Grûbeke çeteyên ku navê el-Qaîde li xwe dike, li gundekî Efrînê 30 welatiyên gund revandin, çeteyan 20 welatî di ber pereyan de berdan lê hîn 10 kes li gel wan girtî ne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihand, ku piştî ku çekdarên Lîwa el-Fetih ji gundê Çeqela yê girêdayê navçeya Şiyê ya Efrînê derketin, grûbeke din ê çeteyên ku navê Qaîdet el-Xezil li xwe kirine, derbasî nav gund bûye. Ev grûba ku ji xwe re dibêje el-Qaîde, girêdayê çeteyên bi navê Cebhe el-Şamiyê ye.
Çeteyan 30 welatiyên ji gundê Çeqela girtibûn û li hember pereyan heya niha 20 welatî berdane. Lê hîn jî 10 welatî di destê wan çeeteyan de ne.