Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her wiha li dijî helwesta PDK’ê daxuyaniyek dan û banga tevlîbûna çalakiya mertalên zindî ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka tê li darxistin li ciwanan kir.
QAMIŞLO – Ciwanan di daxuyaniya xwe de got: di 21’ê meha Haziranê de ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê bi armanca pişgiriya Başûrê Kurdistanê berî dan sînorê Sêmalka lê rastî astengiyên PDK’ê hatin, ji ber vê yekê ciwanan di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 24 Tîrmehê de wê wekî mertalên zindî berê xwe bidin deriyê sînor yê sêmalka û wê çalakiya xwe dewam bikin heta ku derbasî Başûr bibin û ber bi Qendîlê vebiçin.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Amed Memo li navenda Kordînasyonê hate xwendin wiha dibêje.
Ji bo tevahî ciwanên Rojava û gelê me yê welatparêz!
Îro em li Rojava û Bakurê Suriyê bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ve roj bi roj rû bi rû dimînin. Hedef û aramanca van hêzên zilmkar û neyar tunekirina şoreşa netewa demokratîk û di şaxsê vê de şikandina îradeya gelên herêmê û hêviyên wê yên ji bo jiyanekê azad û bi rûmet.
Li Efrînê rojane zilmekê di asta herî jor de tê meşandin, li ser tevahî herêmên rizgarkirî şerê taybet dimeşinin û pîlan û projeyên dagirkeriyê pêşdixînin. Dewleta Tirk a dagirker tenê Rojava na, li ser çar parçeyên Kurdistanê siyaset û şerê dagirkeriyê dide meşandin û di vê çarçoveyê de îro li ser Başurê Kurdistanê bi hedefa Qendîlê operasyona dagirkeriyê heye. Bêdengiya Hikûmeta Başur, dewleta Iraqê û hêzên navdewletî li beramberî vê tê wateya piştgiriya wê û dide diyar kirin ku konseptekê giştî li dijî xeta gelan a demokratîk li Rojhilata Navîn di kesayeta Tevgera me ya
Azadiyê tê meşandin.
Li dijî vê em serî hildidin. Wekî ciwanên Kurdistanê û ciwanên Suriyê em dagirkeriyê ti carî qebul nakin û li dijî vê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Başur li Qendîlê silav dikin û em radigihînin ku em ê jî werin beşdarî çalakiya wan bibin. Em ê dest bidin hev du û mil bi mil beramberî dagirkeriyê bisekinin. Beriya mehekî me carekê hewlda ku em derbasî Başur bibin, lê ev yek ji aliyê hêzên Pêşmergeyên PDK ve nehate hiştin. Carekê din em ê berê xwe bidin deriyê Sêmalka û em ê bi îsrar bin ku bi xwişk û birayên xwe yên li Başur bi hev re dijî dagirkeriyê bisekinin.
Em li ser vî esasî bang li her kesî dikin ku 24’ê vê mehê bi me re werin ber deriyê Sêmalka da ku em derbasî Başur bibin. Heger hêzên PDK carekê din nehêlin ku em derbas bin em ê li dijî vê yekê bi îsrar bin û heta em dikarin derbas bibin em ê li ber deriyê Sêmalka bimînin. Pêwîst bike jî em ê bi mehan li wir çalakiya xwe berdewam bikin.
Bimre dagirkerî!
Bijî şerê me li dijî dagirkeriyê!
Serî Hilde! Serî Hilde! Serî Hilde!