b- Dubare be jî mirov ji nêz ve li bûyerên berçav ên di roja me ya îro de diqewimin binêre, wê karibe mentiqê êrişê yê modernîteyê bibîne û mirov bi vî awayî dikare gelekî jê hîn bibe. Ji bo vê, mirov ji nû ve li têkiliya di navbera dîrok û niha de binêre, wê rewşê hêsan bike. Bêguman mirov bibêje dîrok = niha ye, wê bibe totolojiyeke gelekî çor. Lê mirov nikaribe bibîne aniha bi pirranî di bin bandora rabihurî û dîrokê de pêk tê, wê rê li ber korfêhmiyên mezin veke. Vî tayê di navbera herdu diyardeyan de mirov dikare bi awayekî balkêş di têkiliya Ereb-Cihûyan de bibîne û mirov dîsa dikare vê têkiliyê di navbera Tirk-Kurd, Tirk-Ermenî, Tirk-Rûm, Tirk-Cihûyan de jî bişopîne. Ev bûyerên rojane yên di navbera van dualîteyan hemûyan de diqewimin, mirov nikare ji dîrokê qut binirxîne. Têkiliya dîrok-civakê di nava xweseriya xwe de pirsgirêka herî heyatî ya rêbazê ye. Bi tevahiya têkilî û nakokiyên xwe mirov wê weke hêmanê avaker ê civakîbûna dîrokî bibîne, divê weke mijara bingehîn a mentiq bi mane bibe. Bi kurtî, mirov nikare niha, rojane, bê dîrok fêhm bike. Ya ji vê jî girîngtir ew e, mirov a nû di niha de nebîne (para dîrokê ji sedî 99 be jî), nikare ya berçav a rojane binirxîne, analîz bike. Belkî di vê mijarê de mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê yên bêne gotin ji gotinên tewş û pûç wêdetir naçin.
Dîroka li pişt giraniya rojane ya modernîteyê li Rojhilata Navîn, mirov bi êrişên dawî yên Akayan birin ser Troyayê (1200 B.Z.) bide destpêkirin, dikare bibe destpêkeke di cih de. Pêvajoya Helenîzmê ya bi Skender dest pê kir (330 B.Z.) qonaxeke girîng a fethê ye. Êrişên Xaçperestan (1096-1389) dîrokeke hê nêz a êrişê ye. Li muqabilî vê, Rojhilat jî êrişên berfireh birin ser Rojavayê. Bandora herdu aliyan li hev kirî ji gelek aliyan ve pêk hatiye. Di êrişa modernîteya kapîtalîst de mirov rola hegemonya îdeolojîk nebîne, wê kêmasiyeke mezin be. Eger oryantalîzm li ber çav neyê girtin, serdestiya fizîkî ya modernîteyê bi serê xwe nayê fêhmkirin. Têkoşîna hegemonîk a dused salên dawî rastiyek e ku ya rojane ji herî nêz ve diyar kiriye. Ya rojane jî mîna kevirê aş digere, û timî derdê wê hilberîn û avakirina tiştekî nû ye.
Wexta ku em di çarçoveya vê perspektîfa bingehîn de binêrin, xusûsa pêşî ya der barê rojane de em bibêjin ew e, ne hêzên ji rêûresmê ne jî hêzên serdest ên modern, çi bi giştî ji bo derketina ji nav pirsgirêkên civakî û çi jî bi taybetî ji bo derketina ji nav krîz û kaosê çareseriyeke wan a pêşkêş bikin, tine ye. Hêzên bi xwe çavkaniya pirsgirêk û krîzê ne, hemin nikarin bibin hêza çareseriyê. Çi li ser navê dînperestî û çi jî bi navê milletperestiyê, mirov xwe biavêje dîroka ji rêûresmê, çareserî nabe. Ji ber ku dîroka van hêzan jî dîroka çaresernekirinê ye. Kîjan şaristaniya bi heybet a kevin dikare ji nû ve were zindîkirin? Eger Îslamiyet û Osmanî bêne vejandin jî ev vejandin wê herhal di bin hekîmtî û parastineke xurt a DYE’yê de û bi hêza wê ya mûcîzewî pêk bê ku ev jî wê bibe Îslamiyet û Osmaniyeke din. Çareseriyên hêzên modern pêşkêş bikin, nînin. Ew bi xwe bi pirsgirêk in, û avakerên sîstemeke dewamî bi krîz in, baş e, wê wextê ew ê çawa bibin çareserî? Krîza fînansî ya rojane bi aliyê xwe yê avabûnê û global, rêya derketinê nabîne. Hîmên Rojhilata Navîn bi hezarê salan xwe berdidin û modernîteyê kiriye ku çareserî û xelasiya ji pirsgirêk û krîzên wê zehmetir bibe. Baş e, naxwe ew ê kîjan çareseriyê pêşniyar bikin? Sîstemeke ku bi tenê bi lîstina hejmar û kaxizên ferazî ji hilberîna dinya heyî deh qatan zêdetir ango li derdora 600 triliyon dolarî dişêlîne, îhtîkar dike, ne çareseriyê, bi tenê dikare deriyê cehennemê veke.
Em hewl bidin îfade bikin, bê ka çawa desthilatdariya îdeolojîk û yekdestdariya dewletê roja me ya îro pêk tên û bi awayekî berçav xuya dikin.
1- Nakokiya Ereb-Cihûyan: Ji ber ku di dîrokê de sîstema şaristaniyê, di dîroka nêz de û rojane jî modernîteyê ev nakokî afirandiye, çareser nabe. Heta ku ji çarçoveya desthilatî û dewletê xelas nebin, Îslam û Cihûtî ti carî li hev nayên. Ew heta ji bo hêza desthilatdarî û dewletê israr bikin, herdu hêz jî wê weke di dîrokê û roja me ya îro de hebûna xwe bi tenê di tinekirina hevdu de bibînin. Dîrokên desthilatdariyan bi vî rengî tên avakirin. Modernîteyê ev pêvajo hê zêde dijwar û tîr kir. Heta ku hinek di bin sêlingên distanê de bipelixin, ji vê re çareserî tê gotin. Ango bi zimanê modernîteyê çareserî, di bin sêlingên sincirandî yên distanê de (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) bi pelixandinê gengaz e. Dîroka pêncsed salî ya modernîteya kapîtalîst bi mînakên bê hedûhesab ên bi vî rengî tijî ye. Ev pirsgirêk li derdora sedsalekî ye ku bandoreke herî nebaş li herêmê dike, rê li ber gelek êş, zirar û ziyanê vedike, bi nêzîkatiyên serdest ên heyî, wê hê bandorên nebaş bike û bivênevê wê dewam bike.
Ti mînak bi qasî pirsgirêka Ereb-Cihû nikare rûyê rastî yê xwînrij ê çareseriyên şaristaniyên desthilatdar-dewletdar nîşan bide. Ji vê jî seyr û sosretir, Cihû di avakirina modernîteya kapîtalîst de bi roleke mezin rabûn. Hêzên modernîteyê qirkirina tê maneya ‘tenêtî-tekîtî’ bi Cihûyan dan tahmkirin. Bi rastî bi qasî vê qirkirina berê hatibû pîlankirin, kêm mînak hene çareserî yan jî çaresernekirina dawî ya modernîteyê çi ye, nîşan bide.
2- Nakokiya Tirk-Kurd-Ermenî-Asûrî-Rûm-Cihû: Ev kategoriya nakokiyan bi awayekî bingehîn çavkaniya xwe modernîteya kapîtalîst e. Herçiqasî kokên wê xwe berdin şaristaniyên kevin jî bi belavbûna li herêmê ya sê suwarên mehşerî yên modernîteyê –kapîtalîzm, dewleta netewe, îndustriyalîzm –Anatolya û Mezopotamya bûn dika bêhejmar qirkirinên millet û etnîk ên ti carî di dîroka xwe de nedîtibûn. Ev hêz û çandên bi awayekî hêza bingehîn a avaker a sîstema şaristaniya navendî ne, bi dîroka dused salên dawî ya modernîteyê re ji hev kîn û rik kirin, bi çavên dijminan li hev nêrîn û kirin ku hewl bidin hevdu qir bikin. Çanda bi hezarê salan a ketibû serhev, tesfiye bû, hin gel ji herêmê hatin mişextkirin, hin hatin tinekirin. Yên mayî jî yan bûn qebîleyên çolan an jî qebîleyên çiyan. Ya rastî, nakokî di navbera Tirkan û gelên din an jî navbera gelên din bi xwe de nebû. Eşkere bû, yên ev nakokî çêdikirin hêzên neteweyî yên hegemonîk ên modernîteyê bûn ku bi polîtîkayên xwe yên pêncsed salan ên ‘parçe bike-bi rê ve bibe’ xwe ispat kiribûn.
Van hêzan li herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên konjonkturel gelên kokên wan xwe berdidan kûrahiya dîrokê dikin mîna geraseyê ber qirika hevdu dan. Tevahiya van gelên mîna ku şerê hev bikin xuya dikirin, ya rastî qurbanên mêtinkarî û desthilatdariya kapîtalîzmê bûn. Cihê xemê ye, wexta van gelan hevdu tine dikir, bi kûrahî haya wan ji wan nebû ka xizmeta kê û çi dikin. Di çarçoveya vê nakokiyê de qirkirinên pêk tên bi serê xwe jî têra ispatkirinê dikin ku modernîte di dîrokê de sîstema herî xwînrij a şaristaniyan e. Li gelemperiya Rojhilata Navîn deverên demeke dirêj weke ‘baxçeyê gelan’ bûn îro veguherîne ‘qebristaneke gelan’ a bêdeng. Eger li ser navê gelan û çandan, bi wijdan tiştek wê bê gotin û rewşenbîrên rastî wê erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, berê pêşî divê berpirsiyarên rastî yên van qebristanên gelan û çandên wan bêne destnîşankirin û hesabê wan were pirsîn.
3- Nakokiya Şîa-Sunnî: Herçiqasî kokên wê biçin dema derketina pêşî ya şaristaniya Îslamê (Îslama desthilatdar) jî şerê van herdu mezheban di roja me ya îro de bi modernîteyê ve girêdayî ye. Nexasim şerê dema dawî yê Îran-Iraqê, mirov bi tenê di çarçoveya forma dewleta netewe ya modernîteyê de û girêdana wê bi emperyalîzmê re dikare bi vegotineke rast bîne ziman. Jixwe çi şer û nakokiyên Îslamiyet-Mûsewîtî, çi yên Îslamiyet-Xirîstiyantiyê û heta çi yên Xirîstiyantî-Cihûtiyê di çarçoveya proto-modernîteyê de dikarin werin analîzkirin. Form û sedemên şerên dînan ên beriya modernîteya kapîtalîst, bi kirasê pozîtîvîst, çawane wisa xwe di modernîteyê de nîşan dane. Nexasim divê mirov sê dînên bi koka xwe yek xwedayî yên Rojhilata Navîn weke pêş-milletperestiyê bibîne. Cudahiya van dînan ji milletperestiya modernîteyê ew e, maskeya teolojîk li ser rûyê wan heye.
Tevahiya lêkolînên li ser mijarê di koka vegotinên pozîtîvîst ên dema modernîteyê de hebûna formên dînî di bingeh de ispat dikin. Berevajî îddîayan, di navbera sekulerîzm (dinyewî) û uxrewiyetê (axîretî, dînîtî) de bi xwe cudahiyeke zêde nîne; bi tenê di şêweyê de hin cudahî hatine afirandin û nepixandin. Di encamê de hem dînê dewlet û desthilatdariyê hem jî vegotinên bûne îfadeyên dewleta netewe ya modernîteyê ji heman berjewendiyên yekdestdariyê re xizmetê dikin. Şerên mezheban ên li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê, çawa ku di dîrokê de bû, di roja me ya îro de jî çavkaniya xwe şaristanî û modernîte ne, û bêyî ku ji leza wan tiştek kêm bibe, li ser hîmê heman berjewendiyan têne dewamkirin. Her cure milletperestî û ekolên Mûsewîtî, Xirîstiyantî û Îslamtiya radîkal di xizmeta sê suwarên mehşerî yên modernîteyê de bûne yek.
Rûyên bi xwîn û bazirganên şaristaniyê yên bi hezarê salane çanda dewlemend a gelên Rojhilata Navîn dikerritînin, îro jî di xizmeta modernîteya kapîtalîst de ne, danehevên dawî yên di dest de jî mane bi awayekî bêrehm, bêhesab, di nava xwîn û rondikên çavan de diqedînin; herêmê dikin xirbe û kavil, hawîrdorê vediguherînin çolê û çiyan jî bê kes û kûs, kerr û xalî dikin.
4- Nakokiyên Dewletokên Neteweyî Bi Her Tiştî Re: Gotinek navdar heye: Dibêjin qazoxê herî mezin ê kapîtalîzmê daye mirovatiyê, dewleta netewe ye ku wê avakiriye. Ev gotin ji bo netewe û gelên Rojhilata Navîn bi awayekî pirr eşkere rast e; hema hema li her navenda herêmê bi şerên rojane ev yek gavbigav kêlîbikêlî tê piştrastkirin. Dewleta netewe ya bi dewletên din ên netewe re û di nava xwe de bi gelên xwe re şer neke, nîne. Ji Îsraîlê zêdetir ê çand û neteweya mezin a Ereb diqedîne, hesabên desthilatdariyê yên bîstûdu dewletokên netewe ne; lêçûn û mesrefên wan ên mîna serxweçûyan û dûrî aqilan e. Gelên wan şerpeze û perîşan in, lê desthilatdariyên wan ji Firewn û Nemrûdan gelekî wêdetir di nava her cure îhtîşam, zewq û sefayê de ne. Îhtîşama wan jî ti maneyeke xwe nîne. Ya vê hêzê dide wan jî xwedayê nû yê sekuler, dewletokên neteweyî ne. Girêdana wan bi xwedayên wan ên kevin re sexte û qelp e. Qaşo qirêdayî ne. Ingilîstanê, dewletdariya neteweyî ya Ereb, ji bo rêya Împaratoriya xwe ya Hindistanê di bin destan de bigire, xwediyê çavkaniyên petrolê be û Împaratoriya Osmanî di kontrolê de bigire, pêşde bir. Tevî ku rastî ev e, dewletokên Ereb xwe millîgir dihesibînin û sedema vê jî teknîka desthilatdariya modernîteyê ye. Dewletên netewe yên behsa wan tê kirin ji hegemonya kapîtalîst a dinyayê re saziyên bingehîn ên ajantiyê ne.
Di pêkhatina dewleta netewe ya Fars de jî mirov bi awayekî ibretwarî dibîne ku heman dekûdolab hatine gerandin. Fars ji şaristaniya Persan ve di hunerê desthilatdariyê de gelekî hoste bûbûn, lê ev hostetiya xwe di dema modernîteyê de li ser hîmê hevkariyê bêhtir pêşde birin. Mirov dikare bibêje; xapandinên şaristaniyê û xapandinên modernîteyê (milletperestiya Şîa) di zikhev de baş bi kar tînin û heta di wê hêzê de ne, dikarin bi Çîniyan re bikevin pêşbaziyê. Çîniyan ser kapîtalîzma herî hov bi ‘kominîzmê’ cîla kirin, modernîstên Îranê jî pûtê dewleta netewe yê îmalata kapîtalîzmê ne, bi awayekî rûşuştî bêyî ku şerm bikin, weke ruhperestiyeke mezin bi navê ‘Komara Îslamî’ pêşkêş dikin. Îran bi rewşa xwe ya aktuel a li ber çavan mîna neksa sîstema global e, û bi îhtîmaleke mezin li ser rêya Iraqbûnê ye. Tevî ku mîna dewletên netewe yên din ên li herêmê faşîzma bi sazî bûyî temsîl dike jî ji kêmûkurtiyên hegemonya DYE-YE sûdê werdigire û temenê xwe dirêj dike. Lê mîna yên din Îran jî di nava pencê krîzê de ye, û ji bo rê li ber rewşeke kaotîk a Iraqwarî veke têra xwe xwedî potansiyel e.
Dewletên netewe yên Turkî tevî hîmayeya DYE-YE’yê di nava hegemonya Rûsyayê de bûne xwedî hebûn. Zeviyek in, cihê xwe li hev rakişandinê ye. Tevî ku xwe gelekî milletgir nîşan didin jî bêyî hegemonyayê zor û zehmet e ku li ser piyan bimînin. Ji krîza herêmî gelekî para xwe girtine û xwedî potansiyela kaotîk in. Bûyerên di çarçoveya Afganistan-Iraqê de diqewimin, aqûbetên muhtemel ên dewletên netewe yên herêmê eşkere nîşan didin.
Li Rojhilata Navîn rastiya dewlet û desthilatdariyê, ji bo pirsgirêkên giran ên civakî li şûna afirandina çareseriyan, zêdetir dihêle krîzên herêmî bi şeran bi dawî bibin, ji ber ku di çavkaniya pirsgirêkan de cih digirin. Şer jî krîzê mezintir dikin û rewşên kaotîk belav dikin.
c- Lingên modernîteyê îndustriyalîzm û kapîtalîzm zirara xwe ya bingehîn rojane di jihevdexistin û xirakirina civaka ji rêûresmê ya gund û cotkariyê de nîşan didin. Li aliyekî lingê din ê modernîteyê dewleta netewe, herêmê topyekûn vediguherîne zindanê di nava xwîn û rondikên çavan de dixeniqîne, li aliyê din jî îndustriyalîzm û kapîtalîzm ji jor ve serî li rêbazên herî talanker ên yekdestdariya hevkar didin, nirxên civakî yên berhemê danehevên hezarê salan e, bi bahaneya kar û pere nakin bi derbekê bi destê xwe dide aliyekî, wan dike iskarta û gincir, û bi vî awayî wan dirizîne. Hilweşîna civaka gund û cotkariyê pirsgirêkeke besît a aborî nîne. Tinekirin û têkçûna çandeke civakî ya deh hezar salan e. Pirsgirêk jî li şûna cotkariyê girîngiya ekonomiya pîşesaziyê ya zêde karê tîne nîne, hebûna civakî bi xwe ye. Di rewşa krîza avabûnê ya roja me ya îro de bi awayekî pirr bi zanebûn di serî de qadên cotkariyê di gelek qadan de civak bê kar tê hiştin, nebatên genetîk derdixin pêş û bi vî awayî derbê li cotkariyê dixin. Nebatên bi genetîka wan hatî lîstin, bi tenê nebatên xwezayî naşkînin, ji nexweşiyên dawiya wan nayê zanîn re zemîn jî amade dikin.
Pîşesaziya kapîtalîzmê herî kêm bi qasî yekdestdariya dewleta netewe yekdestdariyek e ku êrişê dibe ser civakê. Têkiliya wê ya bi ekonomiyê re şaş tê fêhmkirin û bi zanebûn tê berevajîkirin. Îndustriyalîzm di hegemonya Ewrûpayê de bi roleke dîrokî rabûye. Lê rola wê ya bingehîn li qadên dewrûberê dinyayê bicihkirina vê hegemonya ye. Wexta vê rola xwe bi cih tîne, di bin navê teknîkên hilberîna wan xurt de pîşesaziya xwecihî xira dike. Ekonomîk nîne, antî-ekonomîk e. Civakên Rojhilata Navîn ên di dîrokê de timî dewlemend bûn, di bin êrişên dused salên dawî yên modernîteyê de demên xwe yên herî xizan dibihurînin. Hilweşandina civaka gund û cotkariyê ji ber berhemdariyeke ekonomîk nîne; li ser navê bûrjûwayê bi cihanîna serdestiya çînî ye. Bûyerek e ku têkiliya xwe bi siyaset û desthilatdariyê re heye.
Îndustriyalîzm dikare ji bo metropolên hegemonîk kara herî zêde bi dest bixe. Lê di berdêla vê de qadên gundan vediguherin çolê û gund vala dibin. Ango pêxîrtengiya civakî û ekonomîk zêdetir dibe. Îndustriyalîzm li ser cografya Rojhilata Navîn û jiyana wê ya ekonomîk, teknîkeke êrişê ya îdeolojîk-polîtîk e, belkî jî ji şerên desthilatdarî-dewletê bi tehlûketir encaman dide. Ji guhertina rewşa avhewayê, ji zuhabûna golan, erdên avgîr û çeman berpirsiyarê sereke ye, û zirara xwe bi vê lezê dewam bike, dinyayeke mirov karibe lê bisitire û bijî wê nemîne. Îndustriyalîzm gefan li jiyan û civaka Rojhilata Navîn a bi daneheva çandî ya panzdeh hezar salan avabûyî dixwe û bi qasî qirkirin û kokqelandina bi rêya şeran dibe, bi tehlûke ye. Ez dubare divê bibêjim, îndustriyalîzm berevajî yeqînan, amûra herî bingehîn e ku êrişê dibe ser civak û ekonomiyê. Hêza hilweşîner a pîşesaziya rastî ye. Kapîtalîzm bi hêrsa kara herî zêde, bi xebatên îndustriyal ên dimeşîne welatan xweşhal û dewlemend nake, berevajî hildiweşîne, xira dike. Ji krîzê wêdetir kavil dike, vediguherîne xirbeyan. Bi tenê îndustriya li Afganistanê ji bo xaşxaşê û îndustriya li Iraqê ji bo petrolê tê kirin, baş û eşkere nîşan dide ku qadên behsa wan tê kirin çawa kavil kirine. Ne bi tenê welat kavil bûne; civaka dîrokî û çand jî kavil bûne.
d- Di çaresernebûna pirsgirêkên civakî yên Rojhilata Navîn de rola bajar, burokrasî û çîna navîn ku li tevna modernîteyê hatine xistin, divê bi girîngî bê nirxandin. Di çarçoveya kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustrayalîzmê de sêbera bajar, burokrasî û çîna navîn a ji nû ve ava kir, gelekî hosta ne ku xwe weke navenda balkêşî û çareseriyê pêşkêş bikin. Tevî ku berhemên atmosfera belavbûna modernîteya kapîtalîst in, bi nazenînî hewl didin kokên xwe mîna serbixwe û orjînal bin, nîşan bidin. Weke hêza hegemonîk rûniştina li ser civaka ji rêûresmê ji karên xwe yên berê pêşî dihesibînin. Tevî ku têkiliyên wan bi modernîteyê re li ser hîmê hevkartî û ajantiyê ye, ji bo xwe weke hêzên avaker ên modernîteyê bidin qebûlkirin, her cure dînîtiyê dikin. Mirov dikare van weke bingehê mekanî, sazî û civakî yê faşîzma ji rêûresmê pênase bike.
Ji ber ku ji derve li ser civaka ji rêûresmê têne ferzkirin, mîna tahmandina daran a cihê xwe nagire, xuya dikin. Rastiya xerîbketina wan bi kok e. Ji ber vê rastiya wan a xerîbketî di asta man û nemanê de xwe bi modernîteyê digirin. Ji ber ku mêtinkarî û dagirkeriya hegemonya kapîtalîst yekser pêk nayê, ew di statuya hêzên mêtinkar û dagirker ên bi maske yên xwecihî de ne. Ji hundir ve dagirkerî û mêtinkariya civakê dimeşînin. Tevî vê yekê, xwe milliyetgir, dewletparêz û heta civakparêz ê herî tûj dihesibînin û weke îroniyekê derdikevin pêşiya me. Ez wexta hûrûkûr difikirim, ez neçar dimînim ku van beşan weke şaxên navenda kapîtalîzmê binirxînim. Ev beş weke varyasyoneke aktuelbûyî ya prenstiyên qralên serdema navîn xuya dikin.
Bi kurtî, ji ber ku şêwazê wan kopîkirina ji modernîteyê ye, ne çareserî, çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan e. Çaresernekeriya modernîteyê bi awayekî eşkere xwe di bikokiya çîna navîn, xetimîna burokrasî, bêbajarbûna bajêr de xwe nîşan dide. Tevî hewldanên maskekirinê hemûyan jî krîza avabûnê ya sîstemê, mirov dikare di van sê diyardeyan de bi awayekî tazî û eşkere bibîne.
e- Fîlozof Nietzsche, yek ji wan kêm kesan e ku li maneya zirara modernîteya kapîtalîst li ser mirovatî û hawîrdora wî hûrûkûr serwext bûye. Ew hewl dide mirovê li bêjinga modernîteyê xistî bi metaforên mîna civak û ferdê xesandî, pîrekkirî, dekadan û guvaştî binirxîne. Weke metafor, weke fikreke nêzî rastiyê pê re me. Serê hespekî himbêz dike û li ser digirî, bi vê mîna ku dixwaze bibêje zilma herî mezin a modernîteyê li ser heywanan pêk tê. Daristanan mîna penahekê, weke mekanekî parastina jiyanê dibîne. Timûtim diçe serdana mekanên bi vî rengî. Têgîna ‘jor-mirov’ (Ubermensch) şaş hatiye nirxandin. Di tevahiya şaristaniyan de tîpên kole yên hatine çêkirin weke piçûkketina mirov dibîne ku bi vê nêzîkatiyê gelekî li pêşiya K. Marks e, nêzîkatiyeke mirovane ye.
Bi awayekî gelekî rast destnîşan kiriye ku bi karkertiyê pesin nayê dayîn û karker hebûneke welê nîne li ser polîtîka bêne avakirin. Dîrok vê fikrê piştrast dike. Insên ‘jor-mirov’ weke pêşxebereke faşîzmê bibîne, propagandayeke gelekî erzan e. Berevajî mirov ‘jor-mirov’ê Nietzsch weke têgîneke li dijî her cure koletî, hilweşîna hawîrdorê û bêşexsiyetkirinê şîrove bike, rastir e.
Bûyerên rojane, têkiliyên di navbera krîza global, asta fînansê, bêkarî û bi rêbazên ferazî sîstemên şelandinê yên herî mezin ên dîrokê de (talana di salê de 600 trîlyon dolar) derxistiye holê. Modernîteya navend Ewrûpa bi awayekî herî mezin global dibe, di nava heman xelekê de haya xwe ji krîza avabûnê heye û pê dizane bi vî awayî dewam nake. Ji lewra jî civînên bilind li pey hev pêk tînin. Pirr baş derketiye holê NY, IMF, Bankeya Cîhanê, NATO, YE û kopyayên wan, têra sîstemê nakin ji bo karibe ji krîzê derkeve. Bankeyên navendî, dewletên 7’an, 8’an û 20’an paketekê li pey ya din eşkere dikin, bîlanço, bêkarî, hejmarên deyndariyê, ketina kapasîteya hilberînê, pirsgirêkên qût û zad bi awayekî ciddî dikevin rojevê û hwd. gelek nîşane têkiliya krîzê bi yekdestdariya ekonomîk re ya li ser qada civakî serdest e, nîşan didin.
Mînakên Afganistan-Pakistan, Îran-Iraq, Îsraîl-Filistîn nîşan didin ku dewleta netewe ne bi tenê ji aliyê Rojhilata Navîn ve, di çarçoveya global de çaresernekirina xwe, bi bandora xwe ya li ser krîz û rewşên kaotîk, hilweşînên rê li ber wan vedike, xwîna dirjîne û rondikên çavan ên dide barandin, derdixe holê. Dewletên netewe ji bo civakên mirovî ne bi tenê amûrên rêveberiyê yên zaliman in, piştrast dikin ku çavkaniyên çaresernekirinê ne. Dewleta netewe ya çanda herêmê ya ji komikan pêkhatî parçe dike, di tevahiya dîrokê de felaketa herî mezin a bi serê herêmê de hatiye, sembolîze dike.
Maneya kapîtalîzm û îndustriyalîzmê ji bo Ewrûpayê bi xwe jî lêdana naqos û defa hewarê ye û bi tenê bi reforman dikare dewam bike. Ev kapîtalîzm û îndustriyalîzm wê bivênevê pirsgirêkên dîrokî yên di civaka Rojhilata Navîn de, ber bi şer û pevçûnên sînornenas ve bibe. Di civaka Rojhilata Navîn de kûrkirina kapîtalîzm û îndustriyalîzmê tê maneya, li dijî civakê bi xwe û hawîrdora wê zêdekirina şer. Bi kîjan kirasî were pêşkêşkirin bila bê pêşkêşkirin, rewşa berçav a rojane ya modernîteyê weke amûrekî şer ê stratejîk timî bi şêweyê sêlingên distanê, vî hukmî piştrast dike.
Hegemonya îdeolojîk, oryantalîzm rastiyan belovajî dikin. Dused salên dawî yên Rojhilata Navîn ji aliyê modernîteya Rojava ve bi fetihkirinê derbas bûye. Dewletokên netewe, pîşesaziyên montaj û sextekariyên mîna ekonomiya gelemperiyê, nikarin rastiya bingehîn veşêrin. Tiştên bi serê Saddam Husên ê kêliyekê wêrîbû ji fermana fethê derkeve hatin, mirov bi tenê dikare bi rewşa Qralê Franseyê Louisê 16. bide berhev. Çawa ku piştî serê Qralê Franseyê hat jêkirin Ewrûpa ket nava agir, darvekirina qralê dewleta netewe Saddam jî wê bihata wê maneyê ku rastiya şerê germ ê jixwe li Rojhilata Navîn hîç kêm nedibû, zêdetir gurr bibûya, li herêmê belav bibûya, dewamî bûya û jixwe wisa jî bû.
Wexta em paradîgmaya oryantalîst parçe bikin, em ê bibînin ku bi hilweşîna sîstema Sowyetê dawiya ‘şerê sar’ ji bo Rojhilata Navîn wê bibe qevaztina qonaxa jortir a şerê germ. Şerê Kendavê di sala 1991’ê de piştî bi dawîbûna şerê sar bi salekê qewimî û ev jî vê fikrê piştrast dike. Em wexta ji aliyê ‘dema dirêj’ ve binêrin, ji bo Rojhilata Navîn ev şerê modernîteyê ji serê salên 1800’î bi kêliya Napolyon gav avêt Misrê dest pê dike; afirandina dewletokên netewe, pêkanîna acenteyên kapîtalîst û di serî de petrol bi talana çavkaniyên jeoekonomîk ji aliyê îndustriyalîzmê ve derketiye asta herî jor û bilind. Bi xetên stûr vegotina modernîteyê, ev e. Ji vir û pêve, detay in, çîrokên kurt in ku di heman xelekê de pirr difitilin.
Ji bo herêmê, ez ji bikaranîna têgînên krîz û kaosê direvim, ez hewl didim kêm bi kar bînim. Ji ber ku ya diqewime eger şerê germ be, wê wextê mirov wê daxe krîz û kaosê, dibe ku bixapîne. Bêguman şerên roja me ya îro ne dişibin şêweyê şerên serdema destpêkê û navîn, ne jî şerên modernîteyê heta bi herdu şerên dinyayê dane kirin. Nexasim bi Şerê Cîhanê Yê Yekemîn û Duyemîn re şer bûn girseyî. Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn jî bûn civakî. Modernîteyê di meşa xwe ya cinawirî ya sêlingên distanê de şerên diqewimîn weke şerên hundir û derve ji hev cihêkirin û destnîşan kir ku dema şeran a li derveyî civakê bi dawî bûye û serwextbûna wê ya li dema nû dihat wê maneyê ku şerên li derve û hundir di nava civakê de bi hev re wê bêne meşandin û ev pêdivî li gorî cewherê wê yê nû bû. Bi giştî rastiya şer a li tevahiya civaka Rojhilata Navîn diqewime, bi taybetî jî rastiya şerên bi tevahiya rewşa xwe ya derketine holê, şerên Filistîn-Îsraîlê, Afganistan-Pakistanê û Îran-Iraqê di vê çarçoveyê de bê analîzkirin, gelekî girîng e.
Bûyer û pêvajoyên bîra mirov hemûyan nikare rake, bi analîzên di vê çarçoveyê de bêne kirin, wê baştir bêne fêhmkirin.
Bi hegemonya DYE-YE’yê şerên nû yên li Rojhilata Navîn têne meşandin, dikarin çawa bi encam bibin? Gelo wê zêdetir bibin û belav bibin? Dibe ku hêzên hegemon herêmê biterikînin? Eger biterikînin an jî neterikînin divê mirov li benda çi be? Eşkere ye ku mirov nikare bersivên zelal û vebirrî bide van pirsên bingehîn. Lê diyar e ku em ji sedî sed bi qonaxeke dîrokî ya cuda re rûbirû ne. Min di parêznameya xwe de heta bi vê qonaxê der barê xwezaya civakî, şaristanî, modernîte û Rojhilata Navîn a jê re jeoçand tê gotin, pêşnûmeyeke analîzê pêşkêş kir. Ez ê di beşa piştî vê ya parêznameya xwe de ji bo derketina ji nava şer û krîzê li ser modela çareseriya muhtemel bifikirim, biponijim.
(SIBE DEWAM DIKE)