B- ÊRIŞA HEGEMONÎK A MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST û KRÎZA ROJHILATA NAVÎN
Em sê xistetên sîstemên şaristaniyan ji nû ve bi bîr bixin, yek ji wan reqabet-hegemonya, ya diduyan navend-hawîrdor û ya sisiyan jî karektera wan a xelekwarî dadikeve û bilind dibe. Di bingehê van de jî têkoşîna ku yekdestdar di navbera xwe de li ser desthilatdarî û ekonomiyê dikin, heye. Ev meylên di demên destpêk û stewîna şaristaniyan de xwe bi meşeke cangiran nîşan didin, di serdema modernîteya kapîtalîst de hem bi navberên kin, gelekî zêde û bi lez, hem jî bi şêweyekî gelekî xwînrij xwe nîşan didin. Di encama van meyl û hêmanên li ser jiyana civakî, ekonomîk û polîtîk bi bandor in, reqabet-hegemonya, li hemberî metropolên navend ên gelek pêşketî herêmên kolonî yên hindik pêşketî, hilweşîn û buhranên bi navberên dem kin û dirêj xwe nîşan didin ti carî kêm nabin. Ji hegemonê pêşî yê dîrokê navê wî nivîsî Qral Sargon heta bi hegemonê dawî yê roja me ya îro G.W. Bush, ev xelek her li dora xwe fitilîne.
Modernîteya kapîtalîst ev xeleka her li dora xwe digere, bi awayekî balkêş di destpêk û mezinbûna hegemonya Brîtanya-Ingilîstanê de ji nû ve piştrast û ispat kiriye. Eger mirov hegemonya Ingilîstanê bi tenê weke derketina holê ya çend giregir û neqaneyên yekdestdarên giravekê bibîne, ev ê kêm û çewt be. Hegemonya Ingilîz hê di gavên pêşî yên destpêka xwe de di asteke gerdûnî de tevgeriya û heta roja me ya îro jî her global ma.
Wexta ku mirov modernîteyê binirxîne û li ser raweste, şêwaz û nêzîkatiyeke di tevahiya bingehê şaşî û çewtiyan de heye, divê mirov jê bibihure û ji sedî sed sererast bike. Ew jî ew e, mirov hîn bûne di çarçoveya şexs, bûyer û dewleta netewe de bifikirin û hukim bikin. Nexasim, nêzîkatiyên pozîtîvîst ên îdeolojiyên dewleta netewe yên bi vî rengî di tarîkirina rastiya dîroka civakî de bi roleke diyarker radibin. Armanc ew e, xwedayetî û dînîtiya dewleta netewe weke heqîqeteke vebirrî pêşkêş bikin. Şêwazê rast ew e, bêyî ku mirov objektîv-sûbjektîv wekhev bibîne, divê mirov xwezaya civakî weke yekpareyeke rastî, heqîqet û maneya hatiye avakirin nas bike. Ev nêzîkatiya ku em dikarin weke nêrîna li jiyanê jî binirxînin, bi qasî ku ji bo tevahiya gerdûniyan divê ji bo diyardeyên taybet û xwezayan jî weke rêbazeke bingehîn were bikaranîn.
Yekdestdariya Ingilîstanê li ser sêlingên distanê –kapîtalîzm, dewleta netewe, îndustriyalîzm –gav avêt, û di nava heman meylan de tevgeriya. Em dikarin yekdestdariyê weke hegemon, sîstema dinyayê, kapîtalîst mêtinger, emperyalîst, împaratorî, modernîte û şaristanî jî bi nav bikin. Krîzên reqabet-hegemonya, navend-hawîrdor û dadikevin-bilind dibin, her hebûn. Karîbû reqîbên xwe bixe kontrolê, navenda xwe li ser hawîrdorê serdest bike û ji xelekên pêxîrtengiyê (pêxîrtengiyên konjonkturel-demên kin û navîn) bi awayekî serketî derkeve. Bêyî ku şert û mercên hundir û derve ji hev cihê bike, ev şêwazê xwe yê tevgerê di tevahiya pêngavên xwe yên taktîk û stratejîk de pêkanî. Em ji vê polîtîkayê re çi polîtîkayên emperyalîzmê yên ‘parçe bike-bi rê ve bibe) çi jî hostatiya wê ya stratejîk û taktîk bibêjin, bi xwe heman nêzîkatiyê îfade dike. Ev yek li gorî mentiq, avabûn û maneya modernîteya kapîtalîst bi vî awayî dimeşe. Ingilîstanê mentiqê pêkhatina sîstemê bi kar anî, reqîbên xwe yên li Ewrûpayê, nexasim jî karîbû hesretên hegemonîk ên Franse, Elmanya û Spanyayê bê bandor bike. Di vê de mentiqê sê sîlehên bingehîn ango kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustrî bi şêweyekî di cih de bi kar anî, û bêguman di vê serketina wê de ev yek diyarker e. Ingilistanê li ser bingehê vî mentiqî ti heqîqeta bi kar neaniye nemaye. Bi xebitandina vî mentiqî wê hewl da Portekîzê li dijî Spanyayê, Şoreşa Franseyê li dijî qraliyeta Franseya li pey hegemonyayê diçû, heta Marks û Marksîstên bi awayekî pirr bi zanebûn li ber sîstemê radibûn, li dijî Împaratoriyên Elmanya-Awisturyayê û bi tevahî mezhebên Xirîstiyaniyê li dijî otorîteya Papatiyê bi kar bîne û bi pirranî jî di vê yekê de bi ser ket. Dîsa li gorî mentiq û ruhê sîstemê heman stratejî û taktîk di asta global de bi awayekî di cih de bi kar anî û bi vî awayî karîbû hegemonya xwe ya global tesîs bike.
Di nîvê duyemîn ê sedsala 19. de wexta li tevahiya dinyayê Împaratoriya Roj Lê Naçe Ava tesîs kir, ya diyarker a pê gav avêt ne welat, dewlet, netewe û heta mezinahiya çînî bû, hêza wê ya weke nirx mentiq, mane û heqîqeta li dijî reqîbên sîstemê xwe spartibûyê bû. Ji vî alî ve bi awayekî serketî bikaranîna hêzê, em li cem Skenderê Mezin dibînin. Sîstema li pişt Skender şaristaniya Grek bû. Di têkoşîna reqabetê ya sîsteman de ya encamê diyar dike, ew nirx e ku mentiqê maneyê û heqîqetê xwe disipêrinê. Her maneya mentiqî dibe nekeve rewşa heqîqetê. Heqîqet, ew jiyana manedar a di nava tevgerê de ye. Mane dibe ku li cem kesekî bi awayekî bi hêz pêk bê; lê çiqasî were birêxistinkirin û bikeve nava tevgerê, dikare ewqasî veguhere heqîqeteke civakî. Di têkoşînên civakî de rewşên heqîqetê yên xwe di vî alî de bi rêxistin kirî, timî têne beramberî hevdu. Yên nirxê wan ê jiyanê bi awayekî manedar heye zû dereng wê encamê diyar bikin.
Naxwe di Împaratoriya Ingilîstanê de mentiqê tê temsîlkirin, manedartiya sîstema kapîtalîst e, bi tevahî hêza wê ya dîrokî ye, weke sîstem hebûna wê ya avabûyî ye. Hêza dewlet û çîneke xweserî giraveke piçûk nîne. Wexta welatekî mîna Hindistanê parzemîneke jêr bi hêzeke qasî panzdeh hezar kesî rêve dibe ya bi awayekî bingehîn diyarker, eşkere ye ku heqîqeta modernîteyê ya li pişt wê ye.
a- Împaratoriya Ingilîstanê di berfirehbûna xwe ya li Rojhilata Navîn de bi heman sedemên stratejîk tevgeriyaye. Pêdiviyên global ên sîstemê, nêzîkatiya wê ya ji bo herêmê diyar kiriye. Di serî de rêya diçe Hindistanê, weke rêya diçe mêtingehên li Rojhilata Dûr, nirxekî xwe yê stratejîk ê Rojhilata Navîn heye, çavkaniyên ekonomîk ên herêm pêşkêş dike û mekanên pîroz ên li herêmê ji bo serdestiyê sedemên wê ne. Ji sedsala 19. û pêve serdestiya bandorê li herêmê dike her diçe zêde dibe û ev gav bi gav hatiye pêşdebirin. Ingilîstanê wexta serdestiya xwe ya li ser qadê dimeşand, armanca wê ew bû ku, herçiqasî lawaz bûbe jî reqîbê xwe yê berê Franseya hê jî li pey hegemonyayê bi kar bîne, pê namzetên nû yên hegemon Elmanya û Rûsyayê asteng bike da ku nekevin herêmê, hêza wan bi sînor bike û bi pêşengiya xwe nirxên modernîteyê tesîs bike. Ev armancên stratejîk heta roja me ya îro neguherîne. Em weha vê yekê rave bikin:
1- Mîna li gelemperiya dinyayê, Ingilîstan berê pêşî hewl dide hêzên serwer ên herêmê bi xwe ve girê bide, bixe bindestê xwe, wexta di vê de bi ser nekeve wan parçe dike; li ser vî bingehî nêzî du hêzên dawî yên li ser piya mayî yên şaristaniya kevin ango Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê bû. Li hemberî namzetên din ên hegemon Elmanya, Franse û Rûsyayê hewl dide van herdu hêzên herêmê hîmaye bike, nirxên modernîteyê li wan bar bike û wan bi awayekî mayînde hewcedarî xwe bike. Namzetên din ên hegemonyayê jî destvala nebûn û ji bo bandorê li herêmê bikin tevgeriyane. Armancên stratejîk ên bi heman rengî li cem wan jî hene. Herdu hêzên herêmê jî ji vê têkoşîna serdestiyê ya hegemonan sûd wergirtin û bi polîtîkayên tewazunê hewl dan temenê xwe dirêj bikin. Ingilîstanê weke hêza hegemonîk a zêdetir bi tecrube, ne tenê herdu hêzên herêmê hewceyî xwe kirin û bi xwe ve girê dan, bi polîtîka xwe ya ‘dewleta netewe ya piçûk’ a ji zû ve dabû destpêkirin, paşeroja demdirêj jî plan kiribû.
Çawa ku gelekî tê yeqînkirin, dewletokên neteweyî vedîtin û afirîneriyeke hêzên millîgir û neteweperest nîne. Berevajî, amûrekî muhteşem ê vedîtina polîtîka ‘parçe bike-bi rêve bibe’ ya hegemonya Ingilîstanê ye ku li nava dinyayê dimeşîne. Ingilîstanê bi vê sîlehê li împaratoriyên Ewrûpayê hemûyan daye, hem jî li ser navê şoreşgeriyê ango şoreşa millî. Ji sedî sed divê mirov tevgerên rizgariya millî revîzyone bike. Tê yeqînkirin ku ev tevger gerekeke sosyalîzmê ne, lê ev yeqîn şaş e. Afirînerê van tevgeran û yê di serî de pêk aniye, Ingilîstan e. Ingilîstan bi xwe weke împaratorî wexta berfireh dibe, împaratorên hevrik jî weke dewletokên netewe parçe dike, ji hêzê dixîne û parçe dike. Jixwe stratejiya desthilatdariyê ya modernîteya kapîtalîst jî bi awayekî bingehîn pêdiviya xwe bi dewletên vê tîpê heye. Dewleta netewe weke neynûk û goşt bi modernîteyê ve girêdayî ye. Ingilîstanê xwe spartiye ezmûnên desthilatdariyên bi kok ên li ser vî bingehî û di vê çarçoveyê de her tim girîngî daye amadekirina elîtên desthilatdariyên piçûk. Bi qasî elîtên li desthilatdariyê, elîtên muxalefetê jî ji bo wê lazim in. Wexta hewce kiriye, ji bikaranîna wan jî xwe paşve nedaye. Ji ber vê jî wexta têkiliya xwe bi elîtên fermî yên herdu împaratoriyên herêmê re dewam kiriye, di ber re ji mezheb, eşîr û hindikayiyên curbicur ên bi împaratoriyan re nakokiyên wan hene, bi tevgerên piçûk ên dewleta netewe di warê îdeolojîk û pratîk de ketiye têkiliyê û destek daye wan. Wexta hewce kiriye di avakirina wan de weke hêzeke diyarker tevgeriyaye.
Kengî bi vê nêrtina di revîzyonê re derbas bûye, nêzî tevgerên neteweyî yên Ermenî, Rûm, Asûrî, Ereb, Kurd, Tirk û Farsan bibin, dikarin bi awayekî rasttir li du sedsalên dawî yên Rojhilata Navîn serwext bibin. Îdeolojiyên divê di revîzyonê re bêne derbaskirin, bêyî ku mirov wan weke rastgir-çepgir û dînî-laîk ji hev cihê bike, di bingehê hemûyan de nêrtina oryantalîst heye, oryantalîzm bi xwe ye. Dused salên dawî yên Rojhilata Navîn bi tenê di warê hewcedarbûna hegemonîk de ne, di warê parçebûna herêmê weke dewletokên neteweyî de jî bi kûrahî di nava krîzê de bû. Di vê krîzê de Împaratoriya Osmanî hatiye hilweşandin û li şûna wê gelek dewletokên neteweyî hatine avakirin. Ereb dabeşî bîstûdu dewletokan bûne û parçebûna wan weke bi sedan qebîle û mezheban jî her di rojevê de hatiye hiştin. Tirkên elîta serdest a împaratoriyê li Anatolyayê bi dewleteke piçûk a neteweyî re mijûl dibûn, lê li Balkan, Qafqas û Rojhilata Navîn bi dehan hindikayiyên Tirk û Tirkmenan li naverastê hatibûn hiştin. Ermenî, Rûmên Anatolyayê, Suryanî û Pontûs bi darê zorê ji cihûwarê xwe hatibûn koçberkirin û ji aliyê etnîk ve hatibûn tinekirin. Ketibûn rewşekê ku çanda xwe ya hezarê salan ji aliyê mekan û zeman ve ji dest didan. Cihû hem weke gel û hem jî weke dîn statuya wan, mîna ku dîroka wan ji nû ve bîne serê wan, weke dînamîkeke kaosê ya desthilatdariyê li herêmê bi roleke girîng radibin.
Weke yek ji hêzên avaker ên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst, di dused salên dawî de vegera wan a herêmê, rewşa kaotîk kûr kiriye. Cihûtî dînamîkeke kaosê ya bi tenê bi Filistîn-Ereban re têkildar nîne; hêzek e ku ji gelek aliyan ve xisletên xwe hene û aliyê xwe yê rewşenbîrî jî gelekî pêşketî ye. Tevî van aliyên xwe, divê di avakirina demokrasiyê ya li herêmê de, weke hêzeke bingehîn bi girîngî li ser were rawestan. Divê em ji bîr nekin ku di heman demê de yek ji wan hêzên sereke ye; rêûresma pêxembertî û dînên yek xwedayî hem ava kiriye û hem jî hilgirtiye aniye. Gelê herî kevin ê herêmê Kurd, her tim li ber qirkirina fizîkî û çandî hatine hiştin. Destûr nehatiye dayîn ku Kurd ji statuya serê kûnêr û serêşiyê derkevin. Weke qerteke têkûz a polîtîkaya parçe bike-bi rê ve bibe her tim di destê xwe de girtine. Bi vî awayî timî nava Îranê tengezarkirî hiştine û hewl dane bi rê ve bibin. Weke ku ev jî ne bes be, li gorî tehlîla dawî, bi şêwazên laîk û dînî ku herdu jî hevkar û girêdayî ne, kaosa siyasî hê bêtir hatiye kûrkirin.
Eger bala we kişandibe, di krîza hêz û desthilatdariyê de di serî de DYE, Rûsya û Elmanya, me rola nûnerên din ên modernîteyê zêde hûr nekola. Sedema vê yekê ew e, hem me xwest rola diyarker a modernîteyê derxin pêş û hem jî qalkirina navên welatan zêde vegotinê xurt nake. Jixwe di roja me ya îro de baştir tê fêhmkirin ku hêzên bi vî rengî, nexasim jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn destwerdanên DYE û Rûsyayê yên zêde bûn, bi tenê krîza desthilatdariyê kûr kirin û ji vê pêve jî ti encam nedan. Di serî de li Afganistan, Iraq, Îran, Sûrî-Lubnan, Îsraîl-Filistînê, asta pêxîrtengiya siyasî ya li welatên Rojhilata Navîn gihiştiyê, vê nêzîkatiya me piştrast dike.
Bi tevahî dewletên hûr û gir ên li herêmê hatine avakirin, çi bi navê millîgir çi jî bi navê dîndartiyê be, eşkere nikarin ji rola fîguran û ajanên dema wan bihurî yên modernîteya kapîtalîst wêdetir biçin û tiştekî din îfade bikin. Eger mirov li dîroka wan a kurt binêre, wê zehmet nebe ku mirov fêhm bike, dewletên millîgir û Îslamî îmalatên emperyalîzmê yên dused salên dawî ne. Ji ber ku berhemên hegemonîk in, bi sedema terora li ser pêkhatina ‘welatiyê seyr-sosret’ dimeşînin, rûyê rastî yê van dewletan bi ti awayî nehatiye fêhmkirin.
Bi qasî hêzên dewleta netewe û desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn qadeke din nîne ku karibe evçend rola xwe ya ajan-fîgurantiyê veşêre. Di vê de tecrûbe û hegemonya îdeolojîk a di encama dekûdolabên desthilatdarî û dewletê yên hezarê salan de hatine bi dest xistin para xwe girîng in. Yên kûrahiya krîzên desthilatdarî û dewletê li Afganistan, Iraq û Îsraîl-Filistînê dibînin, heye ku ji rewşê loma bikin. Lê belê, ev rastî çiqasî bingehê kûr ê dîrokî yê rewşa krîz û kaotîk nîşan bide û ewqasî jî nîşan dide û piştrast dike ku aliyekî wê yê girîng ê têkildarî hilweşîna şaristaniyê heye. Dewletokên neteweyî yên dused salên dawî bi tenê hilnaweşin, di heman demê de rêûresma deshilatdarî û şaristaniyê ya pênc hezar salî jî hildiweşe.
Krîzên dewlet û desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn, eger li ser bingehê şaristaniyê bêne analîzkirin, mirov dikare li wan serwext bibe. Cîlaya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst divê nebe sedem ku mirov krîza şaristaniyê nebîne. Jixwe modernîte bi xwe, bi kirinên xwe yên li Rojhilata Navîn, xisletên xwe yên kaotîk bi tevahî û bi awayekî eşkere li naverastê li pêş çavan raxistî ye. Bi qasî van kirinên wê yên li naverastê, tecrûbeyeke din nîne ku hînî me bike ku kapîtalîzm rejîmeke krîzê ye.
2- Modernîteya ku bi pêşengiya hegemonya Ingilîstanê belav dibe, rûyê wê yê li ser zemînê civakî yê Rojhilata Navîn hê kaotîktir e. Em dizanin ku bi damezrandina sîstemên şaristaniyê re dînamîkên civakî vediguherin avahiyên xwedî pirsgirêkên giran. Demên Sumer, Aqad, Babîl û Asûrê, ne bi tenê bi krîzên desthilatdariyê, bi krîzên civakî yên canxiraş û xeternak xwe bi bîr dixin. Lawikên şînê, yên bajêr ên Ûr, Nîppûr, Aqad, Babîl û Nînovayê feryad û fîganên krîzên qewimî heta bi roja me ya îro didin hiskirin. Baş e, rewşa îro ya Helebce, Kerkûk û Baxdayê ji van lorîkên şînê, çi cudahiya xwe heye? Kapîtalîzm bi xwe di avahiya civakî ya herêmê de diyardeyeke nayê zanîn nîne. Kapîtalîzmê ji hezarê salan û vir ve, xwe weke bazirgan-selefkar dabû naskirin. Bi yekdestdarên desthilatdarî û cotkariyê re têkiliya xwe bi awayekî xurt parastibû. Beşê herî zêde krîz îstîsmar kirî, ew bû. Çawa ku ji aliyê tevahiya dînên pîroz ve hatibû lanetkirin, jixwe tê zanîn nîzamên civakên komin bi bêexlaqiyê hukim lê birrîbûn û ew weke saziyekê, ji xwe dûr digirtin. Ya bi kapîtalîst modernîteyê re qewimî, eşkere derketina holê ya vê beşê ye. Rewatiya çînî ya van beşan li Ewrûpayê bi dest xist, li Rojhilata Navîn jî bi dest xistin û vê yekê jî tewazunên civakî têra xwe tengav kirin. Bûrjûwa weke çîn li ser hîmê rewatiyê hat herêmê û hevkarên xwe çêkirin, bi vî awayî ji bo desthilatdariya hegemonîk beşekî girîng ava kir. Barhilgirê modernîteya Rojava tevî burokrasiyê, ev beşa komprador bû. Bi awayekî bingehîn bi van herdu beşên hevkar, sîstemê hewl da li herêmê bi cih bibe. Di civaka Rojhilata Navîn de beşên herî zêde xerîbketî, ev beş in. Ew aliyê pêxîrtengiyê yê civakî temsîl dikin. Nirxên xerîbxistinê yên van beşan xistin nava çanda herêmê, ji pêşdebirina kaos û pêxîrtengiya civakî wêdetir, bi kêra tiştekî din nehatin.
Bûrjûwaziya di dused salên dawî de li meştela dewleta netewe gihişt, ji bo tahmandinê ji avahiya civakê ya dîrokî re xerîb e, tahmandina tê kirin nagire. Ji ber vê, amûra bi navê dewletê ya di destê xwe de û yekdestdarên xwe yên li ser ekonomiyê bi awayekî faşîzan bi kar tîne û xwe ji vê venade. Ya rastî, yekdestdariyeke sermayeyê ya bi desthilatdariyê re tê, ji xweavêtina faşîzmê pêve, çareyeke wê namîne. Li dinyayê li herêmên din ên bi heman rengî û li Rojhilata Navîn bi vê xisleta sermayeyê û zordariya di avakirina dewleta netewe de cewherê bingehîn ê faşîzmê pêk tîne. Faşîzm weke şêweyê desthilatdariyê yê sermayeya bi dewleta netewe re di zikhev de pêk tê, bi rêya desthilatdariyê weke şêweyê yekdestdarîkirina daneheva zêde ya sermayeyê, dibe xwedî mane.
Faşîzm li gorî naverok û pênaseya xwe, rejîma timî bi civakê re di nava şer de ye. Ya rastî mirov dikare faşîzmê weke rejîma şerê navxweyî jî bide naskirin. Bûyerên rojane li Iraqê diqewimin vê nirxandin û şîroveyê têra xwe rohnî dikin. Eger rejîmek timî bi civakê re di nava şer de be, wê wextê rewşa herî kaotîk û krîza herî bi tehlûke îfade dike. Wexta aliyekî asta krîza di civaka Rojhilata Navîn de bi vî awayî were pênasekirin, wê wextê kûrahî û şîddeta vê krîzê baştir wê were fêhmkirin. Civak çi bêdeng, sakin û sukûn xuya bike, çi herroj bi teqemeniyan biheje, jiyana di rewşa kaotîk û krîzê de bi xwe hebûna xwe diparêze. Sukûneta di nav civakê de şerê sar, rewşa pevçûnê di nava heman atmosferê de şerê germ îfade dike.
Bi kurtî, modernîteyê bi îxrackirina kapîtalîzm, sermaye û bûrjûwaziyê, krîza civakî ya ji rêûresmê û rewşa kaotîk bêtir kûr kiriye. Bêguman jiyaneke civakî heye. Lê ev jiyan hinekî jî dişibe perpitandina hin heywanên serê wan jêkirî yan jî hin endamên wan hatin qutkirin. Wexta em qirkirinên çandî û fizikî yên li naverastê û van hilweşîn û trawmayên civakî yên rojane diqewimin, pênase dikin, divê ev teşbîhên me zêde nepixandî neyên hesibandin. Eger empatî were kirin, mirov dikare gelekî hîn bibe!
3- Di êrişa modernîteyê de divê mirov îndustriyalîzmê jî di heman çarçoveyê de binirxîne. Di dema dawî ya herêmê de îndustriyên hatin îxrackirin di krîza hawîrdor û civakê de bi roleke zêdekirinê rabûne. Îndustriyalîzma ku li şûna ekonomiya pêdiviyên bingehîn, pêşî cih daye kara yekdestdariyan, di bin navê pêşdebirina ekonomiyê de ekonomiya têra xwe dike jî hilweşandiye. Jiyana ekonomîk a bi hezarê salane xwedî tewazuneke navxweyeyî ye, ji bo kara mistek emperyalîst û yekdestdarên hevkar, di demeke bi qasî temenê mirovekî de ji aliyê aborî ve hatiye qirkirin. Tevî artêşeke mezin a bêkaran, gundên hatine valakirin, koçberiyên hundir û derve, enflasyon, krîzên ekonomîk, bajarbûnên bêbajar, hawîrdorên ekolojîk ên bilez hildiweşin, bi tenê hin nîşaneyên vê qirkirinê ne. Mirov hema bi tenê di qirkirinê de rola yekdestdarên sîleh û petrolê li ber çavan bigire, rastî wê hê baştir were fêhmkirin. Herweha li gelemperiya dinyayê guherînên avhewayê, herêma jixwe beşekî wê yê mezin çol e, asta rêjeya çolbûnê digihîne pileya felaketê.
Belavbûna dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst, li Rojhilat Navîn ji şerên di dîroka tevahiya şaristaniyan de zêdetir rê li ber gelek şeran û mirinan vekiriye û herweha vê yekê rê li ber rewşeke kaotîk û krîzê ya avabûnê ya gelekî kûr û domdar vekiriye û ev rastiyek e ku mirov dikare ji ber sedemên diyarkirî fêhm bike.
(SIBE DEWAM DIKE)