Nûçeya ku ji aliyê ajansa Serokê Herêma Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî K24 ve hatibû parvekirin derew derket. K24 gotibû ku ” Balafirên şer ên Iraqê li Şengalê li kozikên PKKê xistin” derew derket.
NAVENDA NÛÇEYAN – Da zanîn ku nûçeya ku ji ajansa Serokê Herêma Kurdistana Federeal Neçîrvan Barzanî K24 ve hatibû parvekirin ne rast e û derew e. Di naveroka nûçeyê de hatibû gotin ku ” Operasyona hêzên Iraqê ji aliyê PKKê ve hate pêjirandin û 8 balafirên şer ên ku girêdayî rêveberiya Bexdayê ne di dora 16.30’an de li kozikên PKKê ku li Geliyê Kersî ya Şengalê ne, xistin “. Şêniyên Geliyê Kersî ev nûçe derewandin.
HPG’iyan LI GELIYÊ KERSÎ TUNEBÛ
Şêniyên herêmê da zanîn ku KDPê ku yek ji berpirsiyariyê qetlîama Êzdiyan e û herî dawî jî li hemberê DAÎŞê bêyî ku şer bike revîn e, bi nûçeyên wisa derewîn ve dixwazin bêjin ” PKK li vir e” û dixwazin di navbera PKK û hêzên Iraqê de alozî derkeve. Dîsa şêniyên herêmê da zanîn ku, HPGê tu wext li Geliyê Kersî bi cih nebûne.
HPG û YJA-STARê DI 2ê NÎSANÊ DE VEKIŞIYAN
Di meha Adarê ya borî de Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCKê daxuyanî da û got ” Şert û mercên 3’ê Tebaxa 2014’an ji holê rabû û gelê Êzdiyan êdî birêxistin bûne, Şengal û li derdora wê ewlehî hatiye çêkirin. Ji ber wê hêzên gerîla paşde vekişîn “. Piştî daxuyaniyê hêzên HPG û YJA-STARê di 2’ê Nîsanê de, piştî merasîmê ji Şengalê derketin.