a- Li Dijî Kapîtalîzmê Civaka Ekonomîk
Ji bo yekîtî û dewleta netewe ya Elmanyayê guftûgoyên zêde û ekolên îdeolojîk-polîtîk bandoreke diyarker li mekan û dema K. Marks dikin. Zêdetir di çarçoveya huqûqî, polîtîk û îdeolojîk de dixwazin diyardeyan pênase bikin. K. Marks bi pêşengtiyeke ekonomîk dixwaze bandorê li vê atmosferê bike. Di vegotinên xwe de hewl dide ekonomiyê weke kategoriyeke diyarker bi bingeh bike. Berpirsê sereke ye ku kapîtalîzm kiriye mîna zanistê. Bi vê ve girêdayî xwediyên kapîtalê weke bûrjûwa, kedkarên bi heqdestê dixebitin, weke proleterya, civakê jî weke bi kategoriya civaka kapîtalîst a metabûna kapîtalîst li ser serwer e, mîna stûnên navmalê dihesibîne. Bi vî awayî yeqîn dike ku bi kevirekî sê nîşanan hiltîne. Ji polîtîka ekonomiya Ingilîz ekonomî, ji zanista civakî ya Fransî pozîtîvîzm, ji felsefeya Elman têgîna diyalektîkê digire, bi hev ve dike û bi vî awayî gelekî jixwe piştrast e ku senteza ‘sosyalîzma zanistî’ pêk tîne. Wê demê di her zanistê de şoreş hatine kirin. Bawer dike ku şoreşa zanistî ya civakî jî wî û Engels kiriye. Herdu jî Darwînê zanista civakî têne hesibandin.
Fikra Marksîst weke bazkê herî girîng ê zanista civakî ya Ewrûpayê derdikeve holê. Wexta ku mirov ji aliyê sîstema hegemonîk ve binêre, zehmet nîne ku mirov fêhm bike, ev zanist ji ber hewcedariya yekdestdariya sermayeyê ya nû mezin dibe û mohra xwe li sîstemê dixe, derdikeve holê, sermayeyê zanistî dike û bi vî awayî rewa dike, ji lewra jî bi qasî şîddeta desthilatdariyê, belkî jî ji desthilatdariyê zêdetir bi kêr tê. Ew çiqasî bi awayekî neyênî behsa kapîtalê bikin jî piştî ku kapîtalîzm weke zanist pêşkêşkirin ji bo rewabûna wê gava dîrokî ya hewcedarî pê heye, avêtine. Mixabin, K. Marks û F. Engels, tevî dijbertiya xwe hemûyî jî kapîtal weke kapîtalîzm, yekdestdarên kar-sermayeyê weke bûrjûwazî, civaka ekonomîk weke civaka kapîtalîst îlan kirin û bi vî awayî bûn berpirsên herî pêşî yên vê gavavêtinê. Em divê hîç ji bîr nekin ku di dîrokê de niyetên baş bi pirranî ji bo encamên berevajî hatine bikaranîn.
Baş tê zanîn, wexta ku K. Marks û F.
Engels dest bi vî karî kirin, herî zêde ji felsefeya diyalektîk a Hegel sûd wergirtin. Ez yeqîn dikim ku şaşiya bingehîn, wexta felsefeya diyalektîk li gorî fikra xwe li hev anîn, kirin. Ev jî wexta bi sêberiya tez-antîtez-sentez di serî de li ser kapîtal-heqdestdar ked-kar, bûrjûwazî-çîna karker-civaka kapîtalîst de li ser hin sêberiyên girîng kirin. Ez yeqîn nakim ku antîtêya3 tez-antîteza (hebûnîtîbûn4) Hegel ji aliyê Marksîstan ve (û gelek kesên ev rêbaz bi kar anîne) tam hatibe fêhmkirin. Pirsgirêka bingehîn a felsefî antîtêya tez-antîtez (dibe hebûn) hê jî girîngiya xwe diparêze û li benda pêşdebirinê ye, maneya di zikhev de ya gerdûnî-tekîtiyê ango heqîqetê, îfade dike. Hegel bi xwe dixwaze vê bibêje: her hebûn bi xwe di nava xwe de dijberê xwe dihewîne. Hebûnî bi xwe (cewher) bê dijber nabe. Bê dijbertî hîçtî ye. Tam hîçtî tê maneya nebûnê. Li gorî ku nebûn jî tine ye, hîçtî tam nabe. Naxwe hebûn bê dijber nabin; çawa ku dahfdan bê kişandin nabe. Pirsgirêk ew e, mirov rast li mahiyeta dijbertiyê serwext bibe. Diyalektîsyenekî serketî, dijbertiyê rast diyar dike.
Divê mirov vê xusûsê pirr bi girîngî diyar bike: Ji hebûnekê mirov dikare bi hezaran antîtezan derxe. Li vir ji bo diyalektîkvanekî wezîfeya girîng a bi cih bîne ew e ku rast tesbît bike ka ji van pirr antîtezan kîjan DI SERÎ DE, di rêza pêşî de tesîrê li ya din dike, wê pêk tîne. K. Marks û F. Engels weke diyalektîkvanan wexta xwestin Hegel li ser piyan rast deynin, haya wan jê tinebû bi qasî serê wî jêkin, ketine nava şaşiyeke çor û ne li cih. Ez neçar im ku diyar bikim, tevî ku dusedsal in, li dijî pirr hatiye gotin jî diyalektîka Hegel vegotineke li asta jor e. Sêberiyên K. Marks û F. Engels bêguman aliyê xwe yê diyalektîkî hene, lê di asta sêbertiya diyalektîka rast de ji naveroka vegotinê dûr in.
Ji aliyê mijara me ve şaşiya herî girîng di warê naverok û cewher de, di warê dijbertiya bûrjûwa-proleterya de hatiye kirin. Bêguman dijbertiya bûrjûwa-proleteryayê heye.
Lê weke ku yeqîn dikin ev dijbertî pêk nehatiye û nameşe. Dijbertî û nakokiya kapîtalîzmê di antîtê û verîtêya5 civakê de rê li ber vekiriye, nakokiya kapîtalîst-proleterya nîne. Nakokiyeke bi vî rengî hebe jî nakokiya bingehîn nîne. Ji vê jî girîngtir, kapîtalîzm bi qasî ku tê yeqînkirin di wê potansiyelê de nîne ku bi serê xwe verîtêtiya civakî kapîtalîze bike. Kapîtalîst bi tena serê xwe xwedî vê hêzê nîne. Herweha civakek ti carî bi rengên weke Kapîtalîst, Îslam, Xirîstiyan û hwd. rengê xwe naguherîne. Civak bi xwe, weke Xwezaya Duyemîn hebûna xwe diparêze. Hin rengên civakê di hin demên curbicur ên dîrokê de weke TEKÎTIYAN bi tesîr bûne, lê ev piştrast nake ku ew civak bi temamî bi destê wê tekê tek bûye; çawa laleyeke reş bi serê xwe nikare bibe civaka laleyan.
Kapîtalîzm weke hêmanekî ji antîtêya civakî bi tenê proleter pêk nayîne. Ji hebûna civakî tîpa bûye proleter, dikişîne. Lê di vê kişandinê de jî bi proleter re li dijî civaka vî proleterî jê dikişîne, bi pirranî îttîfaqê dike. Bûyer û diyardeya marksîstan weke hevgirtina demborî ya proleteryayê bi bûrjûwaziyê re li dijî civaka feodal, destnîşan dikir, ev e. Lê ev vegotinek e ku bingehê şaşiya wan pêk tîne. Ya rastî, kapîtalîzm ji civakê di berdêla tawîzeke jê re heqdest tê gotin, di bin navê proleterya de ajanekî çê dike, pêk tîne. Li dijî civaka kevin ya tê kirin ne hevgirtin, xiyanet e. Jixwe, li dijî xwezayeke mejiyê xwe nerm û harîqaya herî harîqa ya gerdûnê, li dijî civakê îstîsmarkariyek tê kirin, çawa ku bi efendîtiyê li dijî jinê tê kirin. Mîrasa efendiyan (Reban, qralan, zordestan) a hezarê salan jî bi kar tîne û di bin navê karê de bi awayekî sîstematîk û domdar ji tevahiya civakê nirx û buhayên heyatî, vedidize. Bi tenê weke kar ne bi tenê nirx, bi tevahî nirxên çandî yên maddî û manewî yên wê civakê îstîsmar dike.
Di vê rewşê de kapîtalîzm dibe ew KOMIKA YEKDESTDAR a herî zêde, sîstematîk û domdar civakê digire hemberî xwe û wê dimije. Di vê çarçoveyê de bi civakê re têkildar e, li ser civakê bi bandor e. Lê sîstema xwe ya serdest ava dike, xwediyên desthilatdarî, pereyî û bazirganiyê yên berê di bin pêşengiya xwe de dihelîne, karker û zenaetkaran ji xwe re dike yedek, ji entelektuelan hegemonya îdeolojîk ava dike û bi vî awayî bandora xwe diafirîne û îstîsmara xwe pêk tîne. Eger em dixwazin antîtê û civaka dibe hebûn bigihînin îfadeyeke zanistî, divê em cewher û şêweyê pêşketina komika weke ‘civaka kapîtalîst’ tê binavkirin, fêhm bikin ku ev pêdiviyeke rast diyarkirinê ye. Mirov heta ku avahiya karekterîstîk a vê pêvajoyê nebîne û li naveroka rêveçûna wê serwext nebe, bi navê ‘ZANISTIYÊ’ ya bê kirin wê ji ‘POZITIVÎZM’ a seresere û çor wêdetir neçe.
Mirov heta rêveçûn û meşa kapîtalîzmê li ser civakê rast diyar neke, xwe bi hin objektîvîteyên pozîtîvîst ên seresere rakişandin, li ser navê zanistê li hemberî zanistê şaşiyeke mezin dike, li ser navê zanista civakî li hemberî civakê dikeve nava şaşiyeke mezin. Wexta mijar bibe civak, hingê mirov hemin divê bêhtir li ser bifikire da ku pêşbîniya felaketa encamên wê bike. Ji vê analîza kurt a li ser mijara der barê nakokiya têkildarî kapîtalîzmê de nakokiya gelekî di asta jêr de kapîtalîst-proleter nîne, çarçoveya ev nakokî jî di navê de, eşkere ye ku di navbera kapîtalîzm-civak, kapîtalîst-civakparêzan de ye. Ji Marksîstên zîrek Rosa Luxembûrg bi gotina ‘Civaka bi tevahî kapîtalîst ti carî wê pêk neyê’ ji nuqteyeke bingehîn K. Marks rexne kiriye û ya rastî bi vê xwestiye vê pêvajoya komikê bîne ziman. Eger bivênevê, em behsa sosyalîzma zanistî (eger mirov bibêje zanista civakî rastir e) bikin, divê mirov li ser vî hîmî reformeke zanistî ya radîkal û şoreşa wê pêk bîne û ev yek wezîfeya me ya sereke ye.
Di çarçoveya maneyeke teng de mirov dikare behsa nakokiya civaka kapîtalîzm-ekonomîk bike. Eger mirov bi tedbîr be, bêyî ku rê li ber şaşiyên ciddî veke, dikare xwe bigihîne hin encamên rast û girîng. Di beşên berê de min bi girîngî diyar kiribû ku F. Braudel ekonomiyê bi bazarê re wekhev digire û dibêje, sermaye bi rêya vê bazarê ji cudahiya buhayan a bazirganiya mesafeyên dirêj sûdê werdigire û karê bi dest dixe ango behsa pozîsyona kapîtalîzmê ya dijberiya bazarê kiribû. Min anîbû ziman ku ev vegotin kêm e, û têrê nake. Kapîtalîzm bi xwe bi tenê antî-bazar nîne (eger bazar bi ekonomiyê re wekhev tê girtin), divê bi şêweyekî bê gotin antî-ekonomî ye, û bi vî awayî ev nirxandin temam bibe.
Antî-civakparêziya hegemonya sîstema kapîtalîst bi şerên mêtinkarî û emperyalîzmê yên rê li wan vedike, bi dewleta netewe ya faşîzmê diafirîne, li ser hîmê îndustriyalîzmê hilweşîna hawîrdorê ya rê didiyê, bi avahiya xwe ya timî krîzê çêdike, bi nakokîkûrkirina di navbera qutbên civakî de, bi awayekî neyê înkarkirin, mirov dikare pênase bike. Eşkere ye ku yê antî-civakî be, wê bi awayekî zêdetir antî-ekonomîk be. Ji ber ku kapîtalîzm ‘qanûna kara herî zêde’ di qada ekonomîk de pêk tîne. Antî-ekonomîkbûyîna kapîtalîzmê weke sîstem, tevahiya dîrokê bi ceribandinên wê yên di her qadê de hatiye piştrastkirin. Kapîtalîzm weke komikeke dîrokî, ne bi proleterê ku di encama nakokiyeke talî de koleyê wê ye, lê belê bi civaka ekonomîk û civaka weke danehevên çandî yên maddî û manewî were manedarkirin, ya rastî hingê ne bi tenê ‘KAPÎTAL’, ‘DÎROKA KAPÎTALÎZMÊ’ jî wê rast bê nivîsandin.
Tevgerên polîtîk û îdeolojîk ên ji cawê koletiyê azadiyê difesilînin ku proleter jî di navê de, xusûsa fêhm nakin ew e, yekdestdarên mêtinkarî û hêza kole weke pêvek û dewama xwe dikin mijara hebûnê (Antîtê, anîna rewşa hebûnê). Ev yekdestdarî wexta kole dikin hebûn, bi wî, avahiya xwe ya civakî çêdikin, dihûnin. Weke hêmanekî wan bikerritîne bi ser avahiyên yekdestdariyê ve nakin. Di dîrokê de bi vê maneyê çîna koleyan a serketî nîne. Spartakus jî bi ser biketa ji bo Romayê ji avakirina xanedaneke koledar a nû wêdetir nediçû. Antî-kapîtalîstekî pirr bi îddîa mîna Lenîn jî hê li ser xwe bû bi Polîtîka Ekonomiya Nû NEPê neçar ma kapîtalîzmê bi cih bîne. Di krîza roja me ya îro de rastiyeke hatiye piştrastkirin ew e ku ji bo pîşesaziya kapîtalîst (cureyên din ên kapîtalîzmê jî di navê de) dewam bike, li ser xwe bimîne, komên ji wan re çîna karker tê gotin ji hewldanên bi dilê xwe (daxistina heqdestên wan jî di navê de) paşve namînin. Yê zirarê dike jî bi giştî tevî civaka ekonomîk, tevahiya nirxên civakî ne. Ferdperestiya kapîtalîst vê rastiyê hê zêdetir piştrast dike. Li tevahiya van qadên civakî li ser hîmê antî-civakparêziyê ferdên bûne mîna girse û lodan, ji bilî komeke yekdestdarên olîgarşîk ên mistek li serê payeya herî jor, rewşeke ji civakbûnê derketî, diqewime. Pirraniyeke din ya pirr mezin, girse û loda bêkaran e ku nikarin xwe weke koleyên bi heqdest jî bifiroşin û ji vê jî mehrûm in. Yên koleyê heqdestê ne, nikarin xwe ji ketina nispî ya heqdestan rizgar bikin. Eşkere ye ku tabloya rastî bi vî rengî pêk tê.
Rola tevgerên çînî yên teng di vê pêşketin û bûyerê de divê mirov ji nedîtî ve neyê. Sosyalîzma pêkhatî û tevgerên sendîkavaniyê di vê mijarê de xwediyê pratîkên ispatkirî ne. Bi kurtî, wexta nirxandina me ya kole di ber çavan re derbas bikin, divê ne weke hêmana sereke ya nakokiyê, di rola hêmaneke talî ya nakokiya giştî ya civakê de bibînin wê hê zêdetir me bigihîne encamên rast. Diyalektîka kole divê ji nû ve were nirxandin û ev wezîfeyeke bingehîn a civakparêziyê ye. Diyalektîka civakî ji bo heqîqeta civakî di buhaya zanista bingehîn de ye. Lê ji ber ku bi cihanîna wê ya rast tevahî girîngiya xwe diparêze, berê pêşî pêdivî bi analîzên wê yên hosteyane hene.
Bi qasî giştî (gerdûnî) di nava xweseriya (tekîtiyê) xwe de jî texrîbkariya kapîtalîzmê di civaka Rojhilata Navîn de gelekî li asta jor e. Bi awayekî fetihkar ketina wê ya herêmê weke sîstem di antî-civak û antî-ekonomiyê de bi şêweyê navenda sereke, bajarê metropol û mêtingeriya welatan e. Ji dema Xaçperestan ve, ji ber ku şaristaniya hegemonîk ji Rojhilata Navîn girt, divê bêhtir bi plan bimeşe û xwe ava bike. Li pey karên zêde yên yekdestdariyê ye. Ji bo pêdiviyên bingehîn ên civakê ne, berê xwe dide çavkanî, usûl û rêbazên karê zêdetir dikin. Bêguman divê mirov behsa milîs û ne milîsê kapîtalîzmê ne, behsa milletperestiya wê bike, mirov ê ji vê zêdetir hîn bibe. Diyardeya ku jê re kapîtalîzma millî tê gotin bi xwe xerîbtiya kolektîf a herî zêde ye û divê mirov li vê rastiyê hûrûkûr serwext bibe. Kapîtalîzm bi xwe weke tevn û zumre xerîbketin e. Bi îdeolojiya milletperestî dixwaze xwe weke civaka neteweyî û millî nîşan bide. Têgînên neteweperestî û milletperestiyê amûrên îdeolojîk in, bi giştî yekdestdarî, bi taybetî jî yekdestdariya kapîtalîst ji bo hegemon û bi maske bikin, hatine vedîtin.
Rojhilata Navîn bi sedema ku ji şaristaniya navendî ya pênc hezar salî re bûye mekan ji tevahiya yekdestdariyên mêtinkarî û hêzên yekdestdar re xerîb nîne. Yekdestdariyên kapîtalîst jî di nava vê de ne. Lê derfet ji wan re nehatiye dayîn ku bibin sereke û ji bo vê firsend jî nedîtine. Gelekî bi mane nîne ku mirov kapîtalîzma Ewrûpayê ji bo Rojhilata Navîn weke nûbûnekê bifikire. Ya nû ew e, weke sîstema fetihkar gav avêtiye. Li derdora dusedsalên vê gavavêtinê sedûpencî salên wê yên pêşî li ser hîmê kapîtalîzma malî û bazirganiyê pêk hat, di dema wê ya dawî de jî pîşesazî bi lez bû. Li gorî civakên Rojava serdestiyeke wê ya hê sivik û seresere heye. Bi hevgirtina yekdestdarên mêtinkar û hêzên ji rêûresmê re hegemonya xwe dewam dike. Li Rojhilata Navîn sîstema hegemonîk a kapîtalîst a navend Ewrûpa-DYE serwer e. Hebûna civaka kevin (komên qebîle, eşîr, mezheban) û dîroka şaristaniyê ya dirêj a Rojhilata Navîn, dibe sedem ku hegemonya navend Rojava li ser hîmekî qels rûnê. Herêm ji ber vê rastiya xwe xeleka qels û lawaz a sîstemê ye.