Li çiyayê Gabarê yê Şirnexê şer derket, Hate ragihandin ku di encama şer de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di operasyona ku ev demeke li çiyayê Gabarê yê herêma Basa ya Şirnexê dewam dike şer derket, hate ragihandin ku di encama şer de gelek leşkerên Dewleta Tirk hatin kuştin û birîndar bûne. Termên leşkerên mirine her wiha birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.
Şerê li herêmê dewam dike. Balafir û helîkopterên artêşa Tirk jî bombeyan li herêmê dibarînin.