Balafira şer ya Sûriyayê ku li asîmanê Îsraîlê geriya, bû hedefa artêşa Îsraîl û balafir hate xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku balafira şer ya Sûkhoî ya Sûriyayê ku 2 kîlometran derbasî qada wan ya hewayî bibû bû hedefa artêşa wan û balafir bi fuzekê patirîotê hate xistin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ya li Sûriyeyê, Îsraîlê fuzeyek avêtiye balefira ku li qadê li ‘terorîstan’ digeriya.
Rayedarekî leşkerî yê Sûriyeyê ji ajansa nûçeyan a Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku balefira ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di operasyonê de bû, li qada hewayî ya Sûriyeyê bûye hedef.