Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 7 gerîlayên li cih û demên cuda di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya HPG’ê , 9’ê Hezîranê di encama bomberdûmana li herêma Besta ya Şirnexê de hevrêyên wan Zozan Yildiz (Gulan Stêrk) û Şîrîn Başkûrt (Zozan Pelşîn) ên li Sêrtê hatine dinê şehîd bûne.
5’ê Hezîranê li gundê Mişkînê û Talatê yê girêdayî navçeya Mehert ê Mêrdînê di navbera komeke gerîlayên me û artêşa Tirk de şerekî dijwar qewimî bû gerîlayên bi navê Amara û Hêvî heta dawî li ber xwe dabûn û şehîd bibûn.
HPG’ê diyar kir ku di heman şerî de 2 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.
HPG’ê têkildarî şehadetên gerîlayan ev agahî dan:
“Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên faşîzma Tirk a li ser Gelê Kurd û Kurdistanê bê navber dom dike, gelê me û tevgera ma li dijî van êrîşên faşîzan berxwedaneke dîrok dinivîse. Faşîzma AKP-MHP a ku li bey hesabê tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û teslîmgirtina gelê Kurd, li hemberî berxwedana gerîla ti encam bi dest nexistiye. Dijmin tevî hemû teknîk û êrîşên hewayî derbên giran ji destê gerîlayan dixwin. Li hemberî şerê îro ku li gelek deveran di dijwarî dom deke, li ser hev derbên giran ji destê gerîla dixwin û di van şeran de jî şehadet pêk tên. Di vê pêvajoya borî de li Amed, Şirnex û Mêrdînê me têkildarî êrîş, şer û şehadetên pêk hatibûn ev tişt ragihandibû;
9’ê Hezîranê di encama bomberdûmana li herêma Besta ya Şirnexê de hevrêyên me Gulan û Zozan şehîd bibûn.
5’ê Hezîranê li gundê Mişkînê û Talatê yê girêdayî navçeya Mehert ê Mêrdînê di navbera komeke gerîlayên me û artêşa Tirk de şerekî dijwar qewimî bû û hevrêyên me Amara û Hêvî heta dawî li ber xwe dabûn û di vî şer de herî kêm 2 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bibûn. Her du hevrêyên me heta guleya xwe ya dawî şer kirin û ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe li ser xwe teqandin û bi ruhekî fedayî şehîd ketin.
15’ê Hezîrana 2018’an me bi daxuyaniyekê ragihadibû ku 10’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li devera Şehîd Kawa ya navçeya Qûlpê ya Amedê dest bi oprasyonekê kiribûn. 11’ê Tîrmhê hevrêyên me Dijwar, Rênas û Reşîd ên li ser erka xwe bûn, di encama êrîşên hewayî yên dijmin de şehîd bibûn.
Di şer û êrîşên dijwar qewimî de her hevrêyekî me yê ku bi fedayî û lehengî şer û têkoşîn kirine. Em weke şopdarên şehîdan, heda dawî xwedî li mîrasê ku wan ji bo me hişît derbikevin. Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”
Agahiyên têkildarî nasnameyên gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
![]() |
Nasnav: Gulan Sterk Nav û Paşnav: Zozan Yildız Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayikê- Bav: Songul – Yilmaz Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şirnex/ 9’ê Haziran 2018 |
Gulan – Zozan Yıldız
![]() |
Nasnav: Zozan Pelşîn Nav û Paşnav: Şîrîn Başkûrt Cihê Jidayibûnê: Sêrt Navê Dayikê- Bav: Hatîce – Selîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şirnex/ 9’ê Haziran 2018 |
Zozan – Şirin Başkurt
![]() |
Nasnav: Amara Rûken Nav û Paşnav: Ayten Oral Cihê Jidayibûnê: Mêrdîn Navê Dayikê- Bav: Zekiye – Nevzat Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn/5’ê Tîrmeha 2018 |
Amara – Ayten Oral
![]() |
Nasnav: Hêvî Helîn Nav û Paşnav: Şengul Yilmaz Cihê Jidayibûnê: Mûş Navê Dayikê- Bav: Hanîfe – Dîlaver Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn/5’ê Tîrmeha 2018 |
Hevi – Şengül Yılmaz
![]() |
Nasnav: Dijwar Farqîn Nav û Paşnav: Adem Yarali Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayikê- Bav: Binevş – Hasîp Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/11’ê Tîrmeha 2018 |
Dıjwar – Adem Yaralı
![]() |
Nasnav: Rênas Redûr Nav û Paşnav: Mervan Akbûlût Cihê Jidayibûnê: Mêrdîn Navê Dayikê- Bav: Zahîde – Mahmût Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 11’ê Tîrmeha 2018 |
Renas – Mervan Akbulut
![]() |
Nasnav: Reşît Amed Nav û Paşnav: Mazlûm Çeker Cihê Jidayibûnê: Amed Navê Dayikê- Bav: Vasiye – Hasan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 11’ê Tîrmeha 2018 |