Çalakiya Mertalên Zindî ku bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ê Tekoşer ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê derketibû û meheke xwe derbastkiriye dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Mertalên Zindî ku her diçe piştgirî ji bo çalakvanan zêde dibe. Ciwanên her çar paçeyên Kurdistanê, ciwanên întenasyonal her wiha gel jî piştgirî da çalakiyê.
Ciwanên Şengalê ku berê serdana çalakvanên mertalên zindî kiribûn, duh êvarî bi şahiyekê ku li Şengalê hate li darxistin piştgiriya çalakiya mertalên zindî kirin.