyayên bilind yên Zagrosan hevaltiya xwe ya herî rast bi te re parve kiribû. Bi kûlîlkên pir rengî, bi zinarên xwe ya asê, bi dîroka xwe ya têr û tijî Zagrosan hemêza xwe ya herî germ ji te re vekiribû. Xwesteka rêheval Özlem ew bu ku di evîna zagrosê de bê veşartin. Em dizanin wê çiyayên Zagrosê bi çîroka te ya dû dirêj her tim serbilind be. Hesret û bêrîkirinên te di bilindahiya çiyayan de were jiyan kirin, her tim zindî be. Agirê azadiyê ya ku her tim di navseran de were pêxistin bi evîna dilê te û rêhevalên weke te her dem geştir be. Çawa ku te girêdanbûna rêhevaltiya rast bi wêrektî nîşanê me hemûyan da em ê jî di rêya te de bijîn. Rêheval Özlem weke fermandareke jin di nava şer de bi insiyatîf û keda xwe derdiket pêş. Ji bo heval Özlem sekinandin yan jî navber dayîn nînbû. Her tim bi heyecan, coş û moral tevlî dibû. Ji bo wê jî di dilê her kesî de girêdanbûna jiyan û hevaltiyê ava dikir. Qasî ku bi wate jiyan dikir ewqas jî dida jiyankirin. Hemberî rastiya Serokatî nabe ku em kêliyeke tenê di jiyana xwe de vala derbas bikin. Di sekin û jiyana heval Özlem de heskirin û girêdanbûna Serok dihat xwendin.
Car caran digot: ‘’ Ez niha bavê xwe bibînim jî nas nakim, ji ber ku dema ez ji wan qut bûm hîn pir biçûk bûm. Lê niha jiyaneke mezin dijîm û ev dibe sedema kêfxweşî û rûkeniya min.’’ Rast û durûstbûn pîvana jiyana wê bû. Parastina hevaltî beriya her tiştî dihat. Ji bo rêhevalê xwe biparêze canê xwe jî feda kir. Agirê geş yê çiyayê Zagrosan bi agirê azad ya ku di bedena heval Özlem de pêket bû yek û dîsa bi yek dengî heskirina Roj’ ê qîr kir. Geşbûna agir tirsa di dilê dijmin de hîn zêde dikir. Ji ber ku ev agir nîşaneya girêdanbûna hevaltî û vîna jina Kurd raste rast radixist ber çavan. Di ti demên dîrok û şeran da weke Tevgera Azadiyê di çeperan de heta dawî berxwedan û piştî berxwedan jî radestî redkirin û bedena xwe li hemberî dijminatiya gelan kirina agir û di mejiyê wan de teqandin nehatiye dîtin. Wateya sekna şoreşgerî, bê tirs, bi vîn, wêrektiya jin, bi baweriya Serok Apo re xwe di serkeftinê de kîlît kirin e. Dîroka azadiya jin bi mînakên berxwedaniya van hevalan re tê nivîsandin. Rêheval Özlem jî yek ji wan jinên berxwedêr bû, navê xwe bi tîpên zêrîn di nava dîroka azadiya jin de da nivîsandin.
Em jî weke rêhevala Şehîd Özlem soz didin ku em ê her tim ked bidin da ku agirê Çiyayên Zagrosan ti car neyê tefandin. Heta ku azadiya Serok Apo û gelên bindest pêkan bikin em ê tekoşîna jin berdewam bikin. Ji bo ku bibin bersiva jiyanên mezin ya ku niha bûne stêrkên azad û li asîmanan dijîn 24 saet bi Serok Apo re jiyan bikin. Mînaka rêhevaltiyên rast di dîroka şerê azadkirinê de vaşartiye. Em jî weke şervanên vê dozê ti car dîroka têkoşîn û berxwedanê ji bîr nakin û ji bo serkeftinê jî her tim bi bîranînê wan re jiyan bikin.